Rojnameya Ronahî

‘Komîteya destûrê ji destpêkê ve gavek binkeftiye’

Hevserokê berê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Herêma Efrîn Osman El-Şêx Îsa, girêdayî avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê bi Ajansa ANHA’yê re axivî.
El-Şêx Îsa di destpêka axaftina xwe de got: “Di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de ev ne cara yekemîn e ku behsa mijara amedekirina destûrek nû ji Sûriyê re, tê kirin. Dewletên ku mudexeleya aloziyê kirine dixwazin berjewendiyên xwe bi rêya van gavan pêk bînin.”
El-Şêx Îsa teqez kir ku çaranûsa her gavekê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ku tê de rola pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were paşguhkirin, dê gelê herêmê îtîraf bi wê gavê neke û dê ew gav binkeftî be.
El-Şêx Îsa destnîşan kir ku pêwîste lîsteyên komîteya destûrê careke din di ber çavan re werin derbaskirin û wiha pê de çû: “50 kesayet ji opozîsyonê yên ku dewleta Tirk desteka wan dike û 50 kesayet ji rejîma Sûriyê hatine diyarkirin. Dewleta Tirkî li ser erdê ji aliyên gelêrî û leşkerî ve aliyê herî lewaz e.”
Di berdewama gotinên xwe de El-Şêx Îsa îşaretpê kir ku civaka navdewletî baş dizane ku rejîma Sûriyê di çareserkirina aloziya Sûriyê de ne cidî ye û got: “Bi tunebûna nûnerên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komîteyê de wê çareserî tune be.”
El-Şêx Îsa destnîşan kir ku bi rêya yekîtiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmê di bin ala Hêzên Sûriye Demokratîk de terora çeteyên DAIŞ`ê têk çû. El- Şêx Îsa got: “Terora ku hîna tevahiya cîhanê ditirsîne. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna li hember şaneyên terorê yên veşartî li herêmê li berxwe didin û projeya wan a neteweya demokratîk cîhan ji belavbûna terorê xilas kir.
El-Şêx Îsa got: “Tevahiya cîhanê minetdarê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber ku gelek fedekarî di rêya tunekirina terora DAIŞ`ê de dane. Ji ber wê divê cihek wan di komîteya destûrî de hebe. Hebûna dewleta Tirk a ku desteka komên çeteyan dike di dayîna komîteya destûrî de nakokiyek mezin e. Ev yek diyar dike ku encamên wê dê aloziya Sûriyê çareser neke. Lê belê wê bibe gavek din ji bo dagirkirin û parçekirina axa Sûriyê.”
Di dawiyê de Osman El-Şêx Îsa teqez kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi komîteya destûrî û heta destûra ku deyne, îtîraf nake.