Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Gelîyê Feratê çandinî bi bereket e

02/06/2018
in Uncategorized
A A
Li Gelîyê Feratê çandinî bi bereket e
Share on FacebookShare on Twitter

Çandinî ji bo welatiyên Reqayê hêmana sereke ya jiyanê ye. Pirraniya welatiyên Reqayê debara xwe bi çandiniyê dikin. Ji ber ku dewleta Tirk herikîna ava çemê Firatê birrî ye, bandoreke neyînî li rewşa çandiniyê ya herêma geliyê Firatê bûye. Her wiha ji ber kêmbûna barana îsal ziyaneke neyînî bi hilberîna çandiniyê bûye.
Rewşa çandiniyê di van salên aloziya Sûriyê de gelekî paşve çûye, bi taybet gelek pompên avê û kanalên avdana zeviyan rawestiyan û vê yekê bandoreke neyînî li giştî jiyana cotkaran kir.
Li herêma Reqa di van salên borî de ji ber gelek sedeman rewşa çandiniyê gelekî paşve çûye. Yek ji van sedeman şerê li herêmê bû, bi taybet gelek kanalên avdana zeviyan hatin hilweşandin û komên çete gelek pompên derxistina avê dizîn.
Sedema din a sereke ya paşveçûna çandiniyê ew e ku hikûmeta Tirk herikîna ava çemê Firatê li ser Sûriyê birrî ye û avê gelek kêm berdide.
Lê piştî ku bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide rewşa çandiniyê ji nû ve vejîne. Komîteyê gelek pompên derxistina avê sererast kirin. Bi hatina demsala havînê re jî û demsala çinîna hilberînê komîteya Çandiniyê gelek alîkarî bi cotkaran re kir û niha hilberîna cotkaran dikirre.
Endamê Komîteya Çandiniyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Îsa El-Hemadîn piştrast kir ku komîteya wan bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide rewşa çandiniyê li herêmê ji nû ve vejîne û di vê derbarê de hewl dide hemû pêdiviyên çandiniyê ji cotkaran re peyda bike.
El-Hemadîn destnîşan kir ku komîteya wan niha kîloya genim bi 175 lîreyan dikire.
Komîteyê her wiha tovê pembo ji cotkaran re peyda kir û hewl dide semad jî bi riya hin bazirganan peyda bike û buhaya wê jî diyar bike.
Di aliyê xwedîkirina sewalan de jî El-Hemadîn da zanîn ku Komîteya Çandiniyê hewl dide vî beşî jî pêş bixîne û dermanên pez û sewalan û êma wan peyda kirine.
Cotkara bi navê Zehra El-Mexrûd destnîşan kir ku hilberîna wan a genim ji ber lehiyên ji ber barana di van hefteyên dawî de ziyan dîtiye. Zehra bang li Meclîsa Sivîl a Reqayê kir ku alîkariya cotkaran bikin û rewşa çandiniyê li herêmê pêş bixînin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.