Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çiyayê Fas; Armanca Trump ya nû ye

19/07/2026
in CîHAN
A A
Çiyayê Fas; Armanca Trump ya nû ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Gefên herî dawî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser hilweşandina binesaziya nukleerî ya Îranê ya binê “Çiyayê Fas (Pickaxe Mountain), nîqaş û gumanên nû li ser ast, bandor û girîngiya stratejîk a vê navenda asê ya binerdî derxistin holê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtnekê de ku di 13’ê Tîrmehê pê re hatiye çêkirin diyar kir ku; “Em ê Çiyayê Fas hiliwşînin. Ji Îraniyan re bêjin xwe amade bikin.”

Çiyayê Fas (Pickaxe Mountain), li nêzî tesîsa nukleerî ya Natnaz ya Îranê ye, bi hevahengiya domandina êrişên Amerîkayê li ser cihên cuda yên Îranê ve û di heman dema ku Wahngtonê Çiyayê Fas wekî yek ji tesîsên nukleerî yên herî bi hêz bi nav dike jî, Îran tekez dike ku ew tesîs ji bo komkirina cîhazên (Terda Navendî) ye. Gelo çima “Çiyayê Fas” bûye armanceke nû ji bo Trump?

Di rojên dawî de Çiayayê Fas bûye yek ji sernavên berbiçav ên pevçûna Amerîka û Îranê. Li gorî raporan, ev yek nîşan dide ku bala Amerîkayê ji hedefgirtina şiyanên leşkerî yên kevneşopî veghurî cihên girêdayî bernameya nukleerî ya Îranê ve.

Çiyayê Fas li ku deverê ye?

Cihê wê di hundirê çiya de ye bi dirêjahiya 1,6 kîlometre ber bi başûrê Tesîsa Natnaz a Nukleerî ve, bi farisî bi “Koh Koleng Ghaz La” tê nasîn. Çiyayê Fas 220 kîlometre li başûrê Tehranê ye û du kîlometreyan dûrî kompleska nukleerî ya Natnazê ye. Natnaz ku du stasyonên dewlemendkirina yuranyûmê lê hene, rastî êrişa Amerîkayê û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de hat. Herwiha di şerê sala borî de ku 12 rojan berdewam kir.

Bilindahiya lutkeya çiya nêzî 1600 metre li ser asta rûberî ya deryayî ye. Du stasyonên ku lê hene di asta xebitandinê de ne, yek li ser erdê û yek li bin erdê ye. Ajansa Navdewletî ya enerjiya Atomî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku stasyona li ser erdê hatiye têkbirin. Lê stasyona din ya bin erdê dibe ku hin zirarên mezin lê hatiye kirin.

Dîroka Çiyayê Fas

             Ev cih bi bernameya nukleerî ya Îranê ku ev demeke dirêje rêgeşiyeke di navbera rojava û Îranê de çêkiriye, girêdayî ye. Îran jî idayên hewldanên wê ji bo bidestxistina bombeya atomî red dike. Li gorî ku Peymangeha Zanistî û Ewlehiya Navdewletî diyar kiriye, avakirina tesîsê di sala 2020’an li “Çiyayê Fas” destpê kiriye, dema ku rayedarên Îranê wê çaxê gotin ku teqîneke bi sedema sabotajê çêbû. Di heman demê de diyar kirin ku sabotaja Natnzê gelek zirar bi xwe re anî, ku dikare bibe sedema kêmbûna pêşveçûna cîhazên Terda Navendî ya pêşketî ji bo dewlemendkirina yuranyûmê.

Di Îlona wê salê de jî, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê yê wê demê Alî Ekber got ku Îran dest bi avakirina “holeke nûjentir, mezintir û ji her alî ve berfirehtir li navenda çiyayê nêzîkî Natanzê” ji bo çêkirina cîhazên Terda Navendî yên pêşketî, kiriye.

Rêvebrê giştî yê Ajansa Navdewletê ya Enerjiya Atomê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî Rafael Grossir, digel hevdîtinekê bi PBS Frontline di meha Adarê de îşaret kir ku Îran berî niha niyeta xwe ya pêkanîna çalakiyên nukleerî li Çiyayê Fas, raghandibû û wiha lê zêde kir: “Ev yek beşeke ji niyeta wan a sîstematîk ji bo ku tesîsên xwe yên herî hestiyar bixin bin erdê, bû.”

 Îran di wir de çi ava kir?

Peymangeha ku wêneyên satelîtê ya vî cihî analîz kiriye eşker kir ku tesîs ji du deriyan pêk tê, dibe ku her du ber bi yek tesîsekê ve diçin û kurahiya wê ne kêmî 100 metre di bin çiya de ye. Peymangehê di raporekê de ku di 14’ê tîrmehê de hatiye weşandin, tê de destnîşan kiriye ku bi gelemperî tedbîrên parastina madî ji hawîrdoreke bi ewle, çarçoveyeke berfireh û hêzeke mezin ji bo deriyên tunelan, pêk tên.

Di rapora peymangehê de bal hat kişandin li ser her du deriyên tunelê yên aliyê rojhilat, hat diyar kirin ku ji bo astengkirin gihaştina erebeyên bejahî, ji destpêka her du pevçûnan beşeke ji wan hatiye hilwişandin, lê bi tevahî ne hatine girtin.

Ev tesîs fikaran çêdike, çima?

Li gorî raporên îstxbaratên Amerîkayê, tesîs di bin kevirên Giranêt ên zexm bi sedê metreyan hatiye avakirin, da ku li hember bombeyên bunkerşikêner xurt bimîne.

Li gorî malpera Monîtor, Îstxbarata Amerîkayê dibîne ku Îran ji bo dewlemendakirina yuranyûmê hewil dide ku tesîseke veşartî ava bike, da ku bibe “vebijarkek yedek a stratîjîk” ji bo ku parastina bernameya xwe ya nukleerî bike, dema ku tesîsên din li hemberî êrşan bên.

Li hember vê yekê jî, Tehran tekezî dike ku ev cih tenê ji bo komkirin û çêkirina cîhazên Terda Navendî ya pêşketî ye, ne ji bo dewlemendkirina yuranyûmê.

Washngtonê çavdêriyê dike

Trump di daxuyaniyên xwe de di 13’ê Tîrmehê de, wiha got; “Wahngtonê ji nêz ve çavdêriya “Çiyayê Fas” dike, em tu çalakiyekê li wir nabînin. Ji aliyê bernameya wan a nukleerî ve helwesteke wan a baş nayê nîşan dan. Her gava ku em dibihîzin, em wê diteqînin. Ji ber vê yekê, ew hez nakin ku li ser vê yekê biaxivin. Lê belê em ê bi îhtimaleke mezin di demek nêzîk de êrişî Çiyayê Fas bikin.”

Di rapora peymangehê wiha hat nirxandin: “Tê nîşan dan ku tesîs hîn dest bi xebitandinê nekiriye, lê xebatên avakirinê hîn berdewam in, li gorî wêneyên setalîtê ne diyar e kengî wê dest bi xebirandinê bike.”

Raporê wiha berdewam kir: “Ne diyar e ka Îran hîn pilana avakirina tesîseke komkirinê ya berfireh dike, ji ber hiliwşandina bernameya Terda Navendî ya Îranê di nav de şiyana Îran li ser çêkirina pêkhateyên Terda Navendî yên pêwîst ji bo kargeha komkirinê.”

Herwiha hat diyar kirin ku eger Îran dest bi ji nû ve avakirina şiyana xwe ya çêkirina cîhazên Terda Navendî bike, dibe ku ew pilan dike li Çiyayê Fas tesîseke biçûktir ji bo komkirina Terda Navendî ya Îranê bike, ji bo kubikaribe xizmeta bernameya xwe ya nukleerî bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.