Amara Baran
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ku çirûska yekemîn a şoreşê li Kobanê vêket û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû bingeha qonaxeke nû. Di 14 salan de şoreş bi xweparastin, Rêveberiya Xweser, komîn û meclîsan, ziman, çapemenî û berxwedana li dijî DAIŞ û dagirkeriyê pêş ket. Îro jî, di nav pêvajoya peyman û entegrasyonê de, parastina destkeftiyên şoreşê mijarên herê giringin.
Komîn û meclîs
Pergala Rêveberiya Xweser ya Demokratîk ku bi malên gel, komîn û meclisan dest pê kir û hat bi pêşxistin, gava yekemîn bi avakirina Malên Gel (2012) li herêm, bajar, bajarok û gundên rizgarkirî hat avêtin. Li wan herêman, gel bi rêya civîn û dewreyên perwerdeyê girîngiya birêvebirina xwe bi xwe di hemû aliyan de perwerde kir. Şoreşa Rojava ya ku xwe dispêre sîstema Netewa Demokratîk guhertinên mezin di aliyê civakî de hatin çêkirin. Ji bo xurtkirina tekîlêyên gelen heremê meclîs û komîn hatin avakirin. Meclîsên gel bûn xwedan rol di aliyê rêxistinkirina civakê de.
Di 13’ê adara 2015’an de jî pêngaveke nû, li Rojava û Sûriyeyê de hate destpêkirin. Di vê pêngavê de meclîsên şaredariyên gel ên bajarên Kantona Cizîrê hatin hilbijartin. Ji bo çavdêriya kar û xebatên xizmetguzariyê û peydakirina pêdiviyên welatiyan, welatiyên kantona Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe dane sandoqên hilbijartinan û nûnerên xwe bi awayekî azad hilbijartin. Pêngava sereke di destpêka 2015’an de bû û li seranserî Rojavayê Kurdistanê welatiyên Rojava dest bi avakirina komînên xwe ku hucreya bingehîn a birêxistinkirina civakê ye, kirin. di avakirina komînan de hemû pêkhateyên Rojava beşdar bûn. Her wiha ji van komînan jî meclîsên gel ên gund û bajarên kantonan hatin avakirin. Van meclîsên gel jî dest bi xebatên xwe di birêxistinkirina welatiyan de li gorî sîstema netewa demokratîk ku beşdarbûna hemû beşên civakê ji bo avakirina civakeke demokratîk û azadiya rasteqîne, kirin. Rêxistinkirina komîna bû modelek li tevahiya cihanê. Ku îro li her derê dixwazin pêk bînin.
Ji şaredariyên navendî heta rêveberiya gel
Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ne tenê di warê siyasî de guhertinek mezin afirand, di warê xizmetên şaredariyan de jî qonaxeke nû dest pê kir. Beriya şoreşê, şaredarî bi tevahî di bin kontrola Rejîma Baas de bûn. Piraniya biryaran ji Şamê dihatin girtin, ji ber wî jî tu îradeya şaredariyan di aliyê pêşkeşkirina projeyan, û di saziyên de mafê biryardayînê tine bûn.
Di Heman demê de, di aliyê xizmetkirina gel de jî wek paqijkirina bajaran, çêkirina rê û kolanan, avakirina cihên pêwîstiyên giştî bi awayek sînordar hatibûn hîştin. Bi taybet herê zêde heremên kurdan ji aliyê xizmetguzarî ve hatibûn mehrûm kirin.
Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re û bi avakirina Rêveberiya Xweser, Şarederî ji aliyê rêveberiya xweser ve carekedin nûve hat rêxistinkirin. Bi damezrandina meclîsên herêmî û komînan, xizmetên şaredariyan li gorî hewcedariyên civakê hatin plansazkirin. Paqijkirina bajaran, tamîrkirina rê û kolanan, nûkirina torên avê û kanalîzasyonê, avakirina hedîqe (park) û baxçeyan û rêxistina sûkan bûn xebatên sereke.
Ji aliyê rêxistinî de,jin bi pergala hevserokatî di rêveberiya şaredariyan de cih girtin û di biryargirtin û birêvebirina projeyan de roleke çalak lîstin. Her wiha, komîn û meclîsên gel bi beşdariya xwe di diyarkirina pêdiviyên herêmî û çavdêriya xizmetan de bûn beşek ji pergala rêveberiyê.
Her çiqas herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ev 14 salin ku bi şer re rû bi rûye, rûxmê hemû rewşên zehmet û dijwar jî bê rawestan, xebatên şarederiyan domkir. Daxwaz û pêwîstiyên gel ên rojane pêk anîn.
Edalet: ji pergala navendî ber bi pergala demokratîk ve
Beriya şoreşê, pergala dadweriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî di destê hikûmeta navendî ya Şamê de bû. Dadgeh û saziyên edaletê li gorî qanûnên dewletê dixebitîn û gelek caran di bin bandora desthilatdariyê de diman. Welatî, bi taybetî di dozên siyasî de, rastî girtinên bêdad, darizandinên ne dadmendiya bê maf dihatin. Her wiha zimanê Kurdî jî di dadgeh de qedexebûn kesê nedikarî bi zimanê xwe, xwe bide îfadekirin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an, yek ji gavên bingehîn ên avakirina pergala nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, damezrandina saziyên edaletê bû. Di 21’ê Çileya 2014’an de, pergala edaletê jî bi awayekî fermî hate saz kirin. Di vê çarçoveyê de Meclîsên Edaletê, Komîteyên Lihevhatinê û Dadgeh hatin rêxistinkirin û dest bi kar kirin. Pergala edaletê li ser prensîbên dadperwerî, parastina mafan, wekhevî û tevlîbuna civakê ava bûye.
2023’an de hevpeymana civakî hat nûkirin
Bi mezinbûna pergalê re di aliyê civakî, siyasî, aborî û perwerdeyê de jî nûbûn hatin çêkirin. Di 12’ê Kanûna 2023’an de Hevpeyaman Civakî ji nû ve hat nivîsandin û erêkirin. Li gorî hevpeymana nû ku ji 4 beşan û 134 xalan pêk tê, di pergala Rêveberiya Xweser de guhertin hat çêkirin û navê herêmê weke Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat hilbijartin. Dîsa pergala herêman (Cizîr, Firat, Efrîn) hat rakirin, kanton esas hatine girtin. Li gorî vê yekê herêm ji 7 kantonan (Efrîn-Şehba, Cizîr, Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazor, Tebqa) pêk tê. Li gorî Hevpeymana Civakî, qanûna yekîtiya şarêdariyan, qanûna komîseriya bilind a hilbijartinan û qanûna dabeşkirina îdarî hat derxistin.
Zimanê kurdî
Berya Şoreşa 19’ê Tîrmehê zimanê kurdî li Sûriyê di bin siyaseta înkar û asîmlasyonê de hatibû hîştin. Rêjîma Baas bi salan siyaseta “yek netew, yek ziman” pêk anî. zimanê kurdî li her derê sûriyê hat qedexekirin. Gelek Zarokan ji ber qedexekirina zimanê Kurdî, nedikarîn bi zimanê xwe ê dayikê xwendina xwe bidomînin. Di heman wextê de mamosteyan jî, ji ber ku nedikarî bi zimanê kurdî perwerde bidin, gelek pirtûk û kovar hatin qedexekirin. Di encamê de, gelek malbat neçar bûn ku zarokên xwe bişeynin perwerdeyên zimanê Erebî.
bi destpêkirana Şoreşa 19’ê Tîrmehê re zimanê kurdî bû bingeh û li sûriyê guhertinên mezin da çêkirin. Rêveberiya xweser zimanê kurdî kir zimaneke fermî li kêlaka zimanê Erebî û Suryanî hate qebûlkirin. di hemû astan de pirtûkên kurdî hatin amadekirin, dibistanên bi zimanê Kurdî hatin vekirin û mamoste ji nû ve hatin perwerdekirin. Her weha zanîngeh û enstîtûyên zimanê Kurdî hatin damezrandin.
Qada çapemeniyê
Wek tevhiyan beşa Çapemenî jî Berya şoreşa 19’ê Tîrmehê, li Sûriyê di bin qontrola rejîma Baas de bû. Radyo,TV û rojnameyên heyî ji aliyê rejime ve dihatin rêvebirin. hemû di bin xizmeta rejîmê de bûn. Çawa ku Zimanê kurdî xwendin û axaftin qedexebû di qada çapemeniyê de jî ev qedexeyên heyî bi awayek dijwar didomiyan.
Bi pêlên şoreşê re di 2011’an de yekem dezgeha ragîhandinê Rojnameya Ronahî dest weşanê kir. Piştê wi TV, Ajans û radyo, kovar ên ku bi kurdî û erebî weşan dikirin hatin damezrandin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê guhertinek siyasî û civakî çêkir, di qada çapemeniyê de jî serdemeke nû dest pê kir. Çapemenî di aliyê çand û ziman de jî bû, qadeke ku gel bi awayek azad xwe tê de îfade bike. Ragihandina azad hertim destkeftiyên şoreşê parast di ragihandina rastiyê de roleke bingehîn leyîst. Ragihandin li ser bingeha pirzimanî, pirnasnameyî ku tevahiya gele heremê di nav xwe de digre hate avakirin.
Dema ku di 2014’an de DAİŞ êrîşê Kobanê û herêmên din kir, çapemenî bû yek ji amûrên bingehîn yên ragihandina rastiyan. Wêne û dîmenê berxwedana şervanan û nûyên giring ji eniya şer ragihand û raya giştî ya cîhanê agahdarkir. bi saya çapemeniyê Cîhan şahîdî ji berxwedaniya kobanê û tevahiya heremê re kir. gelek Rojnamevan ji bo ku rastiyê raghînin canê xwe kirin mertal û şehîd ketin.






