Can Yûsiv
Hunermendê Şoreşger Hozan Serhed; Bilbilê Kurdistanê… Evîndarê Welat û Dengê Azadiyê.
Di demekê de ku strana Kurdî qedexe bû û axaftina bi zimanê Kurdî li gelek herêmên Kurdî wek sûnc dihate dîtin, hunermendên Kurd ên pabendîdar bi stranên xwe yên netewî û awazên xwe yên resen, roleke sereke di parastina mîrateya çandî, parastina ziman û nasnameya netewî ya Kurdî de lîstin di rûyê siyasetên înkar û tinekirinê de.
Hozan Serhed yek ji berbiçavtirîn ji van pêşengan tê hesibandin, wî jiyan û hunera xwe hemû ji bo xizmeta gelê xwe û doza wî terxan kir, ew wekî stranbêjek gerok, serokê orkestrayê, lîstikvanê şanoyê, û sazvanek çalak yê amûra bağlamayê (tembûr) dihat nasîn.
Dema ku rêya têkoşînê hilbijart, ronahiya şanoyan li pey xwe hişt, di destekî de tembûra xwe û di destê din de çeka xwe hilgirt û bi wê baweriyê ku huner peyama berxwedan û parastina nasnameyê ye tevlî hevalên xwe yên li çiyê bû, ew bû dengê şoreşê, ji bo azadî û şehîdan stran digot, heya ku gihîşt asta şehadetê,di bin Ala welat de.
Hunermendê şoreşger Silêman Alp Dogan ku bi navê xwe yê hunerî “Hozan Serhed” tê nasîn, di 24ê tîrmeha 1970’an de li herêma Aleşgertê ya girêdayî parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, ji dê û bavek Kurd (Mihemed Îhsan û Gulsen) hatiye dunyayê û di malbateke neteweyî de ku ji şeş zarokan, du xwişk û çar bira pêk dihat, mezin bû.
Serhed di malbatê de yê herî biçûk bû ,hîn sala xwe ya yekem ne qedandibû , bavê wî jiyana xwe ji dest da, lewma malbat koçî bajarê Patnosê kir, li wir di nav şert û mercên zehmet yên civakî û aborî de mezin bû, van şertan bandoreke kûr li ser avakirina kesayetiya wî hiştin, îradeya wî xurtir kirin, û di wî de ruhê xweserî û baweriya bi xwe pêş xistin.
Ji zaroktiya xwe ve, jêhatîbûna wî ya muzîkî bi awayekî berbiçav derket holê. Di heft saliya xwe de dest bi lêdana amûra bağlama (tembûr) kir, di bin bi bandora jîngeha gelêrî ya ku tê de mezin bû, di gel bandora mîrata dewlemend a muzîka kurdî, ya tijî stranên destanî û folklorî, ev yek, bû sedema avabûna çêja wî ya hunerî û girêdana wî ya kûr bi muzîka kevneşopî ya kurdî ji salên wî yên destpêkê ve.
Hozan Serhed xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê Patnosê qedand û di nîvê salên heştêyî yên sedsala borî de, dema ku di Tirkiyeyê de diyardeya stranbêjên zarok belav bû, wî yekem gavên xwe yên hunerî avêt, ji bo vê armancê çû Stenbolê, û bi alîkariya birayê xwe yê mezin, yekem kasêta xwe bi navê “Gulo” di bin navê hunerî Murad Îhsan de tomar kir, lê şert û mercên dijwar ên aborî rê nedan ku ev ezmûn bidome; ji ber vê yekê vegeriya Patnos û xwendina xwe ya lîseyê temam kir.
Di sala 1988’an de li Îzmîrê tevlî zanîngeha Îceyê ya xwendina Mûzîkê dibe û di sala 1991ê de xwendina xwe diqedîne. Di salên xwendina xwe ya zanîngehê de, têgihiştinên wî yên fikrî û hunerî berfirehtir bûn, beşeke mezin ji hewildanên xwe terxanî lêkolîna mîrata muzîkî ya kurdî, berhevkirina stranên gelêrî yên herêmên Serhed û Botanê , û lêkolîna dîroka muzîka kurdî kir, her weha hewl da ku vê mîrata dewlemend bi ruhê demê re ji nû ve pêşkêş bike, bêyî ku ji resenbûna wê tiştek kêm bike.
Wî bawer dikir ku muzîka kurdî xwedî dewlemendiyeke hunerî ye ku dikare bi bilindtirîn dibistanên muzîkê re bibe hevseng ,her weha, ew di wê baweriyê de bû ku parastina mîrata hunerî stûnek bingehîn e ji bo parastina ziman û nasnameya neteweyî ya kurdî, û veguhastina bîra çandî ji nifşekê bo nifşekî din.
Hozan Serhed di dema xwendina zanîngehê de hevalxwendekara xwe Yildiz nas dike û di 23’ê Sibata 1991’an de li bajarê Çivrilê pêre di zewice.
Bi zêdebûna aloziyên siyasî û astengiyên ku li ser çalakiyên çandî yên Kurdî hatibûn danîn, hişmendiya wî ya neteweyî bêtir pêş ket, ji lewra ew tevlî çalakiyên siyasî û çandî bû, di encama van çalakiyan de, di sala 1991’an de biryara girtinê der barê wî de hat derxistin.
Di Tîrmeha heman salê de, ew bi hevjîna xwe Yildiz re tevlî refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Piştî demeke kin hevjîna wî Yildiz hat girtin û 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û li girtîgeha Amasyayê hat binçavkirin, piştî vê yekê Hozan Serhed ji Tirkiyeyê derket û berê xwe da herêma Heftanînê û piştre tevlî Akademiya Şehîd Mehsûm Korkmaz li Lubnanê bû û li wir perwerdeya fikrî, rêxistinî û şoreşgerî wergirt.
Ji ber jêhatiya wî ya taybet di warê muzîkê de û ezmûna wî ya hunerî, rêberiya tevgerê ew şand Ewropayê da ku beşdarî çalakiyên çandî û hunerî bibe ,û di nava rêveberiya Hunerkomê de cihê xwe bigire, û tevlî Koma Berxwedan bû û bi rêya wê beşdarî gelek festîval û çalakiyên hunerî û çandî bû.
Her weha, Hozan Serhed ezmûna stranbêjiya duetê jî bi hin ji navdartirîn hunermendên kurd re jiyand ,mîna: Tehsîn Taha, Aram Tîgran, Xelîl Xemgîn, Şivan Perwer, Xemgîn Bîrhat û Dilovan, bi hin hunermendên din re jî.
Beşdariyên wî di danasîna strana kurdî û vejandina beşeke girîng ji mîrata muzîkî ya kurdî di nav revenda kurdî de roleke berbiçav lîst, ev yeke kir, di dema ku ziman û strana Kurdî li hundirê Turkiyê rastî astengên fireh re rû bi rû bûn.
Ev hevkariyên hunerî roleke girîng di dewlemendkirin û pêşxistina ezmûna wî ya hunerî de lîstin, ev jî bû sedem ku ezmûna wî ya hunerî xurt bike û hebûna wî di qada muzîka kurdî de zêde bike.
Piştî çar salan ku li Ewropayê ma, biryar da ku vegere Kurdistanê, ew di wê baweriyê de bû ku parastina çanda kurdî û mîrata wê tenê bi xebata di nav gelê xwe de pêkan e, wî ev bawerî anî ziman û got:”Vegera welat erkeke şoreşgerî ye, û divê em vegerin koka xwe da ku îspat bikin ku çanda kurdî hîn jî zindî ye.”
Hozan Serhed di sala 1996’an de vedigere çiyayên Kurdistanê û çend mehan li herêma Zabê dimîne, paşê berê xwe dide navenda çand û hunerê ya Mezopotamyayê li bajarê Hewlerê û li wir beşdarî gelek çalakiyên çandî û hunerî dibe û di dewlemendkirina tevgera muzîka kurdî de roleke girîng dilehîze..
Piştî wê, berê xwe dide bajarê Silêmaniyê û nêzîkî sê salan li wir dimîne û di wê heyamê de bi hevkariya komek hunermendên kurd yên bijarte gelek berhemên hunerî pêktîne .
Piştî êrîşa ku di 17’ê Gulana 1997’an li dijî Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamya û Nexweşxaneya Birîndaran a li Hewlerê hate kirin ji hêla hêzên Tirkiya bi hevkariya hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ê, ku di encama wê de bi dehan şehîd ketin, Hozan Serhed strana xwe ya navdar “Hawlêr” ji bo bîranîna wan çêkir, ev stran di demeke kurt de bû yek ji navdartirîn berhemên wî, û awaza wê li ser zimanê gelê kurd belav bû, heta ku cihê xwe yê taybet di bîra muzîkî ya kurdî de girt.
Hozan Serhed yek ji pêşengên herî navdar ên strana kurdî ya pabendîdar tê hesibandin ,wî di navbera afirîneriya hunerî û pabendbûna neteweyî de hevsengiyek çêkir, û strana Kurdî kir amûrek ji bo parastina mîrateya çandî, bihêzkirina nasnameya netewî û parastina zimanê Kurdî di demeke ku gelê kurd li gelek parçeyên Kurdistanê bi siyasetên înkar, paşguhkirin û binpêkirinê re rû bi rû bû ,bi vî awayî, dengê wî bû sembola azadî û berxwedanê.
Hozan Serhed ne tenê mûzîkjen û dengbêjek bû, lê hunermend, awazdêner, stranbêj û xwediyê projeyek hunerî ya yekgirtî bû.
Wî di amadekirina nifşek ji hunermendên kurd de roleke girîng lîst; ew hunermend ji ezmûna wî ya hunerî fêr bûn û ji dîtina wî ya ku muzîkê ji bo xizmeta çand û nasnameya neteweyî bi kar tîne, bandor wergirtin.
Her wiha wî rêya çend hunermendên beriya xwe şopand ,weke şehîd Sefqan, Hozan Mizgîn û Dijwar û di wê baweriyê de bû ku çand û huner yek ji girîngtirîn qadên têkoşînê ye û parastina nasnameyê ne kêmtire ji şêwazên din yên berxwedanê .
Di heyama xebata xwe ya hunerî de çend berhem pêşkêş kirin ku di bîrdanka strana Kurdî de cîhekî xurt girtibûn, yên herî diyar ev in:
– Hewlêr.
– Ax Kurdistan.
-Mizgîna Leheng.
– Payîze.
– Bîranîn.
– Şêre Şêre.
-Serbanîka.
– Sîpanê Xelatê.
– Zîlan.
– Dengê Zerdeşt.
– Çoka Serê Darê.
Ji bilî van bi dehan stranên din jî pêşkêş kir ku di navbera resenbûna mîrata kurdî û ruhê nûjenkirinê de hevsengiyek xweş çêkirin , wî muzîk kir amûrek ji bo parastina bîreweriya çandî û nasnameya neteweyî, û veguhastina mîrata gelê kurd ji nifşekê bo nifşa din.
Di 22’ê Tîrmeha sala 1999’an de, dema ku bi komek rêhevalên xwe re diçû ji bo kişandina berhemeke hunerî ya ku jiyana gerîla û xwezaya Kurdistanê li herêma Botanê belgeh bike, grop rastî kemînekê hat, piştre pevçûn derket, piştî berxwedanek lehengî hejmarek ji hevrêyên wî şehîd ketin, Hozan Serhed jî, di şer de birîndar bû, dîl hate girtin ,paşê hêzên leşkerî ên Tirkî ew bi helîkopterekê hilgirtin û ji asîmanî avêtin, û di encamê de şehîd ket , û tevlî kerwanê şehîdên azadîyê bû.
Bi şehîdbûna wî, rêwîtiya jiyanê ya hunermendekî ku tenê 29 sal jiya bi dawî bû, lê ev jiyan bi afirînerî, xebat û bexşandinek mezin dagirtî bû, û şopeke kûr di dîroka muzîka kurdî ya nûjen de hişt.
Hozan Serhed heta şehadeta xwe dilsozê hunera xwe û doza xwe ma ,ew ne tenê dengbêj bû, lê dengê şoreşê li çiyayên Kurdistanê bû, stranên wî çîrokên têkoşînê, berxwedan û hezkirina welat di xwe digirtin, ji bo azadî, ji bo gel û ji bo şehîdan distira, û bi dengê xwe êş, hêvî û xewnên netewa kurd bi awayekî bihêz nîşan dida.
Her weha, di vejandina stranên gelêrî yên kurdî de roleke girîng lîst, û wan bi ruhê serdemê re tevlihev kir ,bi vî awayî, hunera wî di parastina ziman û çanda kurdî de bandoreke mezin çêkir , û berhemên wî bûn şahidê qonaxeke girîng di dîroka strana kurdî ya pabendîdar de, û peyamek ji bo parastina nasnameya neteweyî.
Çûyîna wî nekarî hebûna wî ya hunerî bi dawî bîne ,mîrata wî di bîrdanka çanda kurdî de zindî ma, wek nîşana vê dilsoziyê, di sala 2013’an de li bajarê Silêmaniyê Koma” Şehîd Hozan Serhed ” hate damezrandin, vê komê navê wî hilgirt û ji bo vejandina berhemên wî û parastina mîrateya wî ya hunerî kar kir, bi vî awayî, Hozan Serhed bû yek ji Zindawerên dîroka çand û hunera kurdî, û sembola afirîneriya muzîkî ya pabendîdar, û dengek ku ji nifşekê bo nifşa din di bîra gelê xwe de didome.






