Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Seherê bi kurdî bixwînin

05/06/2018
in Uncategorized
A A
Seherê bi kurdî bixwînin
Share on FacebookShare on Twitter

Wergera bi kurdî (kurmancî) ya pirtûka çîrokan ‘Seher’ a namzedê serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê nivîsandibû, derket. Seher bi wergera helbestkar û rojnamevan Rêdûr Dîjle ji Weşanxaneya Aramê derket. Seher ji 12 çîrokan û pêşgotina Demirtaş pêk tê.
Demîrtaş, di pêşgotina wergera kurdî ya Seherê de diyar dike ku dê bi dahata pirtûkê piştevaniya wêjevanên kurd bê kirin û wiha dibêje: “Ger we versiyona tirkî ya pirtûkê standibe jî ji bo destekirina wêjeya kurdî teqez kurdiya wê jî bistînin, bixwînin û bidin xwendin.”
Pêşgotina ku Demîrtaş ji bo wergera kurdî ya Seherê nivîsandiye wiha ye:
“Ji ber barê wergerandina pirtûka ku min li girtîgehê nivîsand girtin ser xwe û wergerandin zimanê min ê zikmakî kurdî, ji dil û can malavayiya Weşanxaneya Aramê û hevalê xwe yê wergêr Rêdûr Dîjle dikim.
Dil dixwest ku min bi zimanê xwe yê kurmancî an jî dimilkî binivîsandana. Lê belê wekî kurdekî nesîbê xwe ji asîmîlasyona ku parçeyekî ji qirkirina çandî ya li ser gelê kurd e wergirtiye, mixabin ev yek ne pêkan bû. Lewma ev werger kêmasiyeke min a mezin temam dike û min rûmetyar dike.
Hîn jî baş nikarim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim. Di vî warî de helbet gelek kêmasiyên min jî hene. Lê ligel her tiştî jî diviya ku min ji bo hînbûn û pêşvexistina zimanê me yê zikmakî, baş hewl bidaya. Hêvîdar im ku di vî warî de ciwanên kurd min esas negirin.
Lê dîsa jî wergera kurdî ya pirtûkê ez pir kêfxweş kirim. Dê dahata vê pirtûkê ji bo Weşanxaneya Aramê be û dê piştgiriya wêjevanên ku bi kurdî dinivîsin bê kirin. Eger we versiyona tirkî ya pirtûkê stendibe jî, lê ji bo destekirina wêjeya Kurdî teqez Kurdiya wê jî bistînin, bixwînin û bidin xwendin. Careke din mala hemû kesên ku ked dane ava be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.