Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zindawerên çand û hunera Kurdî

15/07/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Zindawerên çand û hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Hunermend Erdewan Zaxoyî; Dengê azadî û azara Kurdî.

Hunermendên Kurd yên pabenîdar di wê demê de ku tê de peyv qedexe bû, stran qedexe bû û ziman di nivîsandin û axaftinê de hatibû dorpêçkirin û di bin siya zext û zordariyê de, huner veguherandin kiryarekî berxwedana çandî û amûrek ji bo parastina bîrdanka civakî.

Hunermend Erdewan Zaxoyî yek ji wan kesan tê hesibandin ku zimanê kurdî di dengên xwe de hilgirtin û stran kirin peyamekî girêdan û pêdariyê,bi vî awayî wan rolek girîng lîstin  ku mîrata stranbêjiya Kurdî zindî bimîne , û di nav nifşan de were veguhestin, tevî hemû qedexe û metirsiyan.

Hunermend, awazdêner û stranbêjê kurd Erdewan Zaxoyî di 1/7/1957’an de li bajarê Zaxo, ji dayîk û bavek kurd, di nav malbateke hejar a neteweyî ya kurdperwer, hezkiriyên huner û muzîkê de, ku ji heşt kur û sê keçan pêk tê, hatiye dinya yê,

ku li ser nirxên resen ên kurdayetiyê, dilsoziya ji bo welat û wefadariya ji bo nasnameya neteweyî mezin bûne.

Dibistana seretayî li bajarê Zaxo qedandiye, lê nikarî xwendina xwe bidomîne ji ber şertên jiyanê yên dijwar ku malbata wî tê de derbas dibû.

Meyla wî ya hunerî û hezkirina wî ya ji bo stran û muzîka kurdî di temenekî biçûk de dest pê kir, dema ku xwendekarê dibistana seretayî bû, di konserên dibistanê de stran digotin û ji stranên folklorîk û kevneşopî yên kurdî pir hez dikir, ew ketbû di bin bandora jîngeha hunerî ya derdora xwe û hunermend û dengbêjên mezin ên Kurd de, ji ber ku bajarê Zaxo wê demê navenda huner û mûzîka Kurdî û penageha hunermendên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê bû.

Destpêka rêwîtiya wî ya hunerî wekî efserê rîtmê bi hunermend Sebah Zaxoyî re bû, demek ne dirêj wî dest bi stranbêjiyê kir , awazî “teqlîda” şêwazê hunermendên mezin ên Kurd, wek Semîr Zaxoyî, Tehsîn Taha, Aram Tîkran dikir , ku bandoreke wan ya berçav di avakirina kariyera wî ya hunerî de hebû, û bi saya dengê xwe yê xweş û germ , milyonan kes matmayî dikir û ew bû yek ji dengên kurdî ên bi bandor di bîranîna stranbêjiya kurdî de.

Di sala 1977’an de ligel çend dengbêjan beşdarî damezrandina koma muzîkê ya bi navê “Koma Ciwanên Zaxo ya Hunerî ” dibe û  di wê demê de çend stranên folklorî û kevneşopî tomar dikin. Piştî ku di herêma xwe de navdar dibe û dengê wî belav dibe, di heman salê de bi Semîr Zaxoyî û Nezîr Remezan re diçe Radyoya Bagdadê – beşa kurdî, û piştî serkeftina wî li pêşberî komîteya hilbijartina dengan li êzgehê ,ew  wek dengbêj hate pejirandin û pênc stranên xwe yên nû li wir tomar dike.

Piştî wê stêrka wî li seranserê Kurdistanê şewq da û di koma Newrozê de li kêleka Tehsîn Taha, Beşar Zaxoyî û Semîr Zaxoyî stranan dibêje.

Di sala 1978’an de, wî yekem albûma xwe ya stranbêjiyê tomar kir bi navê «Dûrît Zaxo Rê Dixweyên», bi hevkarîya hunermend Sibah Zaxoyî. Ev albûm ji awazên Nezîr Remezan û gotinên Xalis Xelîl hatbû amade kirin.  Ev albûm gelek belav bû û hunermend Erdewan bi wê navdar bû, taybetî li herêma Bahdinan , di wê demë de, ew ji alîyê hin hunermendên mezin ên kurd ve hate piştgirîkirin û teşwîqkirin, mîna Mihemed Arif Cizrawî, Gulbahar, Tehsîn Taha û yên din.

Di sala 1980’an de, hunermend Erdewan Zaxoyî bi keçek kurd re bi navê Lêyla di zewice, û ji wane du zarok çêdibin: kurek bi navê Kovan û keçek bi navê Hozan ,ew niha li welatê Swêdê dijîn.

Di sala 1980’an de, dema ku şerê Îraq û Îranê dest pê kir, ew ji bo xizmeta leşkerî hate vexwendin .

Piştî tevlêbûna xwe, nikarî wê rewşê ragire, ji ber wê yekê reviya û çû Tirkiyê, û li bajarê Cizîra Botan bi cih bû, û di wê heyamê de sê albûmên stranbêjiyê tomar kir.

Di sala 1982ê de vedigere Zaxo û li wir ji aliyê rayedarên iraqî ve tê girtin, tê binçavkirin û avêtin zindana Kerkûkê, piştî derxistina biryara lêborîna giştî, ew hate berdan, ji ber hezkirina wî ya kûr ji Kurdistanê re û baweriya wî ya xurt bi doza gelê wî yê sitemar re, û amadebûna wî ji bo fedekarî û qurbanîdanê di rêya wê de , ew tevlî refên pêşmergeyan dibe, û li kêleka hilgirtina çekan, li wir stranên xwe berdewam dike û  rolek girîng dilîze di êzgeha neteweyî ya kurdî de, bi riya radyoya «Dengê Kurdistanê – Dengê Şoreşa Başûrê Kurdistanê».

Li wir, di sala 1983’an de tevlî koma “Gulan a Hunerî” dibe û gelek stranên neteweyî, sirûdên şoreşgerî û lavijên xemginî pêşkêş dike, ji wan strana “Dayê Îro Ez Pêşmerge Me”, sitrana “Kurdistan Kurdistan Barê Giran Kurdistan ” û hwd.

Nemir Erdewan Zaxoyî bi gelek zimanan dizanîbû ,di nav wan de zimanê Erebî û Farisî ,ji bilî zimanê xwe yê dayîkê yê kurdî , ew xwediyê xezîneyeke mezin a stranên folklorî, şoreşgerî û neteweyî  yên kurdî bû, wî bi xwe jî gelek stran çêkirine.

Di heyama rêwîtiya xwe ya hunerî ya kurt de, di navbera salên 1970 û 1986’an de, zêdetir ji 200 stranên curbicur tomar kirine, ku piraniya wan folklorî, şoreşgerî û neteweyî bûn, û herwiha li ser bedewiya xwezaya Kurdistanê jî hebûn,di nav wan de stranên wek «Zaxo şox û şêrîn e, bijî pêşmerge», «Dil hilê ser», «Kurdistan ew welat » û «Hatın hatın» û yên din hebûn.

Piraniya stranên wî ji helbest û gotinên helbestvanên kurd ên, wek Cegerxwîn, Sabrî Botanî, Salih Yûsif, Bedirxan Sendí, Xalis Xelîl, şehîd Mahmud Halo, Hikmet Agrî û yên din ve hatine nivîsandin, wî ji van çavkanîyên edebî gotinên bedew wergirtine û bi awazên xwe yên xweş xemilandine , bi hevkarîya bestekarên navdar ên wek Semîr Zaxoyî, Sibah Zaxoyî, Ebdulazîz Sûleyman, Yûsif Ramadan, Emad Agirî, Ferhad Bazî û hinên din.

Hunermend Erdewan Zaxoyî hevdemê gelek stêrkên hunera Kurdî bû û bi wan re ezmûna stranbêjiya duetan (stranên hevpar) derbas kir, wek: Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cizrawî, Tehsîn Taha, Ebdo Elanê, Şakir Aqrêyî, Seîd Gebarî, Mihemed Teyîb Tahir, Gulbahar, Semîr Zaxoyî, Bişar Zaxoyî, û rêhevalê wî Ayaz Yûsif.

Çalakî û hinêra wî ya hunerî tenê bi dengbêjiyê sînordar nebû, wî tekstên gelek stranên xwe  nivîsandin û awaz ji wan re çêkirin, bi taybetî yên rengên netewî û folklorî, stranên herî navdar ji gotin û awazên wî:

1- Kurdistan Barê Giran.

2- Dayê Evro Ez  Pêşmerge Me.

3- Gula Baxan Kurdistan.

4- Newroz Hat Eve.

5- Her Bimîne Welatê Kurd.

6- Zaxo Şox û Şêrîne.

7- Denge seyrana xweş tê.

8- Kurdistan Ey  Welat

9- Bilbilo.

10- Hey Li Min.

Hunermendê nemir Erdewan Zaxoyî, ji awazên xwe û awazên bestekarên din, gelek stranên welatparêzî û hestyarî pêşkêş kirin, ku pirtûkxaneya hunerî ya Kurdî dewlemend kir, wî jii bo welat, ji bo êş û hêviyê, ji bo Pêşmerge û şoreşgeran û ji bo azadî û rûmetê stran gotin û stranên folklorîk û kevneşopî ji pişavtin û jibîrkirinê parastin.

Di nav stranên herî navdar ên ku bi dengê wî yê zelal hatine gotin :

1- Babo.

2- Pêşmerge.

3- Dada Dil Tejî Kovane.

4- Kurdistana Delal.

5- Ez Dizanim.

6- Birîndarim Ji Bo Welat .

7- Kurdistan Hey Kurdistan

8- Ji Min Revandin.

9- Dada Ezê Di Cengim .

10- Zerya Min.

Di nîvê salên heştêyî de nemir Erdewan Zaxoyî ligel pêşmergeyan berê xwe da rojhilatê Kurdistanê û li wir ji aliyê zordarên Îranê ve hat girtin û çend mehan di zindanê de ma, piştî azadbûna xwe çû Bakurê Kurdistanê û li bajarê Cizîra Botanê bi cih bû û biryar da ku koçî Ewropayê bike, lê ji ber ku pasporta Îraqî tune bû, neçar ma di sala 1985’an de vegere Zaxo ji bo wergirtina pasaportê.

Di dema vegera xwe de, ew rastî mirina hevalê xwe Eyaz Zaxoyî hat, û li ser gora wî stran gotin, di wê heyamê de, ew ji aliyê îstixbarata rejîma Sadam ve hate girtin û rastî şikence û lêdanê hat, ji ber ku di ber efûya giştî ket ew hate berdan.

Di 28 Çileya 1986’an de, ew hat vexwendin ku here Bexdayê û stranên xwe bi helkefta çil û heftemîn ya salvegera damezrandina Radyoya Bexdayê – beşa kurdî, pêşkêş bike, ew di ahengê de amede bû, tevî çavdêriya tund a îstixbarata Baasê, wî stranên welatparêzî û şoreşgerî pêşkêş kirin.

 

Piştî bidawîbûna konserê û vegera wî bo otêla «Agadîrê » ya ku lê dima, bi sûcdariya ku dijminatiya dewletê dike ji aliyê hevalbendên rejîma Sadam ve hate revandin û ji ber helwestên xwe yên neteweyî û siyasî rastî êşkence hat, û heta îro jî ti şop ji wî nehat dîtin.

Çîroka winda bûna wî yek ji bûyerên herî xemgîn û nezelal di dîroka hunera kurdî de dimîne, çimkî malbata wî zêdetirî 15 salan li wî geriyan bêyî ku ti nîşanek ji wî bibînin. Hêj jî cihê wî ne diyar e, û hin dibêjin ku ew di 29’ê Çileya 1986’an de di bin êşkenceyê de şehîd bûye.

Hunermendê nemir Erdewan Zaxoyî yek ji wan dengên Kurd e ku şopeke kûr a hunerî û neteweyî li dû xwe  hişt, tevî jiyaneke kurt û trajîk, bû dengê azadî û azara gelê Kurd.

Bi çûyîna wî re neteweya kurd yek ji stûnên strana kurdî û hunera kurdî a resen winda kir , hunera ku hevahengî dikir di navbera mîrata gelêrî û naverokên siyasî û neteweyî de, ew dengek bû ku derbirîna wijdan kurda dikir û îro jî wek yek ji sembolên hunera kurdî tê bibîranîn.

Berhemên wî bi stranên hezkirina welat, vejandina folklora kurdî, û berevaniya doza azadî û dadweriyê diyar bûn, ew bûn sedema ku ew  bibe dengekî bibandor di wijdanê ciwan û hezkiriyên hunera Kurdî de û zindî bimîne di bîra çandî de tevî ne amedebûna wî.

Tevî jiyana xwe ya kurt û xemgîn, wî mîraseke afirîner û dewlemend  a stranbêjiyê û sirûdên neteweyî û şoreşgerî yên bi coş li dû xwe hiştin ,ku rê ronî dike li pêşiya nifşên paşerojê .

Hunermend Erdewan Zaxoyî bi laşê xwe çû, lê nav û hunera wî dê di wijdan û bîra gelê kurd de zindî bimînin û stranên wî dê her tim nifşek pey nifşekî  bibêjêt , her çend dem derbas bibe jî.

Di encama helwêstên wî yên welatparêzî, xebatên wî hunerî û afirîneriya wî ya dilsozane de, peykerê wî li meydaneka bajarê Zaxo hate danîn, da ku bibe nîşana pêzanîn û dilsoziya bi rêwîtiyeke ku huner û têkoşînê bi hev ve girêdide, û hebûna wî bibe sembolek jîndar di bîranîna wê deverê de, û nîşaneyên zindî di wijdana xelkê bajêr û nifşên bên re.

Ji giyanê wî yê pak re rûmet mandarî û ji mîrateya wî ya têkoşînî , şoreşgerî û hunerî re mayînde û domdarî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.