Rojnameya Ronahî

Rêveberiya Xweser alîkariya cotkarên ku zirar dîtine, dike

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê miqdara dabînên ku cotkarên ji ber şewatên sala derbasbûyî zirar dîtine eşkere kir. Her wiha desteyê bang li cotkaran kir ku di destpêka mewsima niha de baldar bin û girtekên pêwîst bigirin.
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser prosesa dabînkirina cotkarên ji ber şewatên ku di 31`ê Kanûna borî de çêbûne bidawî kir.
Li gorî serjimariya dabînkirinê ya desteyê miqdara ku desteyê belav kiriye gihaşt zêdetirî 5 hezar û 100 ton.
Desteyê tenê hilberînên genim û ceh ên ku zirar dîtine dabîn kirin. miqdara genim a hatiye belavkirin gihaşt zêdetirî 4 hezar û 849 ton û ceh 2 hezar û 762 ton.
Desteyên ji bo her donimekê 20 heya 22 kg ji genim û 18 kg ji ceh belav kirin.
Hejmara cotkarên ku li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber şewatan zirar dîtine zêdetirî 6 hezar cotkar derbas kir.
Li gorî desteya têkildar cotkarên zeviyên nisk, kemûn, kizbere û hilberînên din bi genim hatin dabîn kirin. heta niha li cem desteyê mekanîzmeya dabînkirina cotkarên xwedî dar û sewalvaniyê tune ye.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo bang li cotkaran kir ku ji bo derbaskirina pirsgirêka şewatan di mewsima bê de girtekên pêwîst bigirin. Jê plana çandiniyê pêk bînin, rûberên bê çandinî di navbera zeviyan de û li ser her du aliyên rêyan bihêlin.
Li gorî serjimariya desteyê ilberînên çandiniyê di mewsima derbasbûyî de ji ber şewatan gelek zirar dîtin. Rûbera zeviyên li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatina şewitandin gihaşt zêdetirî 435 hezar û 500 doniman. Tevî wê jî 14 kesan di nav de sivîl û leşker dema şewat vedimirandin jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek zirar bi warê sewalvaniyê hat.