Rojnameya Ronahî

‘QSD li gorî peymanê tevdigere’

Rêveberiya Meclîsa Leşgerî ya Serêkaniyê Elbîm Harûn diyar kir ku, QSD li gorî peymana di navbera QSD, Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê de hatiye îmze kirin, tevdigere.

Sîsin ÇIYA/ Ronahî Qamişlo

Rêveberiya Meclîsa Leşgerî ya Serêkaniyê Elbîm Harûn derbarî peymana ji bo parastina sînor ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Netewên Yekbûyî û Tirkiyê de hatiye îmze kirin, agahiyên piratîkî da rojnameya me. Elbîm diyar kir ku Meclîsa Leşgerî girêdayî Meclîsa Medenî ya Serêkaniyê ye, QSD li gorî peymanê tevgeriya ye û karê parastina sînor radestî meclisa leşgerî kiriye.
Elbîn Harûn destnîşan kir ku lihevkirina di navbera Emerîka û Tirkiyê de ji Serêkaniyê dest pê dike heya Girê Spî diçe. Her wiha ji bo avakirina herêmek ewle û belavkirina metirsiyên Tirkiyê û kêmkirina xeteriyên Tirkiyê ser herêmên Bakur Rojhilatî Sûriyê ev gav hatin avêtin. Elbîm got ku Xalên di peymanê de hatin bi cih kirin wiha ne: paşvekişandina Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD- YPG- YPJ) û çekên giran ji noqtên sînor bi kûrahiya 5/14 km.
Elbîn Harûn tekez kir ku piştî peymanê Hêzên Sûriya Demokratîk noqteyên xwe radestî Meclîsa leşgerî ya Serêkaniyê kirine, kendal û noqteyên leşgerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk hatine roxandin.
Rêveberiya Meclîsa Leşgerî ya Serêkaniyê Elbîn Harûn wiha bi dawî kir:” Di 7`ê tebaxê de destpêkirina bicihanîna peymanê çêbû û di 4`ê Îlonê de cara yekê dewriyatên hevpar bi amadebûna Meclîsa Leşgerî ya Serêkaniyê, Netewên yekbûyî û Tirkiyê ve derketin ser xeta sînor ji bo bicihanîna bendên peymanê û hilweşandina noqteyên leşgerî di Serêkaniyê de. Heya niha bûye 3 car dewriyeyên hevpar ser xeta sînor di navbera Serêkaniyê û Tirkiyê de derdikevin.”