Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jiyanek tijî têkoşîn

05/06/2018
in Uncategorized
A A
Jiyanek tijî têkoşîn
Share on FacebookShare on Twitter

Merala biçûk ya di darbeya 12’ê îlonê de ku di 12 saliya xwe de hat girtin û xistin girtîgeha Amedê niha ji Rihayê namzeda HDP’ê ye. Meral Balter ya li Kurdistanê li dijî zîhniyeta mêr têkoşîn da û di berxwedana Geziyê de jî cih girt, jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiriye.

Meral Balter ji rêza 13’emîn namzeta HDP’ê ya Rihayê ye. Meral zaroka yekem a malbatê ye û keça bavekî mamoste û dayikek kedkara malê ye. Bavê wê surgûnî Yozgatê tê kirin, lê bavê wê tê li Amedê bi cih dibe û li şaredariyê dixebite. Di 1977’an bavê wê di kuştinên kiryar nediyar de tê qetilkirin. Malbat dîsa vedigere Hîlwanê. Dayika wê Emîne Haci Yusufoglu di 1978’an de di şaredariya Hîlwanê de wek yekem jina endama meclîsê tê hilbijartin.

Meral diyar dike ku di 1978’an de têkoşîna azadiyê nas dike û got di 1980’ê de di 12 saliya xwe de hatiye girtin û di girtîgeha Amedê de maye. Meralê got: “Wê demê Gultan Kişanak jî hebû. Di nasnameyê de temenê min 14 bû lê ez bi rastî 12 salî bûm. Her kesî ji min re digot ‘Merala biçûk’. Ez 6 mehan girtî mam.”

Meralê wiha berdewam kir: “Ez ji girtîgehê derketim min li 4 xwişk û birayên xwe nêrt. Ya herî biçûk 3 salî bû. Dayika min 4 sal û nîvan di girtîgehê de ma. Ez neçûm dibistanê jî. Ez û xwişk û birayên xwe tenê man. Xizmên dê û bavê min jî em nexwestin. Em bê dê û bav man. Kesî silav nedida me. Dema dayika min ket girtîgehê jinek 28 salî bû. Piştî vê min tu car dest ji têkoşînê berneda.”

‘HEVJÎNÊ MIN KRÎZ DERBAS KIR’

Meralê bi lêv kir ku çawa dayika wê ji girtîgehê derketiye çûne Stenbolê cem xalê xwe û piştî vê jî dest ji têkoşînê bernedane. Meralê diyar kir ku hevjînê wê jî di rêveberiya Sendîkaya Kedkarên Buroyê de bûye û bi KHK’ê ji kar hatiye avêtin û piştî vê krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Meralê got li Stenbolê di demên HADEP û DEHAP’ê de xebat meşandiye û bi taybet bi malbatên koçber re xebat meşandiye.

Meral ya niha gopal bi kar tîne, destnîşan kir ku di dema Geziyê de birîndar bûye û wiha pê de çû: “Polîsan êrîşî me kir û hemû kes bi ser hev de ketin. Hestiyê kulîmeka min pelçiqî. Piştre jî ez baş nebûm. Ez di temên biçûk de mexdur bûm niha jî hatim mexdûrkirin. Ji bo pergala faşîst têk biçe çi ji destê min bê ez ê bikim.

‘HDP SÎWANEYA GELANE’

Meralê daxuyakirin ku HDP sîwana gelan e û got her kesî hembêz dike û ji ber vê HDP tercih kiriye. Meralê ev tişt anî ziman: “Li Rihayê 14 namzet hene û hêviya me ev e ku her 14 heb jî biçin meclîsê. HDP di heman demê de partiya jinê ye. Em ê gelek tiştî bi hev re bi ser bixînin. Li seranserê welat wê gelek hevalên me biçin Meclîsê. Em hedef dikin ku pêşî li kuştina jin û zarokan bigirin. Pêşî li îstîsmarê bigirin.” JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.