Bi hatina werza Havînê re û destpêkirina germê re, koçberî û rêwîtiya niştecihên gundên Pişder a ber bi zozanên Qendîl ve destpê dike.
Ji destpêka meha Gulanê ve, niştecihên gundên Dugman, Zenglan, Girtik, Pîran, Maxûmezin, Resu Haciyan yên herêma Pişder girêdayî herêma Raperîn a ser bi Silêmaniyê ve, berê xwe didin zozanên Qendîlê.
Salane li Herêma Kurdistanê, welatiyên li gundan dijîn bi taybetî herêmên çiyayî, ji bo çandinî û lawirvaniyê bi hatina werza Havînê re berê xwe didin cihên fênik yanî zozanan. Herêma Qendîl yek ji wan herêmane ku herî zêde xelk Havîna diçinê. ROJNEWS