Navenda Nûçeyan
Tîmên agirkujê li parêzgeha Hesekê ji destpêka demsala çinînê ve ketine seferberiyê. Ji destpêka meha Pûşperê ve li cihên cuda yên parêzgeha Hesekê agir bi hin zeviyên çandiniyê ketiye, lê bi destwerdana lezgîn a tîmên agirkujê rewş hatiye kontrolkirin û rê li ber berfirehbûna şewatan hatiye girtin.
Bi hatine demsala çinînê re, tîmên agirkujiyê li parêzgeha Hesekê ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan ketine seferberiyê û bi dehan nuqte ji bo rewşên awarte ava kirine. Ji destpêka vê mehê û heta niha hin zeviyên çandiyê şewitîne lê bi destwerdana tîmên agirkujî ew şewat hatine kontrolkirin û rê li pêşiya şewatên berfireh hatiye girtin
Li parêzgeha hesekê devrên ku şewata zeviyan lê derketiye û ji aliyê tîmên agirkujê ve hatiye vemirandin wiha nee:
-Di 1 Pûşperê de tîmên agirkujê şewatek li mezreyekê nêzî gundê Um El Kêf ê Til Temirê vemirand, tenê zirarên madî çêbûn. Tîman şewat kontrol kir, nehişt belav bibe û beriya ku bigihîne zeviyên çandiniyê yên derdorê vemirand. Li gorî agahiyan, tenê zirar bi cihê şewatê bû, tu birîndarî çênebûn. Heta niha sedemên derketina şewatê nehat zanîn. Aliyên eleqedar bûyerê dişopînin û mezinahiya ziraran dinirxînin.
-Di 2 Pûşperê de li bajarê Til Temirê tîmên hawarçûnê bi piştgiriya şêniyên herêmê şewata li derdora gundê El Eboş ê bakurê Til Temirê vemirand. Beriya ku agir bi rûberên berfireh bikeve hat vemirandin. Tîmên Hawarçûnê bi hevkariya şêniyan, ji bo kêmkirina zirarê û parastina erd û milkê herêmê, li gorî agahiyên tên dişopînin û bi lez bersivê didin bûyeran. Di heman rojê de piştî danê esrê Li herêmeke gundewarê bakurê bajarê Til Temirê yê di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şewatek derket.
Di 4’ê Pûşperê de tîmên agirkujiyê 3 şewatên li deverên cuda yên gundewarê Hesekê pê ketibûn vemirandin. Li gorî agahiyan şewata destpêkê li firêzeyek genim kir, di encamê de 15 donim li gundê Sofiya yê Hesekê şewitî. Şewata duyem bi giyayên li derdora rêya ber bi kampa Waşûkanî ya başûrê Hesekê ve ket. Tîmên agirkujiyê şewat kontrol kir û nehişt bi zeviyên derdorê bikeve. Li bajarokê Til Tewîl jî tîmên agirkujiyê şewata li zeviya genim çêbûye ku di encamê de 5 donim şewitîn vemirand.
Di 8’ê Pûşperê de tîmên agirkujiyê bi hevkariya şêniyan şewata li firêzeyeke gundê Qahîre yê rojavayê bajarê Hesekê derketiye kontrol kir. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, tîmên agirkujî û şêniyan di cih de lez da cihê şewatê, şewat dorpêç kir, nehişt belav bibe û vemirand. Di encama şewatê de tenê zirarên madî çêbûn.
Di 9’ê Pûşperê de tîmên agirkujiyê li Dirbêsiyê şewata bi giyayên derdora malan ketibû, vemirand. Li gorî tîmên agirkujiyê, sedema şewatê ew e ku zarok bi agir dilîstin û piştre belav bû. tenê zirarên madî çêbûn. Di heman rojê de li Hesekê jî, li gundê Rezane yê bajarê Til Mecdel tîmên agirkujiyê şewata bi genim ketibûe vemirand. Di encamê de nêzî 10 donim genim şewitî. Di heman rojê de Li Til Temirê, tîmên agirkujiyê û şêniyan hejmarek şewatên li deverên cuda derketine vemirandin. Li gundê Til Şamiram ê başûrê Til Temirê 5 donim genim şewitî. Lê tîmên agirkujiyê û şêniyan şewat kontrol kir û nehişt bi erdên derdorê bikeve. Li gundê Medîne yê rojavayê Til Temirê jî şewatek mezin çêbû, di encamê de nêzî 50 donim genim şewatî û 10 donim darên zeytûnê şewitî. Li gundê Til Hurmuz ê başûrê Til Temirê jî nêzî 10 donim genim şewitî. Tîmên agirkujiyê û şêniyan beriya şewat bi erdên derdorê bikeve kontrol kir. Li gundê Um Mesamîr ê rojavayê bajêr jî şewatek derket, tîmên agirkujiyê û şêniyan vemirand.
Di 15’ê Pûşperê de li qiraxa çemê Zirganê agir bi giyayên hişkbûyî ket. Tîmên Rewşên Awarte yên Til Temirê şewat vemirand û nehişt ku zeviyên çandiniyê û tesîsên xizmetguzariyê yên li derdorê bide ber xwe. Di heman demê de li Dêrikê li herêma Koçeretê, zeviyeke çandiniyê ya di navbera gundên Girêasiwêr û Bana Şikeftê de şewat derket. Tîmên Rewşên Awarte yên Dêrik, Rimêlan û Gir Zîro berê xwe da cihê şewatê û bi alîkariya şêniyan agir vemirand.
Ji destpêka demsala çandiniyê ve nuqteyên tîmên agirkujê li tevahî parêzgeha Hesekê hatibûn destnîşankirin û wiha ne:
Li bajarê Hesekê: Hetîn, xaçerêya Zeynar, Xas, rêya navneteweyî, Til Beyder, Şor, Til Mecel, Sêgir, Zirgan, Dirbêsiyê, Til Temir, Îsafiye, Xerîta, xaçerêya Sedîq, Sifeya û Til Mesnûr hatin avakirin û tîmên agirkujiyê lê hatine belavkirin. Her wiha nuqteyên gerok jî hatine amadekirin.
Li bajarê Qamişlo: nuqteyên agirkujiyê li gundên Hîmo, Şorik, Hilwa, Xeznê û Leylanê hatin avakirin. Li Tirbespiyê jî nuqteyên agirkujiyê li Gaziya Şabo, Til Marûf, xaçerêya Mizgeft û Maşûqê hatine çêkirin.
Her wiha li gundên Sinceqa Sadûn û Çaxir Bazar ên bajarê Amûdê û li bajrokê Çilaxa jî 2 nuqte (Çilaxa û Kêşikê) hatin avakirin. Li Girkê Legê jî nuqteyek hatiye avakirin.
Li Dêrik, Eyn Dîwar, Zuhêriyê, Til Koçer û Til Hemîsê jî nuqteyên agirkujiyê hatine hazirkirin.
Li gel avakirina van nuqteyan jî, nuqteyên gerok hatine amadekirin û hejmarên telefonan ên destwerdana lezgîn a şewatan hatine diyarkirin.
Seferberiya ekîbên agirkujiyê dê heya bidawîbûna mewsima çinînê bidome.






