Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tecrîd herî zêde ZIYAN DIDE Tirkiyê’

04/06/2018
in Uncategorized
A A
‘Tecrîd herî zêde ZIYAN DIDE Tirkiyê’
Share on FacebookShare on Twitter

Siyasetmedar û rewşenbîrên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê hewl dide gelên herêmê ji fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dûr bixîne û di vê derbarê de tecrîdeke hişk li ser Ocalan ferz dike. Siyasetmedar û Rewşenbîran her wiha piştrast kirin ku di vê tecrîda li ser Ocalan de herî zêde Tirkiye ziyanan dibîne.

Hikûmeta AKP’ê tecrîdeke hişk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike. AKP’ê ji sala 2011’an ve serdanên parêzerên wî qedexe kirine û ji îlona 2016’an ve serdana malbata wî jî qedexe kiriye.
Girêdayî mijarê hin siyasetmedar û rewşenbîrên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji ajansa me ANHA’yê re axivîn û diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê bi riya vî şerê xwe yê taybet hewl dide gelên herêmê ji fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dûr bixîne.
Endamê Rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk Silêman Hisên got ku gelên herêmê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re xelasî digirin dest û wiha got: “Dewletên komploker ên dijberiy agelê Kurd dikin nikaribûn fikra Ocalan sînordar bikin, nemaze niha fikra wî li giştî Rojhilata Navîn tê jiyîn. Her wiha gelek tevgerên rizgariyê yên cîhanê di felsefeya Ocalan de çareseriya herî guncaw dibînin û êdî fikra Ocalan veguheriye sembola gelên bindest.”
Endama Yekîtiya Rewşenbîran Merwa El-Hisên girêdayî heman mijarê got ku di nirxandina dîrokê de diyar dibe ku her tim dijminên doza Kurdî û bi taybet dewleta Tirk şerê fikr, çand û serkeftinên Kurdî dike. Merwa di axaftina xwe de got ku piştî gelên herêmê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kirin, Tirkiye tecrîdeke hişk li ser Rêber Ocalan ferz dike da ku rê li pêşiya belavbûna fikra wî bigire.
Merwa behsa êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî Efrîn, Kobanê û Şengalê kir û got ku evan êrîş di çarçoveya êrîşên wê yên ji bo tunekirina çanda gelên resen de pêk tên da ku ji rastiya wan a cewherî dûr bicîne û bi hemû derfetên xwe hewl dide gelê Kurd ji rewşa rêberê xwe û tenduristiya wî dûr bixîne.
Endamê Rêveberiya Yekîtiya rewşenbîran Nesar Elî got ku bê agahiyên gelên herêmê ji tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hişt ku hêrsa hemû azadîxwazan zêde bibe.
Elî di dawiya axaftina xwe de wiha destnîşan kir: “Dewleta Tirkiyeyê nikaribû felsefeya Rêber Ocalan sînordar bike, nemaze niha diyar dibe ku sembola jiyana hevbeş a gelên herêmê ye. Tevî ku Tirkiye ne tenê beşdarê komploya navnetewî ye, lê dîsa jî têk çû ji ber ku gelên herêmê nexwestin ji bo berjewendiyên dewletên dagirker bibin amûr.” ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.