Tuesday, June 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji 2025’an ve nêzî 2200 kes li Îranê hatine darvekirin

16/06/2026
in NÛÇE
A A
Ji 2025’an ve nêzî 2200 kes li Îranê hatine darvekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ji destpêka sala 2025’an ve heyanî xwepêşandên gel û êrişên Amerîka- Israîl li ser Îranê nêzî 2200 kes ji hêla rêjîma Îranê hatine darvekirin. Ji ber vê yekê jî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang kir û tekez kir ku divê rejîma Îran darvekirina girtiyên siyasî rawestîne.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di rapora xwe ya salane de eşkere kir ku hejmara kesên di sala 2025’an de li cîhanê hatine darvekirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku tenê Îranê herî kêm 2 hezar û 159 kes darvekiriye ku ev hejmar du qat ji hejmara sala 2024’an zêdetire.

Di 14’ê Pûşperê de Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê darvekirinên ku li Îranê çêdibin daxuyaniyek da û tê de bang li berpirsên Îranê kir ku demildest cezayê darvekirinê yê li ser girtiyên siyasî bide rawestandin.

Rêxistina Efûya Navneteweyî, derbarê metirsiya bidarvekirina hejmarek girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek belav kir û hişyarî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Em bang li berpirsên Îranê dikin ku cezayê darvekirinê yê li ser girtiyên siyasî yên ku niha di Girtîgeha Şêban a Ahvazê de tên ragirtin û rûbirûyî metirsiya herî mezin a bidarvekirinê ne, demildest rawestînin.”

Rêxistinê bi taybetî li ser rewşa girtiyên siyasî yên bi navên Mesûd Cameî, Elîreza Mûrdasî, Ferşad Îtîmadî Fer, Reza Ebdûlî û Hesen Mûslawî hişyarî da û xwest ku her planek ji bo bicihanîna cezayên wan bi lezgînî were sekinandin.

Efûya Navneteweyî nêzîkatiya dadwerî ya rejîma Îranê ya li hemberî mûxalîfan rexnekir û teqez kir ku pêvajoya darizandina van kesan tije pirsgirêkên hiqûqî û binpêkirina mafên mirovane.

Rêxistinê ragihand şert û mercên Girtîgeha Şêban gelekî xirabin, girtîgeh pir qerebalîxe û xizmetguzariyên pêwîst lê nînin. Rêxistinê da zanîn ku girtî ji dermankirinê bê parin û jiyana wan di metirsiyê deye.

Rêxistina Efûya Navneteweyî eşkere kir ku hikûmeta Îranê ji destpêka şerê xwe yê li gel Amerîka û Îsraîlê ve, herî kêm 42 girtiyên siyasî bi darvekirine.

Rêxistinê diyar kir ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê wekî amûrekê ji bo tirsandin, bêdengkirina dengên nerazî û zilmê bi kar tîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

 111 sal li ser Komkujiya Seyfo re derbas dibe     
CIVAK Û JIYAN

 111 sal li ser Komkujiya Seyfo re derbas dibe     

16/06/2026
Ji 2025’an ve nêzî 2200 kes li Îranê hatine darvekirin
NÛÇE

Ji 2025’an ve nêzî 2200 kes li Îranê hatine darvekirin

16/06/2026
Tîmên agirkujê rê li ber firehbûna şewata zeviyên çandiniyê digirin
NÛÇE

Tîmên agirkujê rê li ber firehbûna şewata zeviyên çandiniyê digirin

16/06/2026
Ibrahîm Seido; Şaredarî hertim di xizmeta gel de ye
CIVAK Û JIYAN

Ibrahîm Seido; Şaredarî hertim di xizmeta gel de ye

16/06/2026
Cara duyemîn e hejmara nan di pakêtan de tê kêmkirin û buhyê wê sabît dimîne
Aborî û ekolojî

Cara duyemîn e hejmara nan di pakêtan de tê kêmkirin û buhyê wê sabît dimîne

15/06/2026
Daxuyanî ji bo qebûl kirina hebûna netewa kurd di civîna navneteweyî de
NÛÇE

Daxuyanî ji bo qebûl kirina hebûna netewa kurd di civîna navneteweyî de

15/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.