Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çanda civakên klan berdewam e

04/06/2018
in Uncategorized
A A
Çanda civakên klan berdewam e
Share on FacebookShare on Twitter

Pevguhertina xwarinan di navbera cîranan de bi taybet di cejn û munasebetan de kevneşopiyeke gel a kevnar e. Welatiyên Tebqa jî weke bajarên din ên derdorê rê û resmên meha Remezana pîroz didin meşandin û cîran şîv û xwarinên fitarê pev diguherin.
Herêma Tebqa di meha Remezana pîroz de gelek kevneşopiyên xwe diparêze. Di vê meha pîroz de cîran şîv û xwarinên fitara pevdiguherin. Ev kevneşopî têkliya di navbera cîranan de nîşan dide û wateya hezkirinê diyar dike.
Dibe ku ev kevneşopî girêdayî serdema Neolotîk be ku endamên Kilan hilberîna xwe ya zêde belav dikirin û komkirin û malgirtin weke sûcekê digirtin dest.
Li bajarê Tebqa di dema fitara Remezanê de zarok şîv û xwarinan bi cîranan re pevdiguherin. Her wiha şîraniyên taybet bi herêmê jî pev diguherin. Sifreya fitara Remezanê ya her malbatekê gelek cûre xwarin li ser datên. Sifreya malbatên heman kolanê hema weke hevûdu ne.
Yek ji rêzdariyên meha Remezanê ku welatiyên Tebqa pêk tînin, birajtina goşt e. Welatiyên Tebqa ji bo li hemberî xizanan rêzdar bin goşt nabirêjin û tenê ji xwaringehan dikirin.
Her wiha yek ji kevneşopiyên welatiyên Tebqayê li ser rihê miriyên xwe qurbanan serjêdikin û goşt li xizanan belav dikin. Ev kevneşopî hêjî li ba malbatên xwenedan berdewam e.
Li ser sifreya meha Remezana pîroz ava sûsê cihekî girîng digire û weke vexwarina fermî ya vê meha pîroz e.
Yek ji xwarinên Tebqayê ku welatî di dema siharê de dixwin “Henînî” ye, Henînî xurme ne û bi rûnê sax hatiye kelandin û li rex wê dew tê vexwarin.
Welatiyên Tebqayê piştgiriyê didin zarokên xwe da ku rojiyê bikin û di rojên destpêka rojiyê de jêre dibêjin rojiya xezalan ango zarok dikarin heta nîvroj rojiyê bigirin û ji bo zarok rojiyên xwe berdewam bikin pereyan ji bav û dayîkên xwe werdigirin. ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.