Herêma Minbic ji sala 2014’an heta 2016’an serdemeke tarî jiya. Bajarê ku wekî navenda çandê dihat pênasekirin veguherî bargeha sereke ya çeteyên biyanî yên ku di sînorê Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibûn, her qadeke wê bibû cihên serjêkirina mirovan.
Bi destpêka pêvajoya Şoreşa Sûriyê re gelê Minbicê li hemberî desthilatdariya rêjîma serî rakir. Xwepêşandana yekemîn di 21’ê Nîsana 2011’an dest pê kir.
Girûpên bi navê “Tabûra Kerama, Mucahidî El-Kerama, El-Nûman, El-Qaqa, El-Udeyat, Umer Bin El-Xetab, Siwar Minbic, Şuheda Minbic, Elî Bin Ebî Talib, El-Şêx Eqîl, El-Heremeyn, Um El-Ewasim, Cund Mihemed, Sultan Silêman Şah, El-Buxarî, Seyf El-Islam, Ehrar Sûriya, El-Emniya, Mucahidî Minbic, Fecir El-Islam, Rîmah El-Rafîdeyn, Ceyş El-Islam, Ehrar El-Şam, Ensar El-Suna, Siqûr El-Şam, Ehrar Minbic, El-Farûq, Îbad El-Rihman, El-Qiwa 17, El-Heris El-Sewrî, Ayşa, El-Nesir, Fursan El-Furat, Ebû Eyûb El-Ensarî, Tariq Bin Ziyad, Ecyal El-Musteqbel, Ebû Abdullah Eê-Begarî, El-Ûme, Sefa û Merwa, Tabûra El-Salihîn, El-Şêx Salih, Emar Bin Yasir, Eshab El-Yemîn, El-Herîrî û Heyet El-Emir Bilmarûf û Nehî En El-Munker” di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bajar ji destê rêjîmê derxist û deverên herêmê li xwe par kirin, di navbera wan de şer hebû. Çeteyên DAIŞ di Adara 2013’an de êrîşî bajêr kir û di Çileya 2014’an de bajêr bi temamî dagir kirin.
BAJARÊ ÇANDÊ VEGUHERÎ ZINDANEKE TARÎ
Bajarê Minbicê ji ber cihê xwe yê li rex ava Firatê û nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ye xwedî cihek stratejîk e. Girîngiya xwe ji bo Çeteyê DAIŞ riya stratîjîk e ku bajar bi bargeha sereke ya DAIŞ “Reqa” ve girê dide. Tirkiyê sînorê xwe ji DAIŞ’ê re vedike û derbaskirina alîkariyan lojîstî û leşkerî hesan kir. Her wiha bajar wekî bargeha pêşwazîkirina çeteyên biyanî û perwerdekirina wan dihat dîtin.
BARGEHA SERKE YA ÇETEYÊN BIYANÎ YE
Herêma Minbic ji bo DAIŞ’ê bargeha duyemîn a piştî Reqa ye û ya yekemîn ji bo çeteyên biyanî dihatin naskirin. Dewleta Tirkiyê sînorê xwe ji çeteyên biyanî re vekir da ku derbasî Sûriyê bibin. Bi dehan belge ku rastiya vê yekê eşkere dikirin derketin holê. Rojnameya Newyork Tims belgeyek weşand, di belgeyê de diyar dibe ku Tirkiyê “Semada Yora” ya ji bo çêkirina teqmenî û bombeyan derbasî Girê Spî kir, her wiha gelek belgeyên din têkiyên bazirganî di navbera DAIŞ û Tirkiyê û Tirkiyê û çeteyên Ehrar El-Şam de hatin dîtin.
KIRYARÊN DAIŞ LI MINBICÊ
Piştî 6 mehan ji dagirkirinê re, çeteyên DAIŞ dest bi hemleyên girtina li ser malan kirin, çek alavên teknînkê, telefon desteser kirin û kesên çixare bi kar di anîn jî digirtin.
Di Çileya 2014’an de çeteyên DAIŞ herêma Minbicê wekî wîlayetek ragihand û rêbazên xwe yên tumduraw li dijî sivîlan bi kar di anîn. Li deriyê ketina bajaroka Tetalik afîşeyek “Wîlayeta Minbic” danî bû û dîwar bi rengê reş boyax kiribûn.
Hemû dikanên firotina tûtinê û çixare hatin girtin. Kesên çixare bi kar di anîn dihatin digirtin û êşkencekirin. Cilên reş û girtina rû li ser jinan feriz dikirin, qedexe bû ku jin bi tenê li kolanan bimeşe an jî li pey motosêklêtan siwar bibin. Dema çeteyên DAIŞ banga “sînorekê ji dizî, tecawizî, esyancî” re deyn şêniyên Minbic saw digirtin.
Çeteyên DAIŞ bi tawanên cuda, kesê tewanbarkirî li ser dikeke li qada bajar û li pêşberî her kes ceza dikirin da ku ji her kesî re “bibe îbret”.
MIZGEFT RÛXANDIN Û ÎMAM KUŞTIN
Çeteyên DAIŞ, di Gulana 2014’an de bi bahaniya ku gora şêx di mizgeftê de ye, Mizgefta Şêx Eqîl El-Minbicî teqandin. Avakirina goran li mizgeftan qedexe kiribûn. Îmam û xetîbên xwe li mizgeftan belav kirin.
Îmamê Mizgefta Mezin a Mihemed Seyîd El-Dîbo ku rêbazên DAIŞ rexne dikir û qebûl nekir mizgeftê radestî wan bike hate girtin. Şêniyên Minbicê li dijî girtin îmamî mizgeftê çalakî lidar xistin. Çeteyan ji tirsa ku xwepêşandin li herdeverê belav bibe şêx berdan, piştî hefteyekê ew di mizgeftê de li ser nimêja sibeha kuştin.
Hemû dibistan û zanîngeha Ibn Xeldûn girtin û xwendekar ji xwendinê qût kirin. Her wiha mamosteyên wê neçar kirin perwerdeyên olî bibînin da ku li dibistanan bidin.
Hejmara xwendekaran ji sedî 5 derbas nekira îmamê mizgeftê çalakî li dar xistin, çeteyan ew berdan, piştî hefteyekê li mizgeftê kuştin.
Qadên bajar veguherandibûn cihê serjêkirinê, tenê li çerxeriya Sefîne 260 kes hatin serêjkirin. Çeteyên li ser navê “Husba” şênî kontorl dikirin, telefonên wan ên destan, milkên welatiyên ku ji derve bin talan dikirinê. Mûçe li dukandaran û baziranan feriz kirin.
Li hemberî kurdan jî siyasetên “paqijiya etnîkî” meşandin. Dikan û milkên wan telan kirin û bi dehan jî girtin, bi hezaran jî ji qewitandin derve. Bajar kirin bargeha bikaranîna êrîşên yên li ser Kobanê.
GEL SERÎ NETEWAND
Îradeya gel a li hemberî hovîtiya çeteyan û piştevanên wan neşikest û serî netewand. Gelê Minbicê 18’ê Gulana 2014’ê çalakiyên giravê li dar xistin, çeteyan bi sedan çalakger girtin û gelek jî enfaz kirin. Dîsa jî gel têkoşîna qet ranewestandin û bajarê rizgar kirin. Şêniyên ku ji ber zulma çeteyan neçarî derketinê bibûn hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Komên wekî Cebhet El-Ekrad, Şems El Şemal ku piştre di bin sîwaneya Burkan El-Firat de bûn yek, çend ji wana ne. Herî dawiyê di 2’ê Nîsana 2016’ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat avakirin û di 1’ê Hezîrana 2016’an de hemleya rizgarkirina herêmê hat destpêkirin.ANHA