Karasû wiha got, “Erdogan, AKP dixwazin sîstemeke olperest-neteweperest ava bike. Ji ber vê yekê, eger ev sîstem ava bibe wê zext û zordariya li ser hêzên demokrasiyê, li ser hêzên gel, li ser Kurdan, Elewiyan û hemû civatên etnîkî û olî mayinde bibe. Mîna DAÎŞ’ê wê feraseta xwe ya ol ferz bike. Ji bo pêşî li van hemûyan were girtin, hilbijartina dawiyê girîng e.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû got, “Hilbijartinên 24’ê Hezîranê gelekî girîng in. Eger AKP-MHP bi ser bikevin wê sîstema olperest-neteweperest mayinde bibe. Divê bi têkoşîna demokrasiyê pêşî li vê bê girtin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji ANF’ê re nirxand.
Karasû diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji ber sedemên cidî yên aborî, siyasî, dîplomatîk û civakî biryara hilbijartina pêşwext da û destnîşan kir ku yek ji sedemên girîng ên dayina biryara hilbijartinê, polîtîka şer a şefên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.
Karasû got, “Hîn jî dibêjin ‘Em ê biçin Minbicê, Kobanê, Qamişlo, Dêrikê, em ê wan deveran ji YPG/YPJ’ê bistînin. Wekî din em ê li Başûrê Kurdistanê biçin Qendîlê, filan cihî bigirin”. Ji bo Kurdan qir bikin dibêjin, “li ku derê mafên Kurdan hebin, li ku derê çepereke siyasî û leşkerî ya Kurdan hebe em ê biçin wê derê, biperçiqînin û ji holê rakin”. Polîtîkayeke bi vî rengî ya şer a êrîşkariyê dimeşînin. Vê polîtîkaya şer li derve û hundir rê li ber fikaran vekir û gelên Rojhilata Navîn nerazîbûn nîşan dan. Lewma polîtîkayên desthilatdariyê hem li hundir hem jî li derve bûn mijara nîqaş û lêpîrsînê.”
Mûstafa Karasû da xuyakirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi dagirkirina Efrînê re xwest piştgiriyê ji civakê bigire, bi vî rengî desthilatdariya xwe bidomîne û got, “Lê xuya ye tişta dixwest bi dest nexistine. Dibe ku di wergirtina biryara hilbijartinê de para dagirkirina Efrînê hebe. Lê belê di anketan de ku piştî dagirkirina Efrînê hatin kirin, hate dîtin ku dagirkirina Efrînê têrê nake ku desthilatdariya AKP’ê li ser piyan bimîne.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama axaftina xwe de işaret bi girîngî û wateya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo gelê Kurd, hêzên demokratîk û çepgir kir û wiha axivî, “Li aliyê Kurdan pêvajoyeke gelekî cidî rû da. Piştî 7’ê Hezîranê êrîşên giran li gelê Kurd hatin kirin. Êrîşên giran li hêzên demokrasiyê hatin kirin. Li Pirsûsê, li Enqereyê komkujî hatin kirin. Piştre bajarên Kurdan hatin xerakirin û şewitandin. Bi sedan mirov şehîd bûn. Efrîn hate dagirkirin. Bûyerên gelekî trajîk û dramatîk anîn serê Kurdan.”
Ji bo hêzên çep û demokratîk jî xwedî gelek wateyên cuda ye. Piştî 7’ê Hezîranê li dijî hêzên çep û demokatîk êrîşên giran hatin kirin. Wisa li hêzên demokrasiyê kirin ku nema karibin nefesê bistînin.”
WÊ GUHERTINÊN GIRÎNG BIBIN
Mûstafa Karasû destnîşan kir ku bi hilbijartinên 24’ê Hezîranê re wê guhertinên girîng bibin û wiha dewam kir: “Eger AKP-MHP bi rêya hilbijartinê ji desthilatdariyê bê xistin, wê faşîzma olperest-neteweperest a desthilatdariy AKP’ê biheje. Hemû planên wan ku li burokrasî, edalet, perwerde û gelek qadên din dixwazin Tirkiyê li gorî xwe dîzayn bikin, wê têk biçin. Zext û zordariya li ser Kurdan, hêzên demokrasiyê û civakê heye, wê sist bibe. Bi vê yekê re wê bêhn bê ber hêzên demokrasiyê û azadiyê. Eger gel xwedî li dengê xwe derkeve, dikare vê desthilatdariyê bi hilbijartinê biguherîne. Dikare êrîşkariya faşîst a vê desthilatdariyê qels bike. Bêguman tenê dengdan têrê nake. Lazim e xwedî li deng bê derketin. Wekî din, ji bo HDP ji bendê derbas bibe divê karekî gelekî zêde were kirin. Ne ku bi rêjeya 1 an jî 2’an HDP bi ser bendê bikeve. Divê HDP dengekî welê zêde bigire ku desthilatdariya AKP’ê hîleyan bike jî nikaribe HDP’ê li binê bendê bihêle. Ev yek pêkan e.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di dawiya nirxandina xwe de anî ziman ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê yek ji girîngtirîn hilbijartinên dîroka Tirkiyê ji bo têkoşîna demokrasiyê û got, “Dibe ku di dîroka Tirkiyê de ti hilbijartin ewqasî girîng nebû. Ji ber ku hilbijartinên din ên li Tiriyê di nava sîstema heyî de guhertina desthilatdariya partiyan bû. Lê niha ne bi vî rengî ye. Niha hewl tê dayin sîstemeke nû bê avakirin. Erdogan, AKP dixwazin sîstemeke olperest-neteweperest ava bike. Ji ber vê yekê, eger ev sîstem ava bibe wê zext û zordariya li ser hêzên demokrasiyê, li ser hêzên gel, li ser Kurdan, Elewiyan û hemû civatên etnîkî û olî mayinde bibe. Mîna DAÎŞ’ê wê feraseta xwe ya ol ferz bike. Ji bo pêşî li van hemûyan were girtin, hilbijartina dawiyê girîng e. Divê ev weke beşekî girîng ê têkoşîna demokrasiyê bê dîtin. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Banga me jî bi vî rengî ye.”