Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Kurdistanê 60 buyerên girîng

04/06/2018
in Uncategorized
A A
Li Kurdistanê 60 buyerên girîng
Share on FacebookShare on Twitter

Rojnamevan Farûk Sakik bûyerên girîng ên 60 salî ku mohra xwe li Kurdistanê dane bi navê ‘’60 Bûyer’’ kire pirtûk. Sakik got bi mebesta ku bûyerên dîrokê ji nifşên siberojê re bihêle ev pirtûk nivisiye.

Rojnamevan Farûk Sakik ku ev nêzî 30 sal in li Kurdistanê û Ewropayê nûçegihaniyê dike 60 bûyerên girîng ên vî 60 salê dawî ku mohra xwe li Kurdistanê daye bi navê ‘’Ewroj /Ji Dîroka Nêz 60 bûyer’’ kire pirtûk. Pirtûka ku bi Kurdî hatî amadekirin beriya bi çend rojan ji Weşanên Mezopotamyayê derket.
Pirtûk doza xwendekarên Kurd ku bi rengê ‘’Doza 49’an’’ tê zanîn, 1978’an avabûna PKK’ê, destpêka şerê çekdarî yê Kurdan ên li dijî dewleta Tirk a 15’ê Tebaxê, Komkujiya Halepçe, avabûna MED TV, Komkujiya Roboskê û herî dawî berxwedana xwerêveberiyê ya 2015’an a Bakur di nav xwe de vedihewîne.
Pirtûk xwe dispêrê wêne û belgeyan û îfadeyên şahidên demê. Nivîskar li ser pirtûkê got, ‘’Teqez divê li mala her Kurdî hebe’’.
Sakik got ji pirtûkê armanca wî ew e ku bûyerên 60 salên dawî ji nifşê nû re bihêle.
Sakik dibêje ku wî ev pirtûka navborî beriya niha di Roj Tv û Stêrk TVde di bernameya ‘Arşîv’ê de weşandiye, bûyerên girîng yên dîroka nêz in û ev dîrok diviya mayinde bibûya, ji bo vê sedemê jî pirtûk amade kiriye.
Sakik li ser armanca xwe ya amadekirina pirtûkê jî wiha dibêje; ‘’Ji bo ku em ji zarokên xwe re û siberoja xwe re bihêlin min ev pirtûk hazir kir. Ji bo ku 60 bûyerên 60 salên dawî ji veguhezînim nifşê nû. Ji 1950’î heta 2015’an dI van hemû bûyeran de êş hene. Ji bo ku ev neyê jibîrkirin, dubare nebe û were zanîn min ev nivîsî.’’
Nivîskarê pirtûkê diyar dike ku pirtûk li ser sê bingehan ava bûye; doza 49’an, avabûna PKK’ê ya di 1978’an de û serdema xwerêveberiyê ya 2015’an.
Sedama vê jî wiha dibêje, ‘’Çima doza 48’an? Piştî serhildanan demeke dirêj bêdengiyek çêbû, 49 dixwazin vê bişkînin lê dewlet bi ser wan de diçe. Têkoşîna ku xwendekarên Kurd dixwazin bidin destpêkirin tê tepisandin. Dîsa bêdengî. Piştre nifşê 68’an û tevgerên xwendekaran, 1978’an ji nav tevgerên xwendekaran Apocî PKK’ê ava dikin.
PKK pêvajoyek e. Armanca PKK’ê xweseriya demokratîk bû. 2015’an bi ragihandina xweseriya demokratîk ev armanc hate danîn. 49 bi ser neketin. 78’an rêxistinek ava bû, 2015’an gihaşte armanca xwe.’’
Di pirtûkê de mijarên ku dertên pêş; avabûna PKK’ê, 15’ê Tebaxê, kuştina Esad Oktay Yildiran, kuştina Cengîz Altûn, 1994’an avêtina parlamenterên DEP’ê û girtina wan, komkujiya Helepçe, Newala Qesaba, kuştina Vedat Aydin, avabûna MED TV, komkujiya Sêwasê û Şoreşa Rojava.
Sakik derbarê pirtûkê de dibêje, ‘’Ev pirtûk bi wesfê lêkolîn, belgeyê ye. Bîr, dîrok û bibîranîn e. Divê li mala her Kurdî hebe. Tekana armanca min ew e ku nifşên nû vê zanibin. ‘’
Nivîskarê pirtûkê diyar dike ku wî bixwe şahidî ji hin van bûyeran re kiriye. Yên din jî bi nûçegihaniyê şopandiye. Şahidî şewitandina gundên Mûşê kiriye, tevlî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bûye, şahidê destpêka rojnameya Serxwebûnê bûye. Her wiha bûye şahid ku DEP’î ji meclîsê hatin avêtin û girtin.
Rojnamevan Farûk Sakik her wih got komkujiya Roboskê, Ceylan Onkol pir bandor lê kiriye. Dema ku pirtûk amade kiriye psîkolojiya wî ne baş bûye, niha tedawiyê dibîne û her şev di xew de li qadeke şer e, li girtîgehê ye û din av kaosê de ye û dibêje, ‘’Ev bûyerên wiha kariger û li ser civakê şopa xwe hiştine, di bîrê de mane, diviya mayinde bibûna, ji bo nifşên nû bihatana veguhaztin. Bi vê fikre min ev pirtûk amade kir.’’…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.