Helbestkarê mezintirîn ê zimanê tirkî Nazim Hîkmet ku bi nasnameya xwe ya çepgir û şoreşger jî tê naskirin 55 sal e ku koça xwe ya dawîn kiriye. Helbestên wî li dora 40 zimanan hatine wergerandin. Nazim li dû xwe bi sedan helbest, pexşan, metnên şanoyê hiştin û di 3’yê hezîrana 1963’yan de li derveyi welat çû ser dilovaniya xwe.
Nazim di helbestên xwe de bi piranî li ser evînê, li ser dostaniyê, li ser hesreta welat, li ser azadiyê û gelek jî li ser şoreşê û rizgariya mirovan nivîsiye. Heta li ser şoreşa gelên Ewropa, Afrîka, Çîn, Kuba û Endonezyayê jî helbest û gotar nivîsîne. Lê sed mixabin di nav kulliyata helbest û nivîsên wî de mirov rastî kurdan û şerê wan ê azadiyê nayê. Herçî kurd in di navbera 1920 û 1930’an de hem li Tirkiyê, hem jî li Îran û Iraqê ji bo îstîqlala xwe û ji bo hebûna xwe şer dikin û li ber xwe didin.
Nazim Hîkmet ê ku serê wî tim bi rejîma tirk re di belayê de bû û heta dema çû sirgûniyê 17 salan li zindanan girtî ma jî êş û azarên gelê kurd nebû mijara hunera Nazim. Lê nameya ku ji nav arşîva Mîr Kamuran Bedirxan derketiye, nîşan dide ku Nazim hem kurdan nas dike û hem jî doza jiyana wekhev û azad a kurdan dike.
Kovara Hêvî ku di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de di salên 1980’yî de weşanê dikir di hejmara xwe ya 1’em de ( Îlona 1983) bi pêşek û wergera Kendal (îhtîmal e ku Kendal Nezan be) nameya Nazim a ji bo Mîr Kamuran Bedirxan re weşandiye…Remezan Olçen-AMED