Rojnameya Ronahî

Tirkiye hewl dide dagirkeriyê berfireh bike

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê Telat Yunis bal kişand ser kiyarên dewleta Tirk ên guhartina demografiya herêmê û got: “Tirkiye hewl dide dagirkeriyê berfireh bike.”

Dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên wekî Efrîn, Cerablus, Ezaz, Bab, Girê Spî, Idiblib û Serêkaniyê dagirkirine.

Di 24’ê Tebaxa 2016`an de dest bi dagirkirina xaka Sûriyê kir, anku piştî 12 rojan ji binketina DAIŞ`ê li Minbicê.

Artêşa Tirk di dagirkirina xaka Sûriyê de komên çeteyan bi kar anî, armanca vê yekê jî koçberkirina sivalan bû û bichkirina malbtên çeteyan e, li gel vê yekê zimanê Tirkî bide ferzkirin, navên bajar, qadan û avahiyên giştî biguhere û bi vê yekê demografiya herêmê têk biçe.

Derbarê êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yunis wiha anî ziman, dewleta Tirk hewldana guhartina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, lewma rasterast dest bi êrişên li dijî herêmê kir.

Lê belê siyaste Tirkiyê eşker ye û mînaka dagirkirina Efrînê ber çav e.

Heverokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê Talat Yunis binpêkirinên artêşa Tirk bi bîr xist û got: “Piştî artêşa Tirk bajarê Efrînê dagirkir, demografiya herêmê guhart, çewistandina nasnameya gelan kir armanc, lewma malbatên çeteyan li herêmê bi cih kir û zimanê tirkî da ferzkirin.”

Yunis got: “Dewleta Tirk piştî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, heman siyaset da meşandin û li Girê Spî û Serêkaniyê gel koçber kirin û malbatên çeteyan bi cih kir. Niha jî nasnameya sivîlan diguhere.Tê zanîn ku li Girê Spî û Serêkaniyê gelên Kurd, Ereb û Ermen dijiyan.Bi kurtayî mirov dikare bibêje, armanca Tirkiyê berfirehkirina rûbera xaka Tirkiyê ye.