Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin xwe ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade dikin

05/06/2018
in Uncategorized
A A
Jin xwe ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên ku dibêjin “Cîhan wê bi têkoşîna Sarayan bixemile” xwe amade dikin ku di Festîvala 5. a Sakîne Cansiz de li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li hev bicivin.
Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin kuştin; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rengekî kevneşop her sal li Swîsreyê tê li darxistin. Festîvala îsal ku cara 5’an de wê pêk were, 10’ê Hezîranê roja Yekşemê li bajarê Zurîchê ye. Amadekariyên festîvalê qediyane.
ŞÎDETA LI JINÊ Û
BERXWEDAN
Li qada festîvalê wê kon bên vedan. Li aliyekî wê panelên li ser mijara “Şîdeta li jinê û berxwedan” bên lidarxistin, li aliyê din jî wê çalakiyên çand û hunerî pêk werin. Wekî din wê dengbêj jî dîwana xwe deynin. Ji bo zarokan jî bernameyeke taybet hatiye amadekirin ku bi lîstik û pêşbirkên cihêreng wê dilê zarokan bi festîvalê şa bibe.
HATINEYA FESTÎVALÊ WÊ JI EFRÎNIYAN RE BÊ ŞANDIN
Hatineya festîvalê wê ji şêniyên Efrînê re bê şandin ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man Efrînê biterikînin û li herêma Şehbayê bi cih bibin. Li qada festîvalê wê ji bo Amedsporê jî standek bê danîn û lîstikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî wê formayên kulûba xwe îmze bike. Hatineya ji vir jî wê ji Efrîniyan re bê şandin.

HUNERMEND WÊ
DERKEVIN SER DIKÊ
Tevî koma dengbêjan, koroya jinan, koma defê û komên govendê, wê gelek hunermendên Kurd, Swîsreyî, Îtalyanî û Fransî jî derkevin ser dikê. Wekî din jinên ji gelên cuda jî wê bi rengê xwe tevlî festîvalê bibin.
JINÊN JI GELEMPERIYA CÎHANÊ WÊ LI WIR BIN
Festîvala ku di çarçoveya têkoşîna Sakîne Cansiz û hevrêyên wê de tê lidarxistin, her sal hinekî din enternasyonal dibe. Bandora Şoreşa Rojava û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan a li ser jinan, dike ku jinên ji nasnameyên cuda di Festîvala Sakîne Cansiz de li hev bicivin.
CÎHAN WÊ BI TÊKOŞÎNA SARAYAN BIXEMILE
Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê bang li hemû jinên li Swîsreyê kir ku bi rengê xwe tevlî festîvalê bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em mesaja xwe ya 24’ê Hezîranê hemû bi hev re li qada festîvalê bidin. Em ji bîr nekin; cîhan wê têkoşîna Sarayan bixemile.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.