Rojnameya Ronahî

Cotkarên Tirbespiyê dewreya çandiniyê pêk tînin

Çandinî ji jêderên qûta şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê hêsibandin. Di salên derbasbûyî de bi saya eleqedariya cotkaran ji bo ku hilberînên xwe bi pêş bixin û ji ber pêşkêşkirina saziyên çandiniya tov, semad û sotemenî ji cotkarên herêmê re, çandinî bi pêş ket.
Lê ya ku bala mirov dikişîne ew e ku cotkarên navçeya Tirbespiyê ji du salan ve hewl didin dewreya çandiniyê pêk bînin, ji bo ku heta radeya herî bilind sûdê jê wergirin.
Dewreya çandiniyê; yanî çandina zeviyan bi hilberînên cuda di heman salê de ye. Zevî bi hilberînekê tê çandin û piştî çinînê bi hilberînekî cuda tê çandin.
Gelek sûdên dewreya çandiniyê hene; ew nahêle axa zevî biweste ji ber ku çandin hilberînên cuda nahêle cureyek diyar ji xwêyên mehdenî û elementên din ji axê kêm bibe. Ev proses dihêle ku element û xwêyên mehdenî bi awayekî hevseng werin mêzextkirin. Her wiha dihêle ku ax bi awayekî zûtir sax bibe.
Cotkarên Tirbespiyê diyar dikin ku çandina zeviyan bi baqulî di dewerya duyemîn de dihêle ku azot di nav axê de kom bibe û fosfor, potasyom û kalsiyom ji axê werin mêtin. Li aliyekî din ev element ji hilberînên din re mîna dan, xwedî nirxekî kêmtir e.
Ji aliyekî din ve dewreya çandiniyê dihêle ku hilberînên cuda di dirêjahiya salê de peyda bibin. Yanî rolek girîng di rêgeza xwetêrkirinê de ji gelek hilberînan re li herêmê dilîze mîna şînkahî, dan û baqulî.
Cotkarê bi navê Ebdulmuîn Kano ji şêniyên bajarokê Maşûqê ye diyar kir ku rêbaza çandiniyê rolek di kêmkirina buhaya şînkahiyan de dilîze.
Sûda sêyemîn a vê rêbazê, derfetên kar ji şêniyên herêmê re di dirêjahiya rojên salê de peyda dike. Ji bo wê zevî bi hewcedariya karên cotkariyê dimîne. Tevî karkeran jib o karên cotkariyê û çinîna hilberînan bi taybet şînatiyên bi pel û şînkahî.
Kano dibêje ew piştî çinîna hilberîna yekemîn zeviyan du caran diajon. Piştî ajotinê av didin, piştre bi şînkahî û bi baquliyên havînê diçînin. Ev hilberîn di amadekirina mûnê de têne bikaranîn. Bi hilberînên payîzê mîna bexdenîz, tirp û xes ji bo mezaxtina yekser têne çandin.
Sûda dawiyê jî ya cotkar e. Ji ber ku zêdetirî careke zeviya xwe diçîne beyî ku zirar bibîne eger hilberînek ji wan hilberînan telef bû. Tevî qezenca madî ya ku jê bi dest dixe.
Berê cotkarên herêmê tenê dan û baqulî diçandin. Lê niha piştî pêkanîna dewreya çandiniyê, çandina şînkahiyên havînê, payîzê û zivistanê jî belav bûn. Lê pêwîstiya vê rêbazê bi avê ji bo avdanê heye bi taybet hilberînên havîn û payîzê.
Ebdulmuîn Kano bang li Saziya Çandiniyê kir ku bi awayekî bêtir desteka cotkaran bike di warê sûdgirtina cotkaran de ji kehrebeyê ji bo avdana zeviyan anjî kêmkirina buhaya mazotê ya ku ji cotkaran re hatiye diyarkirin mîna ya firinan.
Sûkên navçeya Tirbespiyê niha tê de hilberîna bacanareş heye ya ku şênî bi miqdarên mezin ji bo mûnê bi kar tînin heye. Êdî hilberîna cotkarên herêmê pêwîstiya sûka herêmî peyda dike.