Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredariya Tirbespiyê ji bo başkirina xizmetguzariyan xebatan didomîne

19/07/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Şaredariya Tirbespiyê ji bo başkirina xizmetguzariyan xebatan didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Tirbespiyê

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê Fehîma Temo destnîşan kir ku şaredarî ji bo pêşxistina xizmetan û bersivdayîna welatiyan bi awayekî berdewam xebatan dike û wiha got, “Em nabêjin kêmasî tune ne, lê em bi berdewamî dixebitin da ku kêmasiyên xwe çareser bikin û asta xizmetguzariyan baştir bikin.”

Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê ji bo pêşxistina xizmetguzariyên ku jiyana welatiyan pê hêsan dibe her dem di nava liv û tevgerê de ye, bi hemû beş û tîmên xwe xebatên rojane pêk tînin û ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyan datîne. Di heman demê de tevî îmkanên sînorkirî jî ji bo başkirina jiyana welatiyan projeyên cur bi cur pêk tîne û parastina paqijiyê bajêr dike.

Derbarê mijarê de hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê Fehîma Temo ji rojnameya me re axivî.

Fehîma Temo diyar kir ku tevî zehmetî û astengiyan, şaredariya gel a bajarê Tirbespiyê bi erkên xwe yên rojana radibe û wiha anî zimna: “Bi awayekî berdewam ji bo ximzeta bajêr û şêniyên wê em xebatan dikin, lê belê serkeftina her xebateke xizmetguzarî ne tenê girêdayî şaredariyê ye, di heman demê de pêwistî bi alîkariya welatiyan jî heye, ji ber ku parastina paqijiya giştî berpirsyartiyeke hevpar e.”

Fehîma Temo bal kişand ser beşên ku di nava şaredariyê de cih digrin û wiha berdewam kir: “Şaredariya Gel a Tirbespiyê ji çend beşên taybet pêk tê wekî tenduristî, jîngeh, xizmetguzarî, paqijî, zabîte, darayî, daîreya teknînk, dîwan, nivîsgeha jinê, beşê raghandinê, beşê agahdariyê, beşê agirkujê, nivîsgeha qanûnî û nivîsgeha jiyana hevbeş, her beşek ji van beşan baştirîn xizmetguzariyan ji bo welatiyan di nava pisporiya xwe pêşkêş dikin.”

Beşa tenduristiyê gerên çavdêriya meydanî pêk tîne

Fehîma Temo diyar kir ku beşa tenduristiyê bi awayekî rojane gerên çavdêriya meydanî pêk tîne û wiha lê zêde kir: “Gerên meydanî li xwaringeh, dikanên goşt, dikanên şêraniyê û salonên barberan digere, da ku bapendîbûna wan bi şertên heyî piştrast bikin, wekî din şopandina kartên tenduristiya xebatkarên ku di nava van sektoran de kar dikin.”

Fehîma Temo destnîşan kir ku berî serjêkirinê û derbasbûna mirîşk û lawirên din di bazaran de bijşîkên lawiran ji bo garantiya ewlehiyê wan lênerîn dikin û wiha zêde kir: “Em hemleyên dewrî ji bo rişandina dermanê kêzikan li hemû taxan pêk tînin, ji bo ku sînorkirina belavbûna kêzikan û parastina tenduristiya gitşî.”

Paqijî û parastina jîngehê  

Fehîma Temo destnîşan kir ku beşa jîngehê berpirsyartiya lênerîna parkên giştî û qadên keskayê dike û wiha got: “Wekî din beşa jîngehê bi armanca parastina dîmenê şaristaniyê yê bajêr û başkirina jînegha wê, giliyên welatiyan yên girêdayî binpêkirinên jîngehî û xebitandina ji bo çareserkirinê dişopîne. Herwiha beşa paqijiyê û xizmeguzariyê rojane kolan, tax û bazarê paqij dike, wekî din komkirin û barkriina çopê, sererastkitina toreyên kanalîzasyonê. Di heman demê de bi armanca piştgiriya tîmên paqijiyê û bilezkirina pêkanîna kar û xebatan herwiha başkirina asta xizmetguzariyan di nava bajêr de, hemleyên paqijiyê berdewam e, ne tenê kadroyên beşa paqijiyê tê de beşdar dibin, lê belê hemû xebatkar û rêveberiyên şaredariyê.”

Rêxistina bazaran

Fehîma Temo wiha gotinên xwe berdewam kir: “Rojane beşa zabîteyên di nava bazaran de gerên meydanî pêk tîne, ji bo şopandina resîfan û rêxistina tevegra bazirganoiyê, wekî din kontrolkirina binpêkirina û girtina tedbîrên qanênî derheqê kesên muxalfe dikin ji bo misogerkriina parastina sîstema gitşî. Di heman demê de beşê darayî berpirsyarê rêvebirina berhevkirin, hawirdekirin, dahat û mûçeyan e, lê belê dayîreya tekînkî derxistina destnûrnameyên ji bo avakirin, şopandina projeyan, çavdêriya xebatên avakirinê û piştrastkirina pêkanîna wê nli gorî sîstemên pejiranî îdare dike.

Beşa dîwanê jî nameyên fermî, arşîf û pêşwazîkirina daxwaz û giliyên welatiyan rêxistin dike, herwiha nivîsgeha jinê ji bo piştgiriya jinê û xurtkirina rola wê ya aborî û civakî xebatan dike, digel çavêdriya li ser nangeha Rojava, pêkanîna projeyên taybetî jinê wekî ji nû ve sererastkitina Çerxerêya Azadî.

Beşa ragahandinê jî çalakiyê şaredariyê belge dike herwiha nûçe û raporan amade dike û daxuyaniyan di rêya rûpela fermi ya şaredariyê belav dike. Di heman demê de beşa agahdariyê pêşwaziya welatiyan dike û tevgera lêvegeran rêxistin dike. Wekî din beşa agirkujê ji bo bersivdayîna bûyerên agir di nava bajêr de û di demsalên çinînê de. Derbarê nivîsgeha qanûnî ew berpirsyartiya amadekirina hevpeymanan û biryarên girêdayî dozên qanûnî dike, herwiha nivîsgeha hevjiyanê muameleyên peymanên zewacê û yên jiyana hevbeş dişopîne.”

Sala 2025’an 12 proje hatin pêkanîn

Fehîma Temo diyar kir ku di sala 2025’an de şaredariyê 12 projeyên xizmetguzarî pêkanîn, di nav de ziftkirina çend kolanan, digel pêkanîna projeyên sererastkirina rêyan bi armanca başkirina toreya veguhestinê di nava bajar de û wiha berdewam kir: “Komeke ji projeyên sala 2026’an em berdewam dikin, ji van projeyan berfirehkirina pilana rêxistinî ya bajar e, avakirina bajarê pîşesazî, ji nûve sererastkirina çerxerêya Azadî, pêkanîna qeşirandina kolana giştî bi hevkariya kompaniya Şemal. Di heman demê de şaredaariy buhayê bi qasî 300 hezar dolar girt ji bo ji nûve sererastkirina kolanan, lêbelê, rêjeya pêwistiyên heyî ji îmkanan pir zêdetir e. Ji ber vê yekê, em li gorî pêşîniyan û îmkanên berdest li ser pêkanîna projeyan dixebitin.”

Beşê paqijiyê

Şaredariya gel a bajarê Tirbespiyê pêkanîna hemleyên paqijkirina kolan, bazar û taxan berdewam dike, lê parastina paqijiyên berpirsyartiyeke hevbeş di navbera şaredariyê û welatiyan e, Fehîma Temo wiha derbarê vê yekê got: “Mixabin em hin cihan zêdetirî carekê paqij dikin, lê belê demeke kurt e dîsa vedgere wekî berê, ev  yek jî dem û hewldanê dixwe û gihîştina xizmetên paqijiyê ji bo deverên din ên ku pêdivî bi wan heye dereng dixe, ji ber vê yekê em her gav berî ku em muxalefatan bidin, hişyarî û hevkariyê tercîh dikin. Nûjenkirin û ziftkirina rêyan di nav daxwazên sereke yên welatiyan de ne. Şaredarî hewl dide ku hejmareke mezin ji projeyên ziftkirinê bicîh bîne, lê çavkaniyên darayî yên sînorkirî nahêlin ku hemû proje di carekê de werin bicîhanîn. Ji ber vê yekê, kar gav bi gav û li gorî pîvanek ji pêşanîyan tê kirin.”

Pilanên pêşerojê  

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê Fehîma Temo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şaredarî komek ji zehmetiyan dibîne, di nav de qelsbûna hevkariya hin welatiyan di parastina paqijiya giştî, dar û milkên giştî de û wiha bi dawî kir: “Wekî din kêmanî di alav û amûran de heye, bilindbûna lêçûna sotemeniyê ji ber kirîna wê ji bazara serbest, ku ev yek li ser lezbûna pêkanîna projeyan û xebatên xizmetguzriyê, nîşan dide. Şaredariya Tirbespiyê ji bo pêşxistina xizmetan û bersivdayîna welatiyan bi awayekî berdewam xebatan dike, em îdiaya bêkêmasiyê nakin, lê em bi berdewamî dixebitin da ku kêmasiyên xwe çareser bikin û asta xizmetguzariyan baştir bikin. Di nav pêşîniyên me de nûjenkirina rêyan, berfirehkirina projeyên ziftkirinê, balkişandina ser paqijiyê û parkan û pêkanîna projeyên nû yên ku hewcedariyên bajêr pê hene.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.