Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kartal: em dikarin faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin

04/06/2018
in Uncategorized
A A
Kartal: em dikarin faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin
Share on FacebookShare on Twitter

Serokê KONGR-GEL Remzî Kartal li bajarê Orebroyê yê Swêdê axivî û bal kişande ser êrîşên qirker ên ser siyaseta Kurd. Kartal got, Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, hin parlamanter girtî ne û li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Kartal got, hilbijartina ku di nav van şertan de pêk tê ji bo Kurdan û bindestan çendî girîng e.
Kartal diyar kir ku çavê hemû lehengên têkoşîna azadiyê û yên ku berdêl dane li hilbijartina 24’ê Hezîranê ye û got, girîng e bê Kurd wê çawa bersivê bidin konsepta taybet û şerê dijî Kurdan. Kartal got, “Gelê me wê bikaribin bersivê bidin vê konseptê? Erdogan her tiştî seferber dike. Armanc ew e ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Heke HDP di bin bendê de bimîne Erdogan wê desthilatdariya xwe qeyîm bike. Heke ji bendê derbas bibe, diyar e bê ka Erdogan û çeteyên wî wê li çi rast werin. Ji bo vê jî bi hemû hêza xwe bi ser HDP’ê û welaparêzan de diçe.”
Kartal diyar kir ku Erdogan hemû saziyên dewletê bi dest xistine û her cure neyêniyan bi bikaranîna saziyên dewletê dike. Kartal got, divê hemû Kurdistanî û hêzên demokratîk hay ji vê hebin û bizanibin ku Erdogan çendî bi taloke dilîze.
Kartal bi domdarî got, Erdogan û Bahçelî ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin her tiştî dikin, hay jê hene ku tenê HDP’ê di bin bendê de bihêlin ew dikarin desthilatdariya xwe bidomînin. Kartal destnîşan kir ku divê partiyên di nav ‘Tifaqa Millî’ de zanibin ku HDP bendê derbas neke ew ê jî têk biçin.
Kartal bi domdarî diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo Kurdan û dostên wan fersendeke dîrokî ye, ji bo vê divê kêfareteke mezin bikin û got: “Em dikarin Erdogan hilweşînin. Em dikarin faşîzmê, MHP’ê hilweşînin. Şertê vê ew e ku em gel bibin ser sindoqê û serketineke mezin bi dest ve bînin. Divê em careke din 7’ê Hezîranê bijîn. Hilbijartina 24’ê Hezîranê ji ya 7’ê Hezîranê girîngtir e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.