Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ev hilbijartina qederê ye

05/06/2018
in Uncategorized
A A
Ev hilbijartina qederê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navçeyên bajarê Tirkiyê Stenbolê tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bû. Bûldan li vê derê axivî û got ku, “Ev welat bi darê zorê nayê birêvebirin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di vekirina buroya hilbijartinê li navçeyên Stenbolê de axivî. Bûldan got, “AKP li Stenbolê têk çûye.”
DEMÎRTAŞ BÛYE KABÛSA ERDOGAN
Erdogan li Amedê qala Demîrtaş dike yê ku li Edîrneyê ye. Bawer im van rojan Demîrtaş dikeve xewna Erdogan û wisa dixuye ku tirsa Erdogan zêdetir bûye. Erdogan qala bûyerên 6-8’ê Cotmehê dike. Me xwest ji bo lêkolîna bûyeran li meclîsê komîsyon were vekirin lê parlementerên AKP’ê vê daxwaza me red kirin. Ji ber ku ew dizanin kesên di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de hatine kuştin, bi çekên polîs û leşkeran hatine kuştin.”
DEMÎRTAŞ SERBEST
BERDIN
Heke cesareta wan hebe ew ê Demîrtaş serbest berdin. Heke kî sûcdar be, ew ê gel biryara xwe bide. 20 rojên din ew ê ampula AKP’ê biteqe. Bi serokkomariya Demîrtaş û bi temsîliyeta xurt a HDP’ê em mîsogeriya jiyana azad û aştiyane didin. Ev welat bi darê zorê nayê birêvebirin. 24’ê Hezîranê ew ê roja yekîtî û hevgirtina Kurdan be.
EV WELAT NE MECBURÎ ERDOGAN E
Bi salan xwestin Kurdan parçe bikin. Bi salan mafê siyasetê nedan Kurdan. 10 parlamenterên me girtî ne, qeyûm tayînî şarederiyan kirin, êrîşî hemû nirxên gelê Kurd kirin, goristanên me bombebaran kirin, peykerê Ehmedê Xanê hilweşandin, peykerê Ûgûr Kaymaz hilweşandin, tecrîd anîn girtîgehan, tecrîda li Îmralî hê didome. Tehemula vî welatî ji Erdogan û AKP’ê re nema. Ev welat ne mecbûrî AKP’ê û Erdogan e, HDP heye, Selaheddîn Demîrtaş heye.
AKP ya ku milê xwe dayî MHP’ê, partiya Bahçelî yê ku dema ku Sûr û Cizîr dihate şewitandin, digot kevir li ser kevir, serî li ser laş nehêlin e. AKP partiyeke xwedî vê hişmendiyê dixwaze di nava lîsteyên xwe de derbasî parlamentoyê bike. Bila kesek ji bîr neke, ger HDP derveyî parlamentoyê were hiştin wê desthilatdariya 16 salan zilma kirî înkar bike; wê ev hemû bi zêdeyî bidome.
Parlamenterên me û hevşaredarên me di girtîgehê de ne. Dema ku hûn çûyîn we dengê xwe da destê xwe danin li ser wijdana xwe û bêjin ‘Êdî Bes e”. Em ê bi hev re ji AKP’ê re bêjin ‘Êdî Bes e’. Ev hilbijartineke ya qederê ye. Em dizanin hûn ê dengê xwe yê destpêkê bidin HDP’ê. Kesê ku carekê dengê xwe bide HDP’ê nikare êdî destê xwe ji HDP’ê vekişîne. Dengek ji bo HDP’ê dengek ji bo Demîrtaş.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.