Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêwîtiya 8 salan a koçberiyê bi dawî bû

19/07/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Rêwîtiya 8 salan a koçberiyê bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed

Gelê Efrînê ku di sala 2018’an de ji ber êrişên dewleta Tirk bi darê zorê ji warê xwe hatibû koçberkirin, rastî pêvajoyeke pir giran û bi êş hat. Koçberiya yekem ne ya dawiyê bû; gelê Efrînê ji ber êrişên cuda di nava 8 salan de 4 caran rastî pêlên koçberiyê hatin. Lê belê, bi peymana 29’ê Çileyê re deriyê vegerê vebû û rêwîtiya 8 salan a di nava koçberiyê de bi dawî bû.

Gelê Efrînê di sala 2018’an de, ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk û komên çekdar, bi darê zorê ji ser cih û warên xwe hat koçberkirin. Lê belê, ev ne koçberiya wan a dawiyê bû; gelê Efrînê ji ber êriş û rûdanên cuda, 4 caran rastî pêlên koçberiyê hat. Ev 8 salên koçberiyê bi êş, keser û zehmetiyên mezin derbas bûn. Tevî vê yekê jî, berxwedanî û hêviya gel a ji bo vegerê, her tim ji hemû zehmetiyan bihêztir bû. Di encamê de, ev rêwîtiya koçberiyê ya bi darê zorê, bi peymana 29’ê Çileya 2026’an re bi dawî bû û deriyên vegera li ser axa xwe hatin vekirin.

Bi armanca têkbirina destkeftiyên Kurdan, dewleta Tirk Efrînê dagir kir

Efrîn bajarekî Rojavayê Kurdistanê ye ku bi xweza û çandiniya xwe bi nav û deng e. Herêm xwedî avhewayeke guncav û axeke dewlemend e; herî zêde jî bi darên xwe yên zeytûnê û zeyta xwe ya bêhempa tê naskirin. Lê belê, ev bedewî û xêr û bereketa herêmê ji ber planên dewleta Tirk kêm bûn; bi koçberkirina xelkê Kurd re axa Efrînê xemgîn bû û êdî wekî berê berheman nade.

Dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de, bi plansaziya dewleta Tirk û bi alîkariya komên çete yên ku navê “Artêşa Niştimanî” li xwe dikin, pêk hat. Di heman demê de, ji aliyê siyasî û leşkerî ve, piştgirî û bêdengiya hêzên navneteweyî, bi taybetî ya Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê , rê li ber vê dagirkirinê vekir.

Di 18’ê Adara 2018’an de, piştî berxwedana 58 rojan a ku wekî “Berxwedana Serdemê” tê naskirin, gelê Efrînê ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk û komên çete bi darê zorê hat koçberkirin û berê xwe da herêma Şehbayê. Ji xwe wekî ku tê zanîn şêniyên resen ên Efrînê bi pirranî Kurd in. Beriya sala 2018’an, rêjeya Kurdan li herêmê ji ji sedî 95 heta 98 bû. Lê belê piştî dagirkirinê û pêvajoya guhertina demografîk, ev rêje li gorî raporên saziyên mafên mirovan, daketiye derdora ji sedî 25 heta 35’an.

Beriya sala 2018’an, Efrîn wekî kantoneke xweser a Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi rêve diçû. Armanca sereke ya dewleta Tirk ji vê dagirkirinê, nehiştina statuya Kurdan li Rojava û pêkanîna guhertina demografîk bû. Tirkiyeyê xwest rê li ber yekbûna kantonên Kurdan (Cizîr, Kobanê û Efrîn) bigire, da ku hîmê herêmeke xweser a Kurdî li ser sînorê wê ava nebe. Dewleta Tirk her çendî bi hincetên “ewlehiya sînor” êriş bir ser Efrînê û herêm dagir kir jî, armancên wê yên bingehîn bi temamî stratejîk û siyasî bûn.

Rêwîtiya berxwedan û pêlên koçberiya 4 carî

Gelê Efrînê cara destpêkê di sala 2018’an de, ji ber êrişên dewleta Tirk û komên çete bi darê zorê hat koçberkirin. Bi hezaran Efrînî neçar man ku dest ji mal û milkên xwe berdin û berê xwe bidin herêma Şehbayê. Gelê Efrînê 7 salan li Şehbayê di nava dorpêç û êrişan de jiyana xwe berdewam kir.Tevî dîtina her cûre zehmetiyan jî wan li wir jiyaneke nû ava kir; hemû sazî, dezgeh û dibistanên xwe li gorî sîstema Rêveberiya Xweser birêxistin kirin û xizmeta gelê xwe kirin. Di nava van 7 salan de, hêviya vegerê di dilê her koçberekî de her ku diçû mezin dibû, lê belê ev xeyal di nexşerêya nû de veguherîn pêleke din a koçberiyê.

Di 27’ê Mijdara 2024’an de, dema hêzên “Heyat Tehrîr el-Şam” li gundewarê rojavayê Helebê êrişî artêşa Sûriyeyê kirin, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk jî li herêmên Ezaz, Mare û Babê dest bi seferberiyê kirin. Armanca wan destpêkirina êrişeke leşkerî ya bi navê “Berbanga Azadiyê” bû li dijî herêma Şehbayê û gundên Şêrawayê, ku bi deh hezaran koçberên Efrînê lê diman. Êrişên giran di sibeha 1’ê Kanûna a 2024’an de ji sê aliyan ve (rojava, bakur û rojhilat) dest pê kirin. Ji bo parastina jiyana sivîlan, di heman rojê de herêm hat valakirin û biryara vekişînê hat girtin. Di vê pêla duyem a koçberiyê de, beşeke mezin a gel berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşek jî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bû.

Koçberên ku çûbûn Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kamp û dibistanên Tebqa û Reqayê bi cih bûn; beşek ji wan jî derbasî herêma Cizîrê bûn. Lê belê, gelê ku derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bibûn, di nava du taxên biçûk de asê man da ku ji xaka Efrînê nêz be. Piştî ketina rejîma Baas û hatina Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê, ev her du tax di nava dorpêçeke giran, kêmbûna sotemeniyê û tunebûna xizmetguzariyê de man. Ji bo parastina sivîlan û çareserkirina krîzê, di 10’ê Adara 2025’an de di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Abdi û Serokê Hikumeta Demkî ya Sûriyê Ahmad Şera de peymanek hat îmzekirin. Paşê, di 1’ê Nîsana 2025’an de peymaneke siyasî û ewlehiyê ya din hat îmzekirin daku Rêveberiya Xweser a taxan û aramiya herêmê di bin sîwana peymanên giştî de bê parastin. Tevî van peymanan jî dorpêç berdewam kir û di 6’ê Çileya 2026’an de, çekdarên Hikumeta Demkî û komên çete bi awayekî hovane êrişî her du taxan kirin. Piştî şerekî giran ê 6 rojan ê di navbera wan û Hêzên Asayîşê de, Hikumeta Demkî peyman binpê kirin. Bi vê yekê, gelê Efrînê yê li van taxan cara sêyemîn bi darê zorê koçber bû û dîsa berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser.

Hikumeta Demkî bi êrişên li ser Helebê sînordar nema; bi piştgiriya dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî plana êrişê bir ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di encama van êrişên dijwar de, koçberên Efrînê yên ku li kamp û dibistanên Tebqa û Reqayê diman, li gel gelê Kobanê, Serêkaniyê û koçberên nû yên Şêxmeqsûdê, neçar man ku careke din birevin. Wan berê xwe da kantona Cizîrê û li wir di dibistan, akademî, sazî, mizgeft û baxçeyên zarokan de bi cih bûn. Ev bûyer bû pêla çaran a koçberiyê ku gelê Efrînê di nava 8 salan de, li herêmên cuda û ji ber êrişên cuda re rûbirû man.

Peymana 29’ê Çileya 2026’an

Li Rojavyê Kurdistanê şerê qirkirin û tunekirin li ser gelê Kurd hate plankirin. Ev êriş ne tenê ji aliyê hikumeta demkî a Sûriyê ve pêk hat, lê belê bi planên dewletên Ewropî û Erebî herwiha bi destekdayîna dewleta Tirk pêk hat. Ji bo vê jî û ji bo parastina gelê Kurd li Rojava û misogerkirina mafê gelê Kurd hevpeymanek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeeta demkî a Sûriyê d hate Îmzekirin, yek ji xalên sereke yên vê peymanê vegera bi ewle ya Koçberan bû.

Di çarçoveya pêkanîna vê peymanê de amadekarî ji vegera koçberên Efrînê re hatin kirin ku koma yekem a koçberên Efrînê di 9’ê Adara 2026’an, koma duyemîn di 4’ê Nîsanê, koma sêyemîn di 9’ê Nîsanê, koma 4’emîn, 5’emîn, 6’emîn û 7’emîn d  Nîsan û Gulan 2026’ an de bû, herwiha di 19’ê Gulana de koçberên Efrînê yên ku li Kobanê diman, Koma 8’emîn di 10’ê Hezîrana de, di heman demê de koma 9’emîn û ya dawî di 16’ê Tîrmeha de ber bi Çiyayê Kurmênc ve rêketin. Hêzayî gotinê ye ku rêwîtiya 8 salan ji koçberiyê di peymana 29’ê Çileyê de bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.