Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vejîna azadiyê bi şoreşa jinê dest pê kir

19/07/2026
in JIN
A A
Vejîna azadiyê bi şoreşa jinê dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed

Bi vîn û berxwedaniya jinan Şoreşa 19’ê Tîrmehê şewq veda, bi taybetî jina Kurd gava yekem di nava şoreşa Rojava de avêt û pêşengtî ji destpêka azadiya jinan û gelê bindest di Sûriyê de kir. 14 sal ji temenê vê şoreşê derbas dibe, lê di nava her kêliyekê de jinê dîrokeke nivîsand, bi berxwedaniyê hebûna xwe da îsbatkirin û çavê jinan li azadiyê vekir.

Bihara Gelan pêleke mezin a serhildan, xwepêşandan û şoreşên gelêrî bû ku di dawiya sala 2010’an de li dijî rêjîmên dîktator û sitemkar ên Rojhilata Navîn dest pê kir. Ev bahoz di Adara 2011’an de gihîşt Sûriyê. Kurdan jî di nava vê hewayê de, di sala 2012’an de guhertin çê kirin. Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê Kobanê dest pê kir û piştre li seranserî herêmên kurdî belav bû. Herwiha dema ku şerê navxweyî yê Sûriyê kûr bû, hêzên hikumeta Baasê ji herêmên kurdî vekişiyan, da ku giraniyê bidin ser bajarên mezin mîna Heleb û Şamê. Di vê valahiya siyasî û leşkerî de, gelê herêmê dest danî ser saziyên dewletê, ji wê û şûn de jî ji nava gel hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin avakirin. Rola sereke ya vêxistina çiroska şoreşê û avabûna hêzê ya jinan bû, bi taybetî jinên Kurd.

Çima Şoreşa Rojava bi Şoreşa jinê tê naskirin?

Şoreş Rojava piştî têkoşîn, azar, êş û zehmetiyan ji salên dirêj hate lidarxistin, para herî mezin ya zor û berxwedaniya van salan a jinê bû. Ji ber ku weke tê zanîn jin di her warî de dibe qurbaniya zihniyata paşverû û zayendperest ya zilam. Di heman demê de di nava sîstema desthilatdar a cîhanê de, jin tenê temamkirina rêjeya jiyanê dihate dîtin, ev yek li cem rêjîma Baas jî derbasdar bû ku mafê jinê bi hebûna mêr ve girêdayî bû, jiyankirina jinê bi minetî bû û helwestê wê di biryara derveyî û hundirê malê de mûcîzek bû. Lemwa yek ji sedem û armancên vê Şoreşê rizgarkirina jin û xuyakirina têkoşîna wê li hember sîstema desthilatdar bû.

Jina Kurd gava yekmîn di nava şoreşa Rojava de avêt ew bû ku pêşengtî ji destpêka azadiya jinan û gelê bindest di Sûriyê de kir. Di şoreşa Rojava de hate xuyakirin ku jin dikare bibe pêşeng û rizgarker. Jina Kurd bi deng, helwest, biryar û hêza xwe dest bi vê Şoreşê kir, da ku bibe destpêkek ji jiyana azad û bi rumet di Sûriyê de. Jinan bi israra xwe ya azadî û diyarkirina helwesta jinan di nava Şoreşê de, şoreşeke din avakir. Naskirina Şoreşa Rojava wekî “Şoreşa Jinê” ne pênaseyeke sembolîk an jî tenê pesnekî siyasî ye, ev pênase encama guhertineke radikal û piralî ye ku tê de jin ji kirdeyên pasîf ên dîrokê veguherîn pêşeng û avakerên sîstema nû. Di sedsala 21’an de, ev şoreş wekî modeleke bêhempa derket pêş û pîvanên şoreşên klasîk serûbin kirin. Li gorî felsefeya vê şoreşê “Heta jin azad nebe, civak azad nabe.” Ji ber azadiya zayendî ne encameke, lê mercê yekem û bingeha avakirina herêmeke demokratîk e.

Piştî Şoreşa Rojava rewşa jinê bi çi rengî bû?

Piştî Şoreşa Rojava wargeha çarguşeyî ku jin têde sînordar mabû hate guhertin. Êdî bi destpêkirina vê Şoreşê re jinê cihê xwe di her warî de girt. Jinan karibû ku bi awayekî vekirî û rasterast nêrîna xwe pêşkêş bikin û helwestê xwe di bûyeran de diyar bikin. Jinên Kurd di vê şoreşê de ne tenê ji bo xwe têkoşîn û israra azadiyê kirin, lê belê ji bo tevahî jinên ku daxwaza azadiyê dikin û di tundiyê re derbas dibin, rabûn ser piyan. Bi rabûna Şoreşê re jinê cihê xwe di asta rêveberî, hevseroketî, berpirsyar û hwd… girt. Êdî bi Şoreşa Rojava zemîna ku jinê tenê di malê de sînordar dike, hate guhertin. Jinê cihê xwe di sazî û sazkirina wê de girt, bû xwedî erk û xebat. Herwiha jinê cihê xwe di hemû qadan de weke; Perwerde, siyasî, dîplomasî, civakî û leşkrî de girt û roleke mezin di serkeftinê wê de lîst. Li kêlek vê yekê jî jinan gelek berdêl dan û gelek ji wan jî bûn hedefa dagirkerî û zihniyeta zilamperest, armanca ew bû ku vê şoreşê di şexsê jinên pêşeng de têk bibin. Lê berxwedana jinan şoreş gihandin heya roja îro.

Saziyên sereke yên jinan ku di herikîna şoreşê de hatine avakirin ev in:

Qada parastinê

YPJ (Yekîneyên Parastina Jin) û HPC-Jin (Hêzên Parastina Cewherî – Jin).

Qada rêxistinî û siyasî

Kongra Star, Meclisên Jinan û Kombûna Jinan a Zenûbiya…

Qada civakî û dadwerî

Mala Jin, Meclisa Dada Jin.

Qada zanist û perwerdeyê

Akademiyên Jineolojiyê û Akademiyên Jinan ên Şehîd Amara…

Qada aborî, çandî û hunerî

Aboriya Jinê û Kooperatîf û Kevana Zêrîn…

Şoreşa Rojava ango Şoreşa jinê çi bandor li Rojhilata Navîn û cîhanê kir?

Şoreşa Rojava yê ku bi pêşengtiya jinê dest pê kir bandoreke mezin li Rojhilatê Navîn û cîhanê kir, jinên Kurd û hêza xwe YPJ’ê ne tenê hişmendiya zayenperest û pergala ku hertim jinê biçûk dixwe li Sûriyê şkandin, lê belê di vê Şoreşê de bi pêşengtiya jina Kurd hişmendî û nîrîna li beramberî jinê li Rojhilata Navîn û cîhanê hate guhertin. Şoreşa jinê li Rojava dest pê kir, lê belê di Rojava de sînordar nema belavî tevahî cîhanê bû û bandoreke mezin çêkir ku bi sedan jin li ser şopa jinên Kurd di Şoreşa Rojava de meşiyan û daxwaza azadiya xwe kirin. Jinê Kurd bi israra xwe ji bo tevahî jinan ji pêkhateyên cûda bû pêşeng.  Şoreşa Rojava sînorên herêmî derbas kirin û bû hêviyek ji bo tevgerên jinan ên li seranserê cîhanê. Dirûşma bingehîn a vê şoreşê “Jin, Jiyan, Azadî” îro li her derê cîhanê ji Îranê heta Ewropayê wekî sembola serhildan û azadiyê deng dide.

Gelek kes ji dewletên Ewropî bi vê Şoreşê û hêza jinê bandor bûn weke; Judith Butler (Feylesof û Teorîsyena Femînîst a Amerîkî) wî got ku “Tekoşîna jinan li Rojava ne tenê ji bo herêmê, lê ji bo femînîzma global a herdemî rênîşander e. Wan nîşan da ku azadiya jinê, bingeha avakirina civakeke rasteqîn a demokratîk û azad e.”

Noam Chomsky (Zanyar û Rewşenbîrê Amerîkî) diyar kir ku “Tiştên ku li Rojava diqewimin mûcîze ne. Di navenda herêmeke ku bi şer û paşverûtiyê hatî dorpêçkirin de, gel pergalekê ava dikin ku mafên kêmneteweyan diparêze û jinan di her astê de tîne pêş. Divê cîhan vê modelê biparêze.”

Janet Biehl (Nivîskar û Çalakvana Ekolojîst a Amerîkî) bi wan gotinan Şoreşa Rojava û hêza jinê pênase kir: “Ez çûm Rojava û min bi çavên xwe dît ev şoreş di bingeha xwe de Şoreşa Jinê ye. Li her devera ku min serdan kir, min dît ku jin ne tenê di eniyên şer de ne, lê di saziyên akademîk, dadgeh û aboriyê de jî biryardarên sereke ne.”

Şoreşa Rojava ango Şoreşa jinê bandoreke wiha li cîhanê kir, jina Kurd di vê Şoreşê de diyar kir ku jin dikare bibe pêşend, avakar û fermandar jî. Jina Kurd ne tenê li Rojava di nava Şoreşê de Şoreşeke din avakir, lê belê bi pêşengtiya wê li tevahî cîhanê Şoreş lidarxist. Hêza jinê ango YPJ’ê cîhan ji hêza herî xeter û teror rizgar kir, hêza ku her kes jê ditirsî ew ji îrade û vîna YPJ’ê tirsiya. YPJ’ê ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê belê ji bo tevahî jinan hêzeke civakî û siyasî ye jî.

Destkeftiyên ku jinê di nava 14 salan de bidestxistine û hewildana qebûlkirina statûya jinê di destûra Sûriyê ya nû de

Di nava 14 salan de bi pêşengtiya jina Kurd li Rojavayê Kurdistnê jinan gelek destkeftî bidest xistin, ev salên dirêjin jin bi berxwedan û hêza xwe parastina wan destkeftiyan  dikin herwiha li ser wê esasê kar û xebatê xwe didomînin. Destkeftinên ku jinan li Rojavayê Kurdistanê bidest xistine bû para her jinekî ku hêviyê wê azadî û têkbirina zihniyata zayenperestiyê ye. Ev Şoreş ku bi sedan destkeftî bi xwe re ji bo jinan anîn bû tecrûbeyeke mezin ji jinên cîhanê re. Şoreşa Rojava ku bi berdêlên giran, şahadetê û berxwedaniyeke mezin a gel û jinan hateye parastin îro dixwazin wê bi hêsanî winda bikin.

Di 8’ê Kanûna 2024’an de rêjîma baas piştî desthiltdariya zêdetirî 60 salê hilweşiya, piştî vê hikumeteke nû a bi navê hikumeta demkî a Sûriyê hate serdesthilaydariyê. Bi hatina vê hikumetê re hêviyê gel gelek bûn, lê bi dirêjahiya sal û nîvekê li ser hatina vê hikumetê re tu guhertin di Sûriyê de çênebûn, lê belê kirîz kurtir bûn û hêviyê gel bû xewnek. Dîsa û careke din hikumeta demkî a Sûriyê heman hişmendî û zihniyata zayendperestiyê li ser jinê dimeşîne. Bi hatina vê hikumetê re bi sedan jin hatin qetilkirin û revandin bêyî ku hesab ji sûcdaran were xwastin ango lêpirsîn were kirin.

Jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo vê tevgerê hikumete demkî a Sûriyê neqebûlkirin û bertekên xwe nîşandan û diyar kirin hişmendiya vê hikumetê li bermaberî jinê dişibe ya rêjîma baas û DAIŞ’ê. Herwiha ji bo parastina hemû jinan û hembêzkirina wan li Sûriyê helwesta xwe nîşandan. Lê hikumeta demkî a Sûriyê heya niha û li gorî hemû hewildanan jinê di nava Sûriyê de weke endameke civakê ya xwedî îrade û biryar qebûlnake, şerê li hember hişmendiyake wisa li bermaberî jinê beriya Şoreşa Rojava niha xwe dobare dike.

Hikumeta demkî a Sûriyê hêza jinê di nava wezareta parastinê de qebûlnake herwiha Yekîneya Parastina Jin (YPJ) weke hêzake jin a fermi di Sûriyê de qebûlnake. Her kes YPJ’ê nasdike, YPJ’ê cîhan ji DAIŞ’ê parast û jiyanek nû ji gel û jinan re afirand. Neqebûlkirina YPJ’ê tê wateya ne qebûlkirina tevahî jinan. Yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava û jinan YPJ’ê ye. YPJ’ê û jinan di hewildana avakirina Sûriyeke demokrat xwedî roleke mezin, herwiha jinan berdêla herî mezin di şer û pevçûnên Sûriyê de dan, di haman demê jina Kurd ji bo tevahî jinên Sûriyê salên dirêje di nava têkoşînê de ne. Ji bo vê jî pêwîste statûya YPJ’ê û mafê hemû jinan de destûra Sûriyê de were parastin, bêyî misogerkirina mafê jinê destûra Sûriyê a nû pêknayê. Eger reng û dengê jinê tune be Sûriyê ber bi demokrasî ve naçe, ji bo vê jî di serî de YPJ’ê û hemû partî, sazî û rêxistinên jin di Rojava ji bo vê yekê di nava tekoşîn û hewildanên mezin dane.

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.