Raportora Tirkiyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî xwest, namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş bê berdan.
Katî Pîrî li ser hesabê Twitterê bi etîketa #FreeDemirtaş (Azadî ji Demîrtaş re) peyamek weşand. Parlamentera Hollandayî Pîrî bi bîr xist ku namzetê HDP’ê Demîrtaş neçar maye ku li girtîgehê kampanya hilbijartinê bimeşîne.
Raportora Parlamenta Ewropayê Pîrî diyar kir ku namzetê CHP’ê yê Serokkomariyê Mûharrem Înce û namzeta Îyî Partî Meral Akşener ji bo berdana Demîrtaş bang kirine û got, “Ancax wê wextê kampanyayeke adîl a hilbijartinê bê meşandin.”Pîrî diyar kir, hemû demokrat divê destekê bidin vê daxwazê.