Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bandora hevaltiyê

19/07/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Doza Şêx Seîd
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Gotara Pêxember silavên Xwedê lêbin: „Kesayet li ser baweriya hevalên xwe ye. Ji ber wê sedemê kê/kî bi kêre hevaltiyê dike bira hişyar be.“  (Tirmizî, Zühd, 45; Ebû Dâvûd, Edeb, 16).

Rêhevalî an jî hevaltî bandorê ser kesayetan dike û ev bandor rolekî sereke di jiyana mirov de dilîze. Mirov di bin bandora hawîrdora xwe de dimîne, lê ji nav hawîrdora xwe jî hevaltî û dostî ya herî bi bandore. Dostî û hevlatî bi kêre were danîn, dê ew kesayet li ser rawişt û takekesiya hevalê xwe bandor bike.

Bê guman di gerdunê de her tişt, bandorê li derûdora xwe dike. Lê belê weke mirov hebunekî dîtir, ewqas bi bandor tevnagere.

Weke bêhna ku li derûdora xwe bandorê li ser çek û lixwekirinan dike, bêhna hevaltî û dostiyê jî kare li ser kesayetê heval û hogirên xwe, erênî an neyênî bandorkî bihêz bike.

Mînak:

„Em weke kesayet di bazareke masîyan de an jî li cîhê sergoyan bigerin û roja xwe derbas bikin, her çiqas em destê xwe nedin masiyan û sergoyan jî, wê bêhna masî û sergoyan xwe li ser cil û bergên me û laşê me bicih bike.

Em biçin nav kîjan civakê ewê bêjin bêhna masiyan an jî ya sergoyê ji we tê.“

Berovajî vê bêhna baş û xweş jî heman tişte. Ger em biçin, „nava dikkanekî parfun û bêhnfiroş, anjî bexçekî gul, çîçek û sosinan, em ji dikanê bêhnan nekirin û ji bexçê gulan, gul û sosinan jênekin û ser şal û şepikên xwe nedin jî, dê bêhnekî xweş li ser me xwe bicîh bieke.“

Herweha kesayetên cem me rûnên, an jî di ber me re derbas bin dê bêhna xweş ji me bigrin.

Weke vê bêhnê, hevaltî û rêhevaltî jî li ser kesayeta me rolekî berbiçav dileyize.

Ger mirov hevaltiya zaliman, dizan, derewkeran, fesadan, çavneberan, xayinan, qatilan, sînornenasan, çavsoran, xwedî rihê kole û bindestan, nezanan û necamêran bike, dê weke wê bêhnê ev taybetmendî û kesayet, di jiyana me de bicîh bibin. Kesayetên tembel, nezan, xwedî eqlê kole, nebaş, herdem gazinker û xwedan taybetmendiyên xirab, weke hevalan zêde bibin, dê civak jî birize û jihev bikeve. Dema kesayetên li gor eqlê hevbeş, berjewendiyên hevbeş, rawişta hevbeş û paqij zêdebin, dê civak jî zindî bibe û bêhna xweş jê were. Kesayetên zîrek, zana, xwedan menewiyat zêde bibin, dê ew civak, zîrek û bêhn xweş be û dê bala civakên dîtir jî bikşîne.

Xwedê di Qur’an a pîrozde weha ferman dike: „Ji we bira civakekî hebe, bangî mirovan li ser başî û qencîyan bike û ji nebaşî û neqenciyan ji mirovan dur bike. Ew in yênku digîhîjin aramî û kêfxweşîyê.“ (Alî-Îmran 104)

Qur’an dibêje: Xweda me bike hevalê, kesên alîkariya mezlûman dikin, hevkariya feqîran dikin, destê bindestan digrin, zîrekin, karên biwate dikin, avakerin û jiyana xwe di avakirinan de dibuhurînin.

Dema ku em neha tê de dijîn, hevalên baş herdiçin kêm dibin û bêhna nebaşiyê zêde dibe.

Desthelatdar bi dizî, talan, derew û xapandinê ve kar dikin. Zêdetirên civaka îro, ji bo hevaltî û hevkariya desthelatdarên neqenc bidest bixin, bi pêşbirkê hevûdu dipelêxin.

Li gor çîrokekî desthelatdarekî navê wî deccal heye:Ew millet bi pere û berjewendiyan dixapîne, ji rastiyan dûr dike û wan ji rê derdixîne. Kê bibe hevalê wî dibe ehlê dojehê. Hevaltiya wê jî tenê ser berjewendiyane. Hevalên Deccal her diçin zêde dibin, lê deriyê dojehêjî vedibin. Nebin hevalê Deccalan, bibin hevalên kesên baş.

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.