Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Avrîn çîroka berxwedanê vedibêje

04/06/2018
in Uncategorized
A A
Avrîn çîroka  berxwedanê vedibêje
Share on FacebookShare on Twitter

Nexweşxaneya Avrîn yek ji saziyên herî zêde şahîdiya hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê kiriye. Ji yekemîn roja êrîşan ve rasterast bû armanca balefirên faşîzma Tirk. Ekîpa Avrîn dizanîbû ku dewleta Tirk ti zagon û exlaqekî şer nasnake, ji ber vê jî di 15 Adara 2018an de û bi bilindbûna asta hovîtiyê re, hinek alav û amûrên nexweşxaneyê veguhestin navçeya Şerawa. Li wir jî nexweşxaneya Avrîn xizmeta tendirustiyê bi îmkanên heyî dewam kir.

AVRÎN HEWCEYÎ DOKTORÊN PISPOR E
Li Kantona Şehba li kêleka gelê Ereb, Tirkmen û Kurd bi hezaran Efrîniyên mecbûrî koçberiyê bûne dijîn. Ekîpa Avrîn a ji dehan nexweşnêr û heft bijîşkan pêk tê li navçeya Fafînê bi cih bûye. Di saheya avahiya nexweşxaneya Avrîn de çend Kervanên senkirin, mudexeleya lezgîn, wênegiriya pertewî û labratwarek hene. Lê dîsa jî Avrîn bi hewceyî doktorên pispor ên hemû beşan e.

XIZMET BÊ PERE YE
Nexweşxaneya Avrîn li kêleka xalên Heyva Sor a Kurd xizmetên tendirustiyê bê pere pêşkêş dike. Tevî kêmderfetiyan û nebûna gelek cureyên derman û doktorên pispor, rojane ji 300 heyanî 500 nexweşan pêşwazî dike. Ev jî ne li gorî kapasîteya alav, amûr û ekîpa Avrîn e.

EM LI KÊLEKA GELÊ XWE NE
Rêveberê nexweşxaneya Avrîn Dr. Abdulqadir Ico di vê derbarê de dibêje ku ew bi hinek doktorên ji Efrînê koçî hin deverên dîtir kirine re di nava têkîliyê de ne ku vegerin û xizmeta civaka xwe bikin. Derbarê doktorên li Şehbayê jî mane Ico dibêje: Erkekî exlaqî, mirovî û neteweyî li ser pişta van doktoran e. Ji ber vê jî li kêleka gelê xwe li vê herêma paşguhkirî mane.

BEŞ ZÊDE DIBIN
Nexweşxaneya Avrîn piştî Kîmar û Ehrezê li navçeya Fafînê bi cih dibe. Di rûpîvna xwe ya biçûk de beşên mudexeleya lezgîn a hundirîn, zarok, mudexeleya emeliyatê, labratwar, wênegiriya pertewî û dermangehek hene. Her wiha sê doktorên hestî, du yên hinavan, bijîşka jinan, bijîşkekî zarokan û 35 nexweşnêr û hinervan hene.

EM Ê EKÎPA XWE XORT BIKIN
Rêveberê Avrîn Dr. Ico tekez dike ku nexweşxane ji sedî 70 pêdivî û xizmeta tendirustiyê li vê herêmê pêk tîne. Lê dîsa kêmbûna derman û destekdayîna şermok cihê rexnê ye. Niha jî ew hewl didin bi desteka Cizîr, Kobanê û doktorên ji derveyî Şehbayê ekîpa xwe ya tendirustiyê xort bikin.

JI GEZA MAR Û DÛPIŞKAN RE DERMAN
Dr. Abdulqadir Ico dawiyê de got: Vê dawiyê gelek nexweşiyên nola rûvîkulî, wêran û leşmanyayê belav bûne. Çav li rêye bi alîkariya bi Heyva Sor a Kurd re dermanên pêwîst bên dabînkirin. Her wiha ji bo geza mar û dupişkan wê Heyva Sor a Kurd dermanên pêwîst dabîn bike.

Idrîs HENAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.