Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêya Mihemed Şêxo dişopîn e

04/06/2018
in Uncategorized
A A
Rêya Mihemed Şêxo dişopîn e
Share on FacebookShare on Twitter

Şagirtê Mihemed Şêxo, Îsa Mihemed rêya mamosteyê xwe dişopîne û ev 35 sale bi hezkirinek mezin li amûrên mûzîkê dide û wan dikire û difroşe.
Gelek kes hezkirin û wateya mûzîkê cuda cuda pênase dikin. Îsa Mihemed ê 50 salî mûzîkê wekî hevaleke xwe yê herî nêzîk pênase dike. Hevaltiya wî ya bi alavên mûzîkê re gelek mezin e. Mihemed di 15 saliya xwe de dest bi lêxistina tembûrê û gotina stranan dike. Birayê Îsa, Nezîr Îsa heval û şagirtê hunermend û dengbêjê Kurd ê bi nav û deng Mihemed Şexo bû. Îsa jî bi riya Mihemed Şexo û birayê xwe mûzîkê nas dike. Di 15 salî ya xwe de bi hevalêkî xwe re pere kom dike, herdû bi hev re tembûrekê dikirin. Hêdî hedî xwe fêrî tembûr û amûrên mûzîkê dike. Despêkê di dawetan de li tembûrê dixe û bi navê Îsa yê tembûrvan tê naskirin.
EZ JI MIHEMED ŞÊXO BI BANDOR BÛM
Hezkirin û hewildana Îsa ya ji mûzîkê dibe sedema pêşketin û gavavêtinê. Îsa, derbarê naskirina wî ya ji mûzîkê re ev tişt anî ziman: “Bandorbûna min a bi Mihemed Şêxo hişt ez werim vê astê. Dema min dest bi mûzîkê kir; min xwe di nava cîhaneke cuda de dît û pir bandorbûm. Rûhê min zindî bû û axa miriyan ji ser min hate avêtin. Nasîna Mihemed Şêxo ji bo min şans û derfetekî pir mezin bû. Mihemed Şêxo her dem hewildida ku ciwanan fêrî mûzîkê bike û ji bo pêşketina mirovan hewldanek mezin dida.”
Îsa da zanîn ku ew gotina Mihemed Şêxo ya “dest ji hûnerê bernedin û stranên kurdî berdewam bikin” tu caran ji bîr nake, heta roja îro ji bo pêkanîna gotina hunermendê mezin kar û xebatên xwe didomîne.
Îsa ev 25 sale li Sûka Qamişlo dikana amûrên mûzîkê vekiriye, amûrên wek tembûr, ûd, gîtar, erbane û bilûrê difroşe. Îsa amûran ji bajarê Şamê dikire û tine Qamişlo.
ZAROKAN JÎ FÊR DIKE
3 kur û 2 keçên Îsa hene. Îsa hezkirina xwe ya mûzîkê bi wan jî re parve dike. Di heman demê de zarokên ku dixwazin fêrî amûrên mûzîkê bibin, fêr dike û xwestekên wan pêk tîn e. Îsa diyar kir ku ji beriya 35 salan derfetên wan ên kirrîna amûran tune bû û wiha axivî: “Îro li hemû malan amûrên mûzîkê hene. Ciwanên me bi mûzîkê re bûne yek û xwedî lê derdikevin. Ev jî moral û keyfxweşiyê dide me.”
MUZÎK HESTÊ MIROVAN E
Îsa destnîşan kir ku heger mûzîk nebaya wê hestên mirovan tune ba, mûzîk çand û hebûna gel e, muzîk jiyan bi xwe ye. Îsa da zanîn ku mûzîk bûye hevalê wî yê herî nêzîk û got: “Demên ez pir hestyar dibim, dest didim tembûra xwe û hestên xwe parve dikim. Tembûr gûhdarvana herî mezin a êş û keyfxweşiya mirove. Ez û tembûra xwe bûne hevalê hev û 24 saetan bi hevre ne. Tembûr bûye parçeyek ji laşê min.”…ANHA

Post Views: 87
ShareTweetPin

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.