Lîloz Hisên/Qamişlo
Di çarçoveya lidarxistina çalakiyên bi boneya Roja Zimanê Kurdî de, Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo Pêşengeha Pirtûkên Kurdî bi beşdariya hejmareke ji pirtûkxane û saziyên weşanê li Pirtûkxaneya Şilêr a Qamişlo vekir.
Bi boneya hatina Roja Zimanê Kurdî, Pêşengeha Pirtûkên Kurdî ji hêla Meclisa Wêje ya Rojava-Qamişlo li Pirtûkxaneya Şilêr a bajarê Qamişlo hat vekirin. Nêzî 15 weşanxan, sazî û pirtûkxane tevlî pêşengehê bûn wekî (Pirtûkxaneya Şilê, SZK, HRRK, Pirtûkxaneya Bandarok, Weşanxaneya Neqeş, Pirtûkxaneya Amara, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Desteya Çandê, Yekîtiya Rewşenbîran Qamişlo-Rojava, Pirtûkxaneya Aram, Kovara Şermola û Kovara Soryas, pirtûkên nivîskar Ebas Îsmaîl û pirtûkxaneya Rona ya Zarokan). Di heman demê de di pêşengehê de nêzî hezar û 500 pirtûkên bi zimanê Kurdî hatine pêşkêşkirin.
Pêşengeh dê sê roja berdewam bike, her roj jî ji seat 10’ê sibehê heya 8’ê êvarî wê ji bo mêvanan verkirî be. Di her rojê de jî, di seat 5’ê piştî nîvro de wê pirtûk bêne îmzekirin. Nivîskarên ku dê pirtûkên xwe îmze bikin ev in (Ebas Îsmaîl û Kemal Necim), herwiha ji hêla komeke jinan pirtûkeke hatiye amadekirin bi navê Pencereya Pêşî, dê ew jî bê îmzekirin.
Di roja dawî ya pêşengehê de wê seat 7’ê êvarî hejmareke ji mamosteyên ku gelek ked û xebat ji bo zimanê Kurdî kirine, bêne xelatkirin.
Di vekirina pêşengehê de daxuyaniyeke ji hêla Rêvebera Meclisa Wêje Botan Hoşê hat xwendin.
Daxuyaniyê wiha bû:
Em bi navê Meclisa Wêje vê rojê li gelê Kurd li her deverê, nivîskar, rewşenbîr, mamoste û çakalvanên ku tevî hemû hewildanên tunekirin û tepisandinê, zimanê Kurdî parastine, pîroz dikin û keda wan silav dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku zimanê kurd ne tenê amûreke an alaveke axaftinê ye, lê belê ew nasname, hebûn û bîrdanka gelê Kurd e û dîrokeke dewlemend a çand, wêje, têkoşîn û mîrateya mirovahiyê ye û wiha hate berdewam kirin: “Tevî hemû hewldanên li dijî ziman û çanda Kurdî, gelê Kurd karîbû zimanê xwe yê dayikê biparêze û wekî stûnek bingehîn a hebûna xwe ya neteweyî û mirovî ji nifşekî bo nifşekî din vedguhezîne. Mafê gelê Kurd ê axaftin, fêrbûn, hînkirin û bikaranîna zimanê xwe yê dayikê di saziyên perwerdeyê, çandî, rêveberî û medyayê de mafek xwezayî û rewa ye ku ji hêla peymanên navneteweyî û mafên mirovan ve tê parastin. Lewma divê di tu şert û mercan an jî bi ti hinctan ev maf neyê binpêkirin an jî kêmkirin, ji ber ku parastina cihêrengiya zimanî û çandî stûnek bingehîn e ji bo avakirina dewletek demokratîk.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate tekezkirin li ser pêwîstiya naskirina zimanê kurdî di destûra Sûriyê de û wiha hat gotin: Her hewildanek ji bo binpêkirina mafê gelê Kurd ê bikaranîna zimanê xwe an sînordarkirina wê, nayê pejirandin û xêzek sor e ku nayê derbaskirin. Ji bo avakirina Sûriyeyek siberojê, demokratîk û dadperwer bêyî naskirina destûrî ya eşkere ya mafên gelê Kurd, di serî de naskirina zimanê Kurdî wekî zimanek fermî li kêleka Erebî û karanîna wê di perwerde, jiyana giştî û saziyên fermî de li herêmên Kurdî û li seranserê welêt, li gorî regezên hevkariya rastîn, dadperwerî û hemwelatîbûna wekhev, ne pêkan e.”







