Tuesday, June 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 111 sal li ser Komkujiya Seyfo re derbas dibe     

16/06/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
 111 sal li ser Komkujiya Seyfo re derbas dibe     
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Komkujiya Seyfo qirkirinek hovane bû ku di sala 1915’an de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve li dijî gelê Aşûrî, Suryanî û Keldanî hate kirin. Di vê komkujiyê de nêzîkî 500 hezar kes bi awayên hovane hatin qetilkirin û koçberkirin.

Komkujiyên Seyfo, ku bi navê Komkujiyên Aşûriyan û Suryaniyan tê binavkirin, tê wateya rêze operasyonên leşkerî ku ji aliyê hêzên nîzamî yên Împaratoriya Osmanî ve hatine destpêkirin. Bi alîkariya komên çekdar ên birêkûpêk, wan sivîlên Aşûrî, Suryanî û Kildanî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî Şerê Cîhanê yê Yekem de wan kirin armanc. Ev operasyon bû sedema mirina bi sed hezaran ji wan û yên din jî ji deverên xwe yên resen ên niştecihbûnê li Başûrê Rojhilatê Tirkiyê û Bakurê Rojavayê Îranê hatin koçberkirin.

Qurbaniyên şer di dema komujiyê de

Li ser hejmara giştî ya qurbaniyan amarên rast tune ne, lê zanyar texmîn dikin ku hejmara qurbaniyên Suryanî û Aşûriyan di navbera 250,000 û 500,000 de ye.

komkujiyên Seyfo, bala navneteweyî hindik kişandin, bi giranî ji ber nebûna saziyek siyasî ku Aşûriyan di forumên navneteweyî de temsîl bike. Wekî din, Tirkiye van bi fermî wekî qirkirinên plansazkirî nas nake.

Ev komkujî li Deşta Urmiyê ya Îranê dest pê kir, dema ku eşîrên Kurd, bi teşwîqkirina Osmaniyan, êrîşî gundên Aşûriyan kirin. Komkujî dijwartir bûn, dema ku Osmaniyan di Çileyê 1915’an de dest bi kontrolkirina Urmiyê kir. Lê belê, operasyonên tunekirinê heta havîna 1915’an dest pê nekir, êdî hemû Aşûriyên Çiyayên Hekarî neçar man ku koçî Urmiyê bibin. Her wiha Hemû Aşûrî, Suryanî û Kildanî hatin tunekirin û ji wîlayetên Wan, Dîyarbekir û Mamûret ul Ezîz hatin derxistin.

Ev rêze komkujî, ji bilî komkujîyên Ermeniyan û guhertina nifûsê bi Yewnanistanê re, bû sedema kêmbûna rêjeya Xiristiyanan li Tirkiyeyê.

Rêbazên tunekirinê

Ji bo kuştina sivîlan gelek rêbaz hatin bikaranîn, bikaranîna çekên tûj û giran ji ber bihayê wan ê kêm, ku peyva Suryanî ya ji bo komkujiyan jê hatiye wergirtin, ya herî gelemperî bû. Tê gotin ku di destpêka komkujiyên li Diyarbekir de, nêzîkî hezar ji navdarên bajêr, Ermenî, Suryanî û Kildanî bi tohmeta hebûna çekan hatin girtin. Piştî ku ji bo serbestberdana wan fîdye hate berhevkirin, Muftî efûkirina wan ragihand. Paşê jî bi rêya kolanên bajêr hatin gerandin, ew li ser refên darîn yên bi navê Kelekên Mirinê yên li ser Çemê Dîcleyê hatin danîn.

Li başûrê bajêr, li cihê ku Çemê Batman û Dicle lê dicivin, li wir ew tazî kirin, qir kirin û laşên wan avêtin çem. Piştre rayedaran malbatên wan agahdar kirin ku ew bi ewlehî gihîştine Mûsilê. Osmaniyan ev operasyon gelek caran pêk anîn û tê gotin ku xelkê Mûsilê şahidiya hatina refên vala ne, ku êdî laşên kuştiyan di çem de diçûn û dihatin. Konsulê Alman li wir li cem waliyê Mûsilê nerazîbûn nîşan da, lê yê dawî waliyê Dîyarbekirê Cevdet Paşa sûcdar kir. Piştre rayedaran hewl dan ku serokê Ermenî yê bajêr neçar bikin ku belgeyekê îmze bike û tê de mirina navdaran ragihîne, lê wî red kir. Ji ber vê yekê wan diranên wî derxistin, riha wî derxistin, tecawiz li jina wî kirin û ew kuştin, paşê çavên wî derxistin û mixek li eniya wî xistin.

Di qirkirinên duyemîn ên Nisêbîn û Cîzrê de di Tebaxa 1915’an de, mêr birin geliyekî dûr û piştî ku ji wan re hilbijartinek di navbera mirin û misilmantiyê de hat dayîn, hatin qirkirin. Di du rojan de heştsed mêr hatin kuştin. Du roj û şûnde, malbatên mayî bi kelepçeyên darîn hatin şandin û li gundekî Kurdan hatin girtin. Jin hatin tecawizkirin û kuştin û cenazeyên wan avêtin çem.

Gundê Qerebaşê, li Bakurê Rojhilatê Amîdayê, di nav gundên Suryaniyan ên pêşîn de bû ku hema hema bi tevahî hate tunekirin. Piştî ku hemû çek hatin berhevkirin, komek ji pêncî zilaman ketin gund, zilam kom kirin û kuştin. Piştre, du berpirsên tevgera Ciwanên Tirk şêniyên gundekî Kurd ê cîran teşwîq kirin ku êrîşî Qerebaşê bikin û soz dan wan ku di berdêla tunekirina nifûsa wê de talanê bidin wan. Bi rastî jî di Gulana 1915’an de gund rastî êrîşê hat, xanî hatin talankirin û şewitandin, û êrîşkaran tecawiz li jinan kirin û kuştin.

Naskirina navneteweyî

Berovajî qirkirina Ermeniyan, komkujiyên Seyfo eleqeyeke fermî ya girîng negirtin. Dîroknasên Aşûrî pêşniyar kirine ku ev kêmbûna eleqeyê ji nebûna yekîtiyeke siyasî ya ku di sedsala 20’ an de di forumên navneteweyî de Aşûrî, Suryanî û Kildaniyan temsîl bike derketiye holê. Ji ber vê yekê, komkujiyên ku li Anatoliyê ji wan re hatine kirin pir caran bi qirkirina Ermeniyan re hatine yek kirin. Lê belê, di salên dawî de gelek welat û rêxistinên cuda komkujiyên li dijî Aşûrî û Suryanîyan pêk anîne bi raya giştî re nas kirine.

Di Kanûna 2007’an de, Konferansa Navneteweyî ya Zanayên Jenosîdê, rêxistina akademîk a navneteweyî ya pêşeng li ser jenosîdê, belgeyek bi yekdengî pejirandî weşand û banga naskirina komkujiyan kir û ev tişt ragihand.

“Konferans bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku jenosîdên li dijî van kêmneteweyan hatine kirin nas bike û daxwaza weşandina lêborînek fermî û pêkanîna gavên cidî ji bo tezmînkirina qurbaniyan dike. Di sala 2008’an de, Parlamentoya Swêdê biryar da ku komkujiyên li dijî Asûrî, Suryanî û Keldaniyan wekî jenosîd nas bike.”

Înkarkirina komkujiyan

Tirkiye û Azerbaycan tenê du welat in înkar dikin ku di serdema Osmaniyan de komkujî çêbûne. Li gorî hikûmeta Tirkiyeyê, di nav sînorên wê de tu planeke rêxistinkirî ji bo tunekirina Ermenî û Aşûriyan tune bû. Her wiha ew îdîa dike ku hejmarên hatine ragihandin zêde ne û artêşa Osmanî di kuştina sivîlan de beşdar nebûye.

Di sala 1985’an de, 69 akademsyonên Amerîkî, bi taybetî Bernard Lewis, daxuyaniyek îmze kir û ji Kongreya Amerîkayê re şandibûn û daxwaz kir in ku komkujiyên Osmaniyan ên li ser welatiyên xwe yên Xiristiyan nas neke. Lê belê 68 ji wan piştî ku lêpirsînek eşkere kir ku piraniya wan ji hikûmeta Tirkiyeyê alîkariyên darayî wergirtine, îmzeyên xwe vekişandin.

24ê Nîsanê her sal wekî komkujiya Seyfo tê bîranîn, heman roj ku qirkirina Ermeniyan jî tê bîranîn, Her wiha 7’ê Tebaxê jî wekî roja bîranîna komkujiyên Aşûriyan di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de tê pîrozkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

 111 sal li ser Komkujiya Seyfo re derbas dibe     
CIVAK Û JIYAN

 111 sal li ser Komkujiya Seyfo re derbas dibe     

16/06/2026
Ji 2025’an ve nêzî 2200 kes li Îranê hatine darvekirin
NÛÇE

Ji 2025’an ve nêzî 2200 kes li Îranê hatine darvekirin

16/06/2026
Tîmên agirkujê rê li ber firehbûna şewata zeviyên çandiniyê digirin
NÛÇE

Tîmên agirkujê rê li ber firehbûna şewata zeviyên çandiniyê digirin

16/06/2026
Ibrahîm Seido; Şaredarî hertim di xizmeta gel de ye
CIVAK Û JIYAN

Ibrahîm Seido; Şaredarî hertim di xizmeta gel de ye

16/06/2026
Cara duyemîn e hejmara nan di pakêtan de tê kêmkirin û buhyê wê sabît dimîne
Aborî û ekolojî

Cara duyemîn e hejmara nan di pakêtan de tê kêmkirin û buhyê wê sabît dimîne

15/06/2026
Daxuyanî ji bo qebûl kirina hebûna netewa kurd di civîna navneteweyî de
NÛÇE

Daxuyanî ji bo qebûl kirina hebûna netewa kurd di civîna navneteweyî de

15/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.