Rojnameya Ronahî

RÊVEBERIYA XWESER VÎNA HEMÛ GELÊ SÛRIYÊ YE

Dilîn EHMED

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li ser armanca wan ji hevdîtinên diplomasî li gel welatên din û ya herî dawî li gel komara Misrê, ji rojnama me re wiha axivî: Armanca me ji van hevdîtinan ew e ku, em êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêk tên, ji hemû cîhanê re pênase bikin. Herwiha li ser çareserkirina aloziya Sûriyê jî, nêrîn û pêşnûme pêşketin. Me ji wan re da xuyakirin ku, pêwîste nûnerên gelê Bakur û Rojhlatê Sûriyê beşdarî konfirans û civînên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê tên li darxistin, bibin.

ARMANCA ME RAWESTANDINA ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ YE

Di derbarê gera xwe ya dîplomasî de Îlham Ehmed wiha axivî: “Armanca me ya serke ji van hevdîtinan ewe ku em êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên rawestînin, û armancên Erdogan ya guhartina demografiya herêmê, bi nasînin. Ev êrîşên Tirkiyê ku li ser bajarê Girê Spî û Serê Kaniyê pêk hatin, bû sedema kuştin, koçberkirin, û talankirina mal û milkên  gel û kesên ji deverên cuda tînin di cihê xelkê herêmê de bi cih dikin. Lewra divê metirsiyên ku guhartina demografî û qirkirinên nijadî ku li herêmê çê bibin bi welatên din re parvebikin.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser vîna gelê herêmê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: Di Hevdîtinên ku me li dewletên derve çêkirin de, me li ser kar û xebatên Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeîne agahî parvekirin. Ji ber ku rola dewletên navdewletî di mijara çaresrerkirineke siyasî de girîng e û kirîziya Sûriyê jî ji bilî çareserkirineke siysî nayê çêkirin, di hemû hevdîtinên me de me da xwuyakirin ku Rêveberiya Xweser vîna gelê herêmê ye û pêwîste piştgirî jê re bê kirin. Tevî ku ev rêveberî rastî êrîş û astengiyan ji aliyê dewleta Tirkiyê a dagîrker ve tê, lê heta niha ew bi awayekî sîstemkirî karê xwe dide meşandin. Çi pirojeyên ku nû têne avakirin helbet wê şaşitî derbas bibin, lê ya girîn ew e ku gelê herêmê ji bo pirojeya demokratîk li ber xwe bidin, û pîlanên dijiminan bi tekoşîna xwe têk bibin.

JI BILÎ NÛNERÊN HERÊMÊ TI KES VÊ ALOZIYÊ ÇARESER NAKE

Hevseroka Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: Sedema binkeftina hewldanên çaresrkirina kirîza  Sûriyê ew e ku, nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayên beşdarkirin. Ji ber vê yekê divê ev siyaseta çewt were guhertin, û divê her kes bizanibe ku çareserkirina siyasî divê li pêş be. Ji xwe ya herî girîn divê nûnerên Sûrî di vê çareserkirinê de beşdar bibin. Hevdîtinên me wê berdewam bin, û divê tevahî cîhan bizanibe ku ti kes nikare îradeya me bişkîne.