Rojnameya Ronahî

Dibe ku em lihevkirin û hevbendiyan çêbikin

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif diyar kir ku ew hewl didin bi Şamê re bêyî ku Sûriye were parçekirin, bighêjin lihevkirinek stratejîk. Hediya Yûsif hişyarî da ku Tirkiyê herêmên dagir kirine tev li sînorê xwe yê siyasî bike.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve rêveberiya siyasî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bi rejîma Sûriyê re bighêje lihevkirinekê ku yekitiya welat biparêze.

Rexmî ku ev lihevkirin berdewam in lê heta niha ti encam negirtine. Li gor rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rejîm hîna di siyasetên xwe yên de berdewam e lew re niha ti encam ji diyalogan derneketine.

‘ARMANCA RÊVEBERIYA HERÊMÊ NE PARÇEKIRINA SÛRIYÊ YE‘

Di civîna salane ya Meclisa Rêveber a Kantona Şehbayê de endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dijminahiya rejîma Baas nake, ji ber ku armanca rêveberiya li herêmê ne parçekirina xaka Sûriyê ye, berevajî wê armanca rêveberiyê yekitiya xaka Sûriyê ye, ev yek di rizgarkirina gelek deverên Sûriyê de diyar bû.”

Hediya Yûsif bang li rejîma Sûriyê kir ku “Pêşketinên demokratîk pêk bînin û sîstema gelên herêmê binase” her wiha Hediya anî ziman ku heger rêveberî dijminatiya rejîma Baas kiriba wê hikûmeta Şamê ji beriya salan ve hilweşiya ba.

‘TÊKILIYÊN RÊVEBERIYA XWESER BI WELATÊN EREBAN RE PÊŞKETIYE‘

Endama Koordînasyona Kongreya Star bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyê û destwerdana wê di karûbarên welatên erebî de wiha axivî: “Planên Tirkiyê kenalên doplmasî di navbera Rêveberiya Xweser û hin welatên erebî de vekir ên ku ji xeteriya planên Tirkiyê di herêmê de têghiştîn e. Siyaseta Tirkiyê ya nû ber bi Lîbya û hin dewletên erebî bi taybet piştî êrişîn wê yên li dijî Lîbayayê têkêkiyên rêveberiyê bi dewletên erebî zêde kir. Di nav de Misrê ku heta niha têkilî pê re didomin.”

Hediya di nava axaftina xwe de îşaret bi girîngiya beşdarkirina Rêveberiya Xweser di Komîteya Destûrî de “Divê em beşdarî komîteyê werin kirin, derbarê vê mijarê de nîqaşên erênî hene. Dîsa divê cihê Rêveberiya Xweser di qadên navdeweletî de hebe, di nava civînên Cinêvê.”

Hediya Yûsf anî ziman ku serkeftina tecrubeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî yekitiya kurdî, yekitiya Ereb û Kurdan.

‘HEWLDAN HENE KU QSD BEŞDARÎ ŞER LI IDLIBÊ BIBE‘

Endama Koordînasyona Kongreya Star di nava gotinên xwe de îşaret bi mijara Idlibê kir û got: “Bangewazên beşdarkirina QSD‘ê ji bo vî şerî hene. QSD‘ê jî ji bo beşdarbûna şerê li Idlibê şertên wê hene, jê QSD‘ê wekî sazûmaniyekê di nava artêşa Sûriyê de were naskirin û qebûlkirin ji aliyekî ve û ji aliyekî din rizgarkirina Efrînê. Li gorî min şerê li Idlibê berdewam e ji ber ku rewşa li wir pir aloz e.”

Hediya Yûsif bal kişand ku di navbera çeteyên li Idlibê de nakok hene. Hediya got: “Dibêjin Tirkiye sînorê xwe li pêşiya koçberên ji Idlibê venake. Lê aliyên ku şerê wan kirine û ew ji malên wan koçber kirinn û malên wan talan kirine. Sînga xwe ji bo koçberên Idlibê vekir.” Bi vê yekê îşaret bi daxuyaniya fermandarê QSD‘ê Mezlûm Ebdî kir, ku gotibû deriyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya koçberên Idlibê vekiriye.

‘TIRKKIRINA HERÊMÊN DAIGIRKIRΑ

Hediya Yûsif girîngiya rizgarkirina tevahî herêmên ku Tirkiyê dagirkirine destnîşan kir û got: “Divê projeya Tirkiyê ya berfirehbûnê were astengkirin.”

Hediya Yûsif hişyariya planên Tirkiyê yên dagirkirinê di Sûriyê de da û got: “Tirkiyê dixebite ku bi rêya guhertina demografî, guhertin çand, ziman û dane nasnameyên Tirkî hebûna xwe ji herêmên ku dagirkirine biparêze û amadekariyan dike ku van herêman tev li Tirkiyê bike û ji bo gundewarên Helebê jî planan dike.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif der barê siberoja herêmê ev tişt anî ziman: “Dikarim bêjim ku şerê heyî gihiştiye xelekeke girêk, sala nû wê diyar bike, dibe ku em ber bi lihevkirin û hevbendiyên nû ve biçin. Hêvî dikim ku sala nû sala aştî, aramî, yekitî û azadiya gelê Sûriyê be.”