Idrîs Henan
Pîvanê hêzê êdî ne tenê jimara tank û balafiran e, lê belê bi hejmara benderan, boriyên petrolê, rêhesin û kabloyên komînîkasyonê tê pîvan. Kî van dergeh û tengavan kontrol bike, aboriya cîhanê û biryara wê ya siyasî jî kontrol dike. Lewre jî, sedsala bîst û yekan, qirna desteserkirina dateyan, bazirganî û van rêyan e.
Îroj em bi gelek geşedanên ji hev cuda xuya dikin re ku di eslê xwe de yek tablo ne dijîn. Herêma Rojhilata Navîn ku girêka hersê parzemînên Asya, Ewrûpa û Afrîqyayê ye, bi Tengava Hurmuzê, Bab al-Mendeb, Kanala Siwês û Rojhilatê Behra Spî re bûye navenda bazirganiya enerjiya global. Çi guhertinên li wir rû bidin jî, terazûya hêza cîhanî dilerizîne.
Yek ji girîngtirîn damarên enerjiyê li cîhanê Tengava Hurmuzê ye. Lê ji ber ku li cihekî hestiyar e, her dem di bin tesîra metirsiya guhertinên leşkerî û siyasî de ye. Ev jî ji bo welatên rojavayî û asyayî bûye kêşeyek ku serê wan diêşîne. Ji ber vê yekê jî bi salan e li alternatîfekê tê gerandin ku karibe palpiştiya enerjiya cîhanî ji ser Hurmuzê kêm bike.
Li ser vê bingehê, îroj projeya ji nû ve zindîkirina korîdorên petrolê yên ji Îraqê heta Bendera Banyasê li Sûriyê bûye rojeva hegemoniya herêmî û cîhanî. Ev yek dê ji bo Îraqê avantajek be ku rêyek zêde ji bo firotina petrolê qezenc bike. Her wiha dê palpiştiya li ser Hurmuzê kêm bike, girîngiya Sûriyê ya aborî vegerîne û korîdoreke nû ya enerjiyê biafirîne. Lê ji ber ku kapasîteya wê ya veguhestina rojane ji Hurmuzê kêmtir e, nikare bibe cîgirê wê. Daneyên berdest jî nîşan didin ku Sûriyê xwedî wê avantaja cografîk a nayê înkarkirin e. Lê bingehên wê yên siyasî û aborî têrê nakin ku vê taybetmendiya wê ya cografîk veguherînin projeyekî temamkirî. Serketina vê yekê jî hewceyî aramiyeke hundirîn, gerantiya ewlehiyê, lihevkirina navxweyî, piştgirî û fînansekirina herêmî û navneteweyî ye. Her çend Tengava Hurmuzê di hevkêşeya enerjiya global de hêmanekî girîng be jî, lê realîte jî dibêje ku ew korîdora Sûriyeyê ji konseptek teorîk veguheriye projeyek cidî û ji nirxandina nexşerêyan bêtir li benda ceribandinê ye.
Ger mirov çavekî li projeyên ku tên nîqaşkirin bigerîne, dê tê bigihêje ku mesele ne guhertina cihekî bi cihekî din e, lê belê dîzaynkirina hêza hegemoniyê ya gerantiya serweriya sedsalek nû ye. Ji ber vê jî hewl dide di nav çend korîdoran de pêşbaziyê bike da ku herikîna qezencê zêde bike. Ji ber vê yekê jî, herêma Rojhilata Navîn ku navenda vê pêşbaziyê ye, li beramberî qonaxekî cuda ji dehsalên berê ye. Eger nakokiyên berê li ser kontrola ax û çavkaniyan bûn, îroj li ser kontrolkirina tevgera van çavkaniyan dizivirin. Ji lew re, girîngiya boriyan, benderan, rêhesinan, rêyên deryayî û kabloyên komînîkasyonê yên veguhestina dateyan, ne kêmtirî girîngiya artêşan e.
Di vê tabloyê de pêşbaziya hêzên ku dixwazin statuya xwe ya navenda lojîstîka cîhanî tekûztir bikin hene. Hêzên ku mecbûrin statuya xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin jî hene. Lê encama tê pêşbînîkirin ew e ku pergaleke kaosê ya tevlihevtir çêbibe ku tê de gelek navendên bandorê hene. Kilîta serweriyê di destê kê de be, ew ê hêza yekdestar a hegemon be.






