Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêveberê beşê Teknîkî ya Şaredariya bajarê Dêrikê Ibrahîm Seido diyar kir ku ew hertim di nav liv û tevgerê de ne da ku li gorî derfetên xwe hemû xizmetiyên civakê pêk bînin.
Şaredarî ji bo rêxistinkirin, pêşvebirina û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji civakê re, saziya herî û bingehîne. Şaredariya Gel a Dêrikê jî di çarçoveya plana xwe ya pêşxistina binesaziyê û baştirkirina asta xizmetê de dest bi pêkanîna çend projeyan kiriye, wek çêkirina rêyan, av û ewlehiya trafîkê.
Di derbarê pirojeyên Şaredariya bajarê Dêrikê de Rêveberê beşê Teknîkî yê şaredariyê Ibrahîm Seido ji Rojnameya me re axivî.
Şaredarî hertim di xizmeta gel deye
Ibrahîm Seido da zanîn ku salan e ji bo pêkanîna pirojeyên şaredariyê budce tê diyarkirin û wiha got: “Me îsal gelek piroje amade kiribûn da ku em pêk bînin, lê ji ber rewşa siyasî ya ku herêm têre derbas bû tenê 300 hezar dolar ji bo pirojeyên me hatin veqetandin, lewma em
neçar man pirojeyên esasî pêk bînin wek çêkirina riyan û binesaziya bajar û kanalîzasoynan. Niha jî me dest bi zifitkirinê kiriye, em ê seranserî bajar hemû kolan û taxan çêbikin da ku bajar him bimîne paqij him jî xweşiktir bibe, di encama barana zêde ya ku îsal bariya zerar gihaşt gelek taxan, lewma em ê wan taxan jî çaksaz bikin. Em astengiyan dikşînin di milê kêmbûna alavan de, niha me çend tax di bajar de zifit kirine lê ji ber kêmbûna kevirê hûr û nepeydakirina medheleyê halê hazir me hinekî rawestandiye heya ku em van peyda bikin. Nêzî 3500 Mitir kab zifit ji bo taxên bajêr hatiye diyarkirin û em ê hemû hewildanên xwe bikin ku em êşa ku gel dikşîne ji ber xerabûna riyan, çareser bikin.”
Şaredarî ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ye
Rêveberê Beşê Teknîkî yê Şaredariya bajarê Dêrikê Ibrahîm Seido axaftinên xwe wiha qedand: “Zifita ku ji bo taxan hatiye diyarkirin ku îsal têrê nekir em ê sala bê jî berdewam bikin. Destpêka ku mirov dikeve bajêr de ji bo parastina gel ji qezayên tirafîkê em çerxereyekî çêdikin. Herwiha şaredarî li ser projeyeyên sererastkirina tora kanalîzasyonê li taxên Şehîd Xebat û El Seken dixetibe, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên heyî û baştirkirina xizmetên bingehîn. Di heman demê de der barê xizmetên avê de, şaredarî projeya xwe ya berfirehkirina tora ava vexwarinê li taxa Zorava didomîne û wê li tevahiya bajar jî çêbikin, ku dê gihaştina avê ya malan baştir bike û hewcedariyên şêniyan bi cih bîne. Li kêlek vê yekê tîmên şaredariyê serdana taxên bajêr dikin da ku pirsgirêkên têkildarî xizmetê nas bikin û çareser bikin.”






