Navenda Nûçeyan
Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikumeta demkî ya Sûriyê biryarek derxist tê de hejmara nan di bakêtê de kêm kir, di heman demê de buhayê wê jî wekî berê hişt 4 hezar lîreyên Sûrî.
Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê biryarek da derxistin ku hejmara nanên di pakêtek nan a piştgirîkirî de ji 10 nan kir 8 nan, di heman demê de buhayê pakêtê wekî berê hişt bi 4 hezarên lîreyên Sûriyê bê guhertin. Wezaretê ev gav bi bilindbûna lêçûna hilberîna nan û mûçeyên xebatkaran idîa kir.
Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ev biryar li ser mudîriyetên bazirganiya hundirîn û parastina mustehlek li hemû parêzgehan belav kir û tê de hat destnîşan kirin ku roja Şemiyê di 20’ê Pûşpera 2026’an dê ev biryar dest pê bike.
Cara duyemîne biryar derbarê nan de tê derxistin
Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikumeta demkî ya Sûriyê, biryareke mîna vê yekê di 9’ê Gulana borî de derixstibû, li gorî biryarê giraniya pakêta nanê piştgirî ji 1200 gramî daxist 1050 gramî û buhayê wê wekî xwe dîsa hiştibû.
Li gorî naveroka biryara nû buhayê pakêta nan 4 hezar lîreyên Sûrî maye û hejmara nan di pakêtê de hatiye kêmkirin.






