Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qibleya Şoreşa Rojava; Şoreşa Jin e  

19/07/2026
in Serbest
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran

Dema ku em behsa şoreşa Rojava dikin, yekser bala mirov diçe ser serkeftinên leşkerî, an jî damezrandina Rêveberiya Xweser. Lê serkeftina herî mezin û bingeha şoreşê destkeftiyên jin e. Di dîroka mirovahiyê de gelek şoreş çêbûne, piraniya wan şoreşan li ser esasê hilweşandina desthilatdaran bû, ku di aliyê zîhnî de tu guhertinên bingehîn nedane çêkirin.  Şoreşa Rojava; yekem mînakên şoreşan e ku di gelek waran de guhertin û veguhertinên bingehîn da çêkirin. Rêber Apo Şoreşa Rojava wekî pêngaveke dîrokî ya serkeftina paradîgmaye “Modernîteya Demokratîk” dinirxîne. Şoreş ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelan bûye hêviya jiyaneke azad û wekhev, ku bingeha wê li ser ekolojî, azadiya jinê û neteweya demokratîk hatiye avakirin.

Di dîroka mirovahiyê de cara yekem, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêlên şoreşê ku bi navê “Şoreşa Jin” hatiye nasîn, wek volkanekê berbelav bû. Ev şoreş tenê di herêmekê an bajarekî de sînordar nema, bandora xwe li ser jinên cîhanê kir û bû mînakek ji têkoşîna azadiya jin re.

Rêber Apo ji bo, rola jin di  şoreşê de jî wiha dibêje; “Şoreşa jinê bingeha tevahiya şoreşan e. Civak bê azadiya jinê ne dikare azad bibe, ne jî demokratîk bibe, ji ber wê jî azadiya jinê şertê bingehîn yê avakirina civaka demokratîk e”.

Belê; jin ne tenê parçeyek ji şoreşê ye, pêşeng û xwedan hêza guhertin û veguhertinê ye. Bi yekîtî û rêxistinbûyina jinan, bi têkoşîn û pêşengtiya wan, civak dikare ji zihniyeta ku desthilatdarî xwe li ser ferz dike, xwe rizgar bike.

Di pêvajoya 2014’an de dema ku Rojava di nav agirê şer de dinaliya, yên ku di vî agirî de herî zêde êş û azar dîtin jin bûn. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hem bûn dengê qêrîna jinan û hem jî bûn dengê azadiya jinê. Jinên ku di çembera çeteyên DAIŞ’ê de mabûn û li bazaran weke kole dihatin firotin, bi têkoşîna YPJ’ê rizgar bûn. Ji ber vê yekê, YPJ’ê roleke dîrokî di xilasiya jinan de lîst. YPJ’ê ne tenê hêzeke leşkerî ye, ew di heman demê de sembola îradeya jinê ye. Berxwedana wê ji Kobanê bigre heta Şengalê û ji Minbic, Reqqayê, Dêrezor heta gelek herêmên din nîşan da ku jin dikarin hem xwe hem jî civaka xwe biparêzin û di pêkanîna azadiyê de bi fikra netewa demokratîk pêşengiya guhertina civakî bikin. Berxwedana YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê di asta cîhanî de jî nerîna li ser hêza jinê guhert û ew bû sembola berxwedanê.

Bi îlankirina şoreşê re, êrişên pir alî jî destpê kirin. Li hemberî van êrişan berxwedaneke dîrokî pêk hat û gelek berdêlên giran ji aliyê jin ve hatin dayin. Hêzên desthilatdar û kujer ji ber ku destkeftiyên jinan qebûl nedikirin raste rast destkeftiyên wan hedef girtin.  Êrîşên dawiyê yên ku ji aliyê HTŞ, DAİŞ’ê û dewleta Tirk ve ku hatin kirin, armanc hedef girtina paradigma azadiya jin bû. Ew hêzên ku jinê  wek kole dibinin, dema ku îradeya jin derdikeve û xuya dike hedef digre.Îro carekedin heman hêz ji bo ku destkeftiyên şoreşê,  yên ku bi destê jin hatiye parastin, bi neqebûlkirina statuya jin di Sûriyê de ji holê rakin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku tevahiya cîhanê xistine nav tirsê, bi têkoşîna jinan hatin têkbirin. YPJ tenê şerê çekdarî ne meşand; di heman demê de şerê fikir û zihniyetê jî meşand. Ji ber vê yekê, Rêber Abdullah Ocalan şoreşa jinê wek bingeha avakirina jiyana azad û demokratîk dinirxîne. Têkoşîna YPJ’ê di cîhanê de dengvedanek mezin afirand û ji bo gelek tevgerên jinan bû çavkaniya îlhamê.

Jina ku di malê de hatibû girtin, YPJ’ê qeyd û benden ku li ser jin hatibû ferzkirin ji holê rakir. Armanca “Şoreşa Jin” ne tenê li dijî pergala desthilatdar û mêrpereste, lê di heman demê de armanca wê avakirina civakeke ku azadî, wekhevî û demokrasî li ser bingeha azadiya jinê ava dike ye. Ji ber vê yekê, şoreşa jinê tenê şoreşeke siyasî an leşkerî nîne, ew şoreşeke fikrî, civakî û çandî ye ku ji koka wî guhertina zîhniyeta mêrpereste. YPJ’ê li li gel rola xwe ya parastinê, di xebatên perwerdeyî, rêxistinkirina jinan, belavkirina hişmendiya xweparastinê û xurtkirina beşdariya jinan di jiyana civakî de jî tevlî  bû. Felsefeya YPJ li ser vê bingehê ava bûye ku parastina civakê bê azadiya jinê pêk nayê, û azadiya jinê jî bê rêxistin û xweparastinê nayê parastin.

Ji ber vê yekê, gotina “Qibleya Şoreşa Rojava; Şoreşa Jin e” tenê gotineke sembolîk nîne. Ew  rastiyeke dîrokî ye ku di pratîka Şoreşa Rojava de hatiye îspatkirin. Rola jinan û bi taybetî YPJ’ê nîşan da ku jin ne tenê beşek ji şoreşê ne, hêza sereke ya pêşvebirin, parastin û domandina wê ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.