Rojnameya Ronahî

Rayedarê Rêveberiya Xweser: Hin alî hevkarên Tirkiyê ne

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ê Herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Hin alî di mijara gefan de bi dewleta Tirk re hevkar in. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan Rêveberiya Xweser ji diyalogê re amade ye.”

Tevî lihevkirina li ser mekanîzmaya ewlehiya sînor, hê jî Tirkiye gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Hewl dide bi awayek leşkerî xwestekên xwe pêk bîne.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bendên ku li gorî lihevkirina “Mekanizmeya Ewlehiyê” tiştên ku jê tê xwestin pêk tîne. Di vê çarçoveyê de hemû nuqteyên xwe yên li ser sînor çi li Serêkaniyê be û çi li Girê Spî be radestî meclisên leşkerî yên herêmî kir. Her wiha dewriyeyên hevbeş ên Emerîka û Tirkiyê ji bo şopandina vê yekê hatin meşandin.
ARMANCA TIRKIYÊ DAGIRKIRINA HERÊMÊ YE
Derbarê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ê Herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Gefên Tirkiyê ne nû ne û armanca wê jî dagirkirina herêmê û zêdekirina kûrahiya aloziya Sûriyê ye. Armanca Tirkiyê ya avakirina herêma “ewle”, dagirkirina herêmê ye. Weke ku çawa li Idlibî, Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablus pêk aniye. Tirkiye îdea dike ku herêmên dagir kirine ewle ne. Lê her kes binpêkirinên çeteyên Tirkiyê ji kuştin, îşkence, koçberkirin û guhartina demografiya wan herêman, dibîne.”
TIRKIYE DIXWAZE FÎTNEYÊ DI NAVBERA GELÊN HERÊMÊ DE DERXE
Şahîn da zanîn ku Tirkiyê hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku tê de demokrasî, ewlehî û aştî heye, vegerîne mîna herêmên li rojavayê Firatê ku dagir kirine.
Şahîn destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ya dîtir jî derxistina fîtneyê di navbera gelên herêmê de, têkbirina ewlehiyê, têkbirina projeya demokratîk û Rêveberiya Xwerser e.
DEWLETA TIRK GEFÊN ÊRÎŞKIRINÊ BI HINCETÊN DEREW, LI HERÊMÊ DIXWE
Mihemed Şahîn wiha axaftina xwe domand: “ Tevî QSD’ê tevahî bendên lihevkirinê pêk anîn jî, dîsa dewleta Tirk bi israr gefên êrîşkirinê bi hincetên derew, li herêmê dixwe. Bi vê siyasetê, Tirkiye balê ji ser pirsgirêkên xwe yên naxweyî ber bi derve ve, belav dike. Hin alî hene ku piştevanê siyaset û gefên wî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Mîna Rûsya, Îran û hemû kesên berjewendiyên xwe di kûrkirina aloziya Sûriyê de, dibînin.”
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber ê Herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Weke Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê yê ku parastina herêmê dike, tevahî bendên ku parastina sînor û gel dikin, pêk anîn. Me dît ku pêwîst e, planek ji bo garantîkirina ewlehiya sînor ji gefên Tirkiyê bê danîn. Hêzên Meclisên Serêkaniyê û Girê Spî yên Leşkerî mekanîzmaya ewlehiya sînor bi giştî pêk tînin. Lê belê Tirkiyê ne razî ye. Ji ber hedefa wî cuda ye.”
HIKUMETA SÛRIYÊ JI DAGIRKIRINA TIRKIYÊ RAZÎ YE!
Mihemed Şahîn, derbarê bêhelwestiya hikumeta Sûriyê ya li dijî gefan, got: “Mixabin ev yek nîşaneyeke ku dide diyarkirin li dijî Rêveberiya Xweser lihevkirinek di navbera hikumeta Sûriyê, dewleta Tirkiyê, Îran û Rûsya de, heye. Em dikarin bêjin ku hikumeta Sûriyê ji dagirkirina Tirkiyê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, razî ye. Li aliyekî din jî ne dûr e ku di navbera Emerîka û Tirkiyê de lihevkirinên di bin maseyê de hebin.”
Mihemed Şahîn di dawiya axaftina xwe de got: “Rêveberiya Xweser amadeye diyalogan bi hikumeta Sûriyê, opozîsyon û dewletên cîran mîna Tirkiyê re pêk bîne. Da ku tevahî pirsgirêk bi rêyên dîplomasî û diyalogê çareser bibin.”….ANHA