Ronahî Sadûn
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamenterê Amedê Mehmet Kamaç diyar kir ku pêvajoya aştiyê gihîştiye xala girîng a gavên qanûnî, derengxistina van qanûnan wê baweriya gel bi dewleta Tirk biqedîne, yasayên bên derxistin jî divê berisva pêvajoyê bidin, qanûnên sûcdarkirin, teslîmbûn û bi navê efûyê jî nayên qebûlkirin.
Dema gav avêtina dewletê ye û ev gav bi guhertina qanûnan dest pê dike
Rêber Apo di sala 2025’ân de, ku ev salake zêdetire Banga Aştî û Civaka Demokratîk, kiriye. Hewcedarî pê heye ku dewleta Tirk gavêtinên girîng bavêje. Her çend dewleta Tirk bi xwe ket rêya vê pêvajoyê û daxwaz ji Rêber Apo kir ku vê banga dîrokî bike, dîsa jî bi awayekî cidî û rast ji bo pêşvebirina pêvajoyê tev nagere. Gavên destpêkê yên ku ji bo meşandina pêvajoyê dihatin xwestin, ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve yek bi yek hatin avêtin. Li hember van gavan, ji dewleta Tirk jî hat xwestin ku gavên pêwîst bavêje, da ku pêvajo bi hevsengî û bi hev re bimeşe û bibin bingeha serkeftinê. Lê heta niha Tirkiyê zêdetir li benda Tevgera Azadiyê maye ku hemû gavên pêwîst bi tenê ew bavêje. Bendewariya dewletê ew e ku PKK têkoşîna xwe ya 50 salî di kêliyekê de bidawî bike, çekên xwe radest bike û gerîla ji çiyayên Kurdistanê derkeve bêyî ku garantiyên qanûnî pêk bîne, herwiha mafê hêviyê ji bo Rêber Apo pêk neyne, qanûnên demokratîk neyên nivîsandin û Komara Tirkiyê demokratîk nebe. Lê ne Rêber Apo û ne jî Tevgera Azadiyê vê nêzîkatiyê qebûl dikin. Ji ber ku bi vê zihniyetê re aştiya rastîn pêk nayê, mafên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê nayên misoger kirin û pirsgirêka Kurd li Tirkiyê jî çareser nabe. Lewra jî guhertina qanûnan û nivîsandina wan li ser bingeha demokratîk, guhertina zihniyeta dewleta Tirk, pêkanîna mafê hêviyê, azadiya girtiyên siyasî, demokratîkkirina Komara Tirkiyê û gavên din ên demokratîk ji daxwazên sereke ne ku divê bi lez ji aliyê dewlet û Meclisa Tirkiyê ve bên avêtin.
Ji berxwedana çekan ber bi berxwedana siyasî û qanûnî ve
Çima em dibêjin ku divê qanûn werin nivîsandin û demokratîkbûn li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê were misoger kirin? Bersiva vê yekê di cewherê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ye. Ev pêvajo ji qonaxa berxwedana çekdarî derbasî qonaxa têkoşîna siyasî bûye. Ev jî tê vê wateyê ku ji vir û pê ve şer û çek ne amûra sereke ya çareserkirinê ne, lê divê têkoşîna siyasî, muzakere û reformên qanûnî rê li ber guhertinên demokratîk vekin. Ji bo ku ev qonaxa nû bi serkeftî pêş ve here û armancên wê bên pêkanîn, pêdivî bi guherandin û nivîsandina qanûnên nû heye. Lê girîngtirîn pirs ew e ku ev qanûn divê bi çi rengî bin û li ser kîjan bingehan werin amadekirin? Qanûnên ku di çarçoveya vê pêvajoyê de bên nivîsandin nabe ku tenê li gorî daxwaz, berjewendî an nêrîna dewleta Tirk an jî kesekî taybet werin amadekirin. Ger qanûn bi vî rengî werin çêkirin, ew nikarin bersivek rast bidin hewcedariyên civakê û armancên pêvajoyê. Di şûna vê de, divê ev qanûn guhertinên bingehîn di warê maf, azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de pêk bînin û bingeha siyasî û qanûnî ya pêvajoyê bihêz bikin. Herwiha divê ew pirsgirêkên ku bi dehê salan bûne sedema şer û aloziyê û têkoşîna tevgerê li hemberî wê hatiye maşandin, bi awayekî rast û dadperwer çareser bibin. Armanca çareserkirinê ne tenê rêvebirina qonaxa niha ye, lê avakirina bingehekî domdar ji bo aştî û demokratîkbûnê ye. Ji ber vê yekê amadekirina van qanûnan divê bi pêşengtiya muzakerevanê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo di nav çarçoveya muzakere û lihevhatinê de bi dewletê re, were meşandin. Tenê bi vî rengî dikare qanûnên ku hem bi ruhê pêvajoyê li hev tên, hem jî bersivê didin daxwaz û mafên gelan, werin avakirin. Ev jî şertê sereke ye ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serkeftî bigihîje encamê û demokratîkbûn li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi awayekî rastîn, were misoger kirin.
Derbarê xebatên Meclisa Tirkiyê ji bo gavavêtina gavên pêwîst ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, herwiha nivîsandina qanûnan, Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamenterê Amedê Mehmet kamaç ji Rojnameya me re axivî.

‘Pêvajo gihîştiye xala girîng a gavên qanûnî’
Mehmet Kamaç diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê heta niha gavên dewleta Tirk bi giranî tên avêtin û wiha got: “Mixabin ji roja destpêka pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heta niha desthilata Tirkiyê her dem bi giranî tevdigere. Helbet ev helwest ne li gorî girîngiya pêvajoyê ye. Lê tevî gelek astengiyan, pêvajo gihîştiye xaleke herî girîng. Ev xala girîng a gavên qanûnî ne. Pêwîst e desthilat pêşnûmeya qanûnî bi aktorên sereke yên pêvajoyê û bi parlamentoyê re parve bike. Divê ev pêşnûme di parlamentoyê de were nîqaşkirin û wek qanûn were pejirandin. Rola parlamentoyê jî ew e ku komîsyona ku hatibû avakirin û li ser navê parlamentoyê xebitî û di encamê de raporek hevpar amade kir, xwedî li vê xebatê derkeve û bandorê li ser desthilatê bike. Lê belê em dikarin bêjin ku ne desthilatê girîngiyek têkildar nîşan daye û bi vê girîngiyê nêz dibe, ne jî parlamentoyê karîye bandorek li ser desthilatê çêbike. Astengiya herî mezin jî ev rewşa heyî ye.”
‘Derengxistina qanûna wê baweriya gel bi dewleta Tirk biqedîne’
Mehmet Kamaç di dewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku baweriya gel bi dewleta Tirk di asta jêrîn de ye, derengxistina qanûnan jî wê baweriya gel bi dewleta Tirk biqedîne û wiha bilêv kir: “Wekî tê zanîn di nav gel de baweriya li ser pêvajoyê di asta herî jêrîn de ye. Ev ne bawerî, ne li ser Tevgera Azadî ye, lê li ser dewlet û desthilata Tirkiyê ye. Di gel vê yekê hêviyeke mezin di nav gel de hebû. Ji ber ku rayedarên desthilatê, Serokkomar û Serokê Parlamentoya Tirkiyê dibêjin ku beriya betlaneyê yasa dê were derxistin. Heke ev yasa neyê derxistin, ev ê bi temamî baweriyê tune bike û hêviyê jî biqedîne. Herwiha heke beriya betlaneyê yasa neyê derxistin, dê niyeta wan a rast di aliyê neyînî de were dîtin.”
‘Divê yasayên bên derxistin berisva pêvajoyê bidin’
Kamaç tekez kir ku yasayên bên derxistin divê bersiva pêwîstiyên pêvajoyê bidin û wiha anî ziman: “Bi rastî em gelek caran tînin ziman û her dem balê dikişînin ku yasaya ku derkeve divê bersiva pêdiviyên pêvajoyê bide. Yasa divê ne li gorî daxwaz an jî hestyariyên aliyekî were amadekirin. Divê li gorî rastiya muzakereyên her du aliyan bê amadekirin û di heman demê de razîbûna gel jî li ser hebe. Hêvî û baweriya civakê divê bi vê yasayê careke din were avakirin. Ji ber ku ev yasa dê pêngavên ku heta niha hatine avêtin bi wate bike û bi firehî bibe çavkaniya yasayên çareseriyê.”
‘Qanûnên sûcdarkirin, teslîmbûn û bi navê efûyê nayên qebûlkirin’
Kamaç destnîşan kir ku qanûnên wekî sûcdarkirin, wekî teslîmbûnê were şîrovekirin an jî bi navê “efûyê” bêne pênasekirin, ew nabe û nayên qebûlkirin jî û wiha domad: “Gotinên ku li ser qanûnên têkildarî Tevgera Azadiyê lli hin medyayên civakî belav dibin, heta niha ne pêşnûmeyek fermî ne. Lê em dikarin bêjin ku eger Tevgerek bi îradeya xwe ya azad xwe fesih bike û dixwaze ku tekoşîna xwe bi rêyên demokratîk berdewam bike, divê qanûnên ku dê derkevin pêşiya vê Tevgerê veke. Qanûnên ku wekî sûcdarkirin, wekî teslîmbûnê were şîrovekirin an jî bi navê “efûyê” bêne pênasekirin, ew nabe û nayên qebûlkirin jî. Ji ber vê yekê divê di derbarê qanûnên têkildarî Tevgera Azadiyê de hestyarîyek mezin hebe. Nêzîkbûn divê bi rêzdarî û bi rûmet be. Aştiyek bi rûmet tenê bi van rastiyan mimkin dibe. Eger ev hestyarî nehatin berçavgirtin, pêvajo pêşve naçe û gihîştina serkeftinê jî ne mimkine.”
‘Divê Parlamentoya Tirkiyê berpirsyariya xwe ya dîrokî bicih bîne’
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamenterê Amedê Mehmet kamaç axaftina xwe wiha qedand: “Bi rastî jî pêvajo fersendeke dîrokî ye. Yek alî be jî, bi biryardarî, îradeyeke xurt û cesaret di bin pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan de, çend pêngavên girîng hatin avêtin û bi wan pêşiya serkeftina vê pêvajoyê hat vekirin. Gere ev rastî bê bersiv nemîne. Bersiva van pêngavan divê Parlamentoya Tirkiyê bide. Van pêngavan rê ji bo Parlamentoya Tirkiyê vekirine û divê Parlamento di vê rê de bi meşe. Ew jî divê bi biryardarî û cesaret pêngavan bavêje, çavkaniya hemû pirsgirêkên Tirkiyê ku pirsa Kurd e çareser bike û pêşiya demokratîkbûna Tirkiyê veke. Ji ber ku Parlamento sîwana demokrasiyê û zemîna çareseriyê ye. Ev jî berpirsiyariya dîrokî ya Parlamentoya Tirkiyê ye.”






