Cemîl Xoce
Aştî ne tenê rawestandina demkî ya şer e. Aştî projeyeke jiyanê ye. Ew avakirina civakê li ser bingehê edalet, wekhevî û hevdu-qebûlkirinê ye. Îro li Tirkiyê behsa “pêvajoyeke aştiyê ya nû” tê kirin. Lê pirsa bingehîn a ku rastî derdixe holê ev e: Gelo em bi rastî li pêşiya veguherîneke rastîn in, an em li pêşiya manîpulasyoneke siyasî ya nû ne ku dixwaze demê bi dest bixe û pêlên înkarê ji nû ve rêz bike?
- Dewlet û mantiqa wê ya xetimî
Ji bo serketina her pêvajoyeke aştiyê, pêşî divê mirov xwedî wêrekî be ku bi rabirdûyê re rû bi rû bimîne. Siyasetên dewletê bi salan li ser bingehê mantiqa yekalîtî û yekrengî hatin avakirin. Ev mantiq cuda-rengiyê red dike, nasnameya gelan înkar dike û mafên bingehîn nas nake. Ji bo ku aştî bi ser bikeve, divê ev hişmendî ji kokê ve were guhertin. Pêwîst e dewlet ji zihniyeta “dewletneteweya navendî” ya ku nasnameyan dihelîne, derbasî zihniyeta “neteweya demokratîk” bibe ku bi hemû reng, çand û cudahiyên xwe ve herkesî dihewîne.
Heya niha, niyeta dewletê ne ciddî xuya dike. Tu gavên qanûnî yên şênber tunene, naskirina mafên destûrî tuneye. Di hemwextî pêvajoya aştiyê de, Tirkiye êrîşên leşkerî bi ser Rojava de birin. Bêguman em behsa êrîşên çileya vê salê dikin. Li aliyekî behsa aştî û çareseriyê tê kirin, lê di heman demê de dewlet bi her tiştî berevajî wê nîşan dide. Ev nakokiya berbiçav dide nîşandan ku pêvajo hêj di bin bandora “Taktîkên krîzê” de ye û ne stratejiyeke çareseriyê ye. Aştiya rastîn wêrekiya naskirina ya din dixwaze, ne hewldana teslîmgirtin an tunekirina wî.
- Astengiyên li pêşiya projeya Aştiyê
Aştî li ser bingehê “hevdu-qebûlkirinê” tê avakirin. Tevgera Azadiya Kurd, bi dîroka xwe ya têkoşînê ya ku 50 sal derbas kiriye û bi girseya xwe ya bi mîlyonan mirovî, xwedî îradeyeke siyasî û civakî ye ku nayê paşguhkirin an tunekirin. Binavkirina vê tevgerê wekî “teror”, reva ji rastiyê ye; hewldana înkarê ye. Aştiya rastîn diyaloga bi îradeya gel re dixwaze, ne ew xeyalên ku dewlet hewl dide di mejiyan de biçîne da ku şerên xwe rewa bike.
Faktorên derveyî jî astengiyeke mezin in. Hêzên navneteweyî bi piranî li hemberî binpêkirinan çavên xwe digirin û ji bo berjewendiyên xwe yên teng, polîtîkayên dewletê piştgirî dikin. Ev peymanên veşartî yên ku li odeyên tarî tên kirin, mafên gelan dikin qurban. Êrîşên çileyê yên li ser herêmên Kurdan, ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bigire heya Hesekê encama vê bêdengiya navneteweyî ya bêbext bû ku biryara wê li Parîsê hatibû dayîn. Aştî di bin siyên peymanên ku xwîna gelan difiroşin de nayê avakirin. Aştî, helwesteke navneteweyî ya exlaqî dixwaze ku rêzê li vîna gelan a ji bo biryardana çarenûsa xwe û parastina hebûna xwe digire.
- Çareserî: Modernîteya Demokratîk e
Çareserî ne di vegera bo rabirdûyê de ye, di pejirandina modela “modernîteya demokratîk” de ye. Ev model dibîne ku civak bingeh e; divê dewlet xizmeta civakê bike, ne zîndana wê be. Aştiya rastîn “aşitiya civakî” ye. Ew e ku hemû pêkhat “Kurd, Ereb, Suryan û yên din” di bin sîwana sîstemeke demokratîk a nenavendî de bijîn, ku rûmeta mirov biparêze. Ev model alternatîfeke şaristanî li şûna şerên neteweyî û olî pêşkêş dike, ku tê de demokrasî di civat û komunan de dibe pratîka rojane, ne tenê sloganên hilbijartinê yên vala.
Divê em fam bikin ku kokên pirsgirêkê vedigerin çend dehsalên berê. Avakirina dîrokî ya Komara Tirkiyê li ser peymanên navneteweyî yên parçekirinê bû, ku erdnîgariya herêmê wekî xelatên kolonyalîst parçe kir. Ji wê demê ve, aqîdeya înkarê serdest bû. Nasnameya Kurdî bi darê zorê hate paşguhkirin û her daxwazeke mafan wekî “metirsiya hebûnê” hate dîtin. Ev mantiq herêm anî halê wêranî û şerê berdewam. Aştî şikandina vê xeleka xerab dixwaze. Pêwîstî bi naskirina wêrekane ya çewtiyên dîrokî heye, da ku hîmên jiyana hevbeş li ser bingehê wekheviya tam werin danîn.
Naveroka aştiyê di “siyaseta exlaqî” de ye. Siyaseta ku ne armanca wê desthilatdarî ye, lê çareserkirina pirsgirêkên civakê ye. Tevgera ku vê fikrê dipejirîne, bawer dike ku aştî civakeke hişyar û rêxistinkirî dixwaze, ku karibe mafên xwe bi xwe biparêze, bêyî ku li benda bexşên desthilatdaran bimîne.
Aştî ne bexşeke dewletê ye, mafekî bingehîn ê gelan e. Ger dewlet dilsoz be, divê dawî li siyasetên dûrxistinê bîne, mantiqa leşkerî rawestîne û pêvajoyeke demokratîk bide destpêkirin ku herkesî dihewîne. Aştî îradeyeke xurt dixwaze ku û divê dewlet heman vîna ku tevgerê nîşan daye, nîşan bide.
Dewlet yan dê rêya aştiya dadmend hilbijêre ku mafên herkesî di welatekî demokratîk de misoger dike, yan jî dê di nav çerxa înkarê de bimîne ya ku ji bo herkesî tenê wêraniyan tîne. Kurd, bi fikirên xwe yên azad û îradeya xwe ya pola, her tim ji bo çareseriyê amade ne. Lêbelê, bi zelalî, ew qebûl nakin ku aştî wekî teslîmbûnê be. Aştî peymaneke di navbera azadan de ye û azadî nayê dayîn, bi têkoşîn û berxwedana hişyar tê bidestxistin. Kurd destê xwe yê aştiyê dirêj dikin, lê di heman demê de mertalê parastina hebûnê jî hildigirin. Gelo bersiv dê çi be?






