Rojnameya Ronahî

Wezîrê Tirkiyê yê berê: Siyaseta AKP`ê ji destpêkê ve şaş e

Wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiyê Yaşar Yakiş ji Erebiye Net re axivî

‘SIYASETA AKP`Ê LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ YE’

Yakiş têkildarî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê got bicihkirina qeyûman li dijî rêgeza demokrasiyê ye. Yaşar Yakiş got li Tirkiyê her ku diçe azadî têk diçe û AKP di pêkanîna sozên xwe de bi bin ket.

DESTWERDANA LI SÛRIYÊ

Yakiş têkildarî destwerdana Tirkiyê ji Sûriyê re got ji roja yekem de şaş bû. Yakiş diyar kir ku nabe Tirkiye destwerdanê di kar û barên hundirîn ê Sûriyê de bike, diviyabû di aliyê mirovî û aloziya Sûriyê de beşdar bibûna, lê şandina hêzên bejahî ber bi dewletên cîran ve, li dijî makezagonan e, her wiha muhtemel e ku Tirkiye berjewendiyên xwe bi rêya dûrketina ji aloziya Sûriyê qezenc bikira.

Têkildarî lidarxistina hilbijartinên li Tirkiyê Yaşar Yakiş got, tekane berbijêrka li pêşiya Erdogan ew e ku bibêje AKP di hilbijartinên 2023`yan de dê gelek kursiyan winda bike.

Yakiş ji ber redkirina siyaseta Rojhilata Navîn a AKP’ê di 2014`an de ji AKP`ê hate derxistin.