İsyan Karadeniz
Belkî wêneya herî navdar ku dema em li ser pêvajoyên aştiyê difikirin tê bîra mirov, ew wêne ye ku em tê de gelek ji aliyên şerker dibînin ku ali welatekî bêalî dicivin, û li dora maseyeke dorûber rûdinin, bi alîkariya nûnerekî navdewletî yê ku hêsankirina pêvajoya danûstandinê dike, û tekezbûnê dide ser gihîştina peymaneke ku dê dawî li nakokiya ku ew alî tê de cih digirin bîne. Ev nêrîn li ser pêvajoya aştiyê nêrîneke pir teng e, ji ber ku pêvajoyên aştiyê ji tenê danûstandin û peymanên aştiyê pir berfirehtir in; her wiha ew nêrîneke pir zayendî ye, ji ber ku piraniya nûnerên aliyên şerker û navbeynkarên li ser maseya aştiyê mêr in. Mixabin, ev tenê ew qonaxa yekane ya pêvajoyê ye ku pir caran ji aliyê ragihandinê ve tê vegirtin.
Hinek faktorên girîng hene ku divê li ser cewherê tevlihev ê pêvajoyên aştiyê de li ber çavan bên bigirin.
Ya yekem: Pêvajoya aştiyê bi hêsanî bi rûniştina aliyên şerker a ji bo meşandina danûstandinên aştiyê dest pê nake, mîna ku ew bi îmzakirina peymana aştiyê jî bi dawî nabe.
Ya duyem: Ew ne tenê aliyên şerker û navbeynkar di nav xwe de dihewîne, belê her weha komeke berfireh ji sazî û aliyên çalak ên herêmî, neteweyî, herêmî û navdewletî jî daxilî nav xwe dike.
Ya sêyem: Di dema ku armanca bingehîn a danûstandinên aştiyê danîna sînor ji bo nakokiya çekdarî ye, peymanên aştiyê ji agirbestê derbas dibin. Ji ber ku ew hîmên avaniya civaka piştî nakokiyê datînin, her ku lihevkirineke siyasî pêk tê.
Di dema danûstandinên aştiyê yên ku di sala 2000’an de li Somalyayê birêve çûn, beşdarbûn tenê bi ser pênc eşîrên Somalî ve sînordar bû, û ji ber ku mêr bi awayekî kevneşopî nûnertiya eşîran dikirin, jinên Somalî xwe li derveyî danûstandinan dîtin. Li ser vê yekê, komek çalakvanên di qada aştiyê de ji eşîrên cuda bi serokatiya Eyşe Hecî Elamî, xwe wekî nûnerên «Eşîra Şeşem», eşîra jinan, ragihandin û li derveyî cihê danûstandinan ava bûn, û daxwaz kirin ku destûr ji bo beşdarbûna wan di pêvajoya aştiyê ya fermî de bê dayîn, û di dawiya dawî de hatin qebûlkirin ku wekî beşdar cih bigirin û danûstandinan bikin; ku di encamê de, di nav tiştên din de, kotayek ji bo jinan di kursiyên parlamena federal a demkî de hat veqetandin û wezareta jinan hat avakirin, û Peymana Neteweyî ya ku wan alîkariya amadekirina wê kir, wekî projeya herî baş a li herêmê tê hesibandin. Mînakên li vê derê nihêrînekê li ser wî şerî pêşkêş dikin ku jinan li bakur û başûrê cîhanê girtiye ser xwe da ku di danûstandinên aştiyê de bên temsîlkirin û beşdar bibin.
Minakekî din jî; nûnerên ji bo danûstandinên aştiyê yên sala 1998an li Îrlanda Bakur bi rêya hilbijartinên giştî hatibûn hilbijartin, Monica McWilliams (akademîsyena femînîst a ji başûrê Belfastê) ligel Pearl Sagar (pispora civakî ya protestan a ji rojhilatê Belfastê) Koalîsyona Jinan a Îrlanda Bakur ava kirin da ku zextê li partiyên siyasî bikin daxilî nav lîsteyên namzedên wan bibin. Dema ku wan guh neda vê yekê, wan biryar da ku partiyeke taybet bi xwe ava bikin û bikevin hilbijartinan. Bi vî awayî, McWilliams û Sagar karîn beşdarî danûstandinên piralî yên partiyan bibin, ku bûn sedema Peymana Înîya Baş (Peymana Mezin a Înê); peymana ku ji bo veguhestina desthilatdariyên qanûnî bo Meclîsa Neteweyî ya Îrlanda Bakur xebitî, her weha bû sedema kêmkirineke berçav di asta tundûtûjiyê de.Fêmkirina wan çarçoveyên civakî, dîrokî, siyasî, aborî û çandî yên ku jin bi rêya wan hewla zêdekirina temsîl û beşdarbûna xwe di pêvajoyên aştiyê de didin, da ku bi vî awayî ji bo wan gengaz bibe ku dîtineke çêtir li ser astengî û zehmetiyên li pêşiya xwe ava bikin.






