Rojnameya Ronahî

Emel Dada: Serdana şandeyan girîng e

Di hefteya borî de şandeyek ji endamên Partiya Karkeran û Partiya Muhafizkaran ku mezintirîn partî li Brîtanyayê ne serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi rayedarên wê re hevdîtin pêk anîn. Piştî şandeya birîtanî şandeyek ewropî hevpar ji nûnerên wezaretên derve yên Fransa û Almanyayê serdana herêmê kir. Her du şandeyan piştgiriya xwe ya di aliyên leşkerî, siyasî ve û avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina girtiyên DAIŞ`ê de bi Rêveberiya Xweser re ragihandin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Emel Dada girêdayî mijarê ji Ajansa ANHA’yê re axivî û got: “Serdana mîna van şandeyan wê bondereke li raya giştî û civaka navdewletî bike.”
Emel wiha domand: “Mijarên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eleqder dike hatin nîqaşkirin û nêrîn hatin parvekirin. Ji mijarên ku bi şandeyan re hatin nîqaşkirin; astengiyên ku li pêşiya rêveberiyê derdikeve bi taybet piştî bi dawîbûna operasyonên rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê, pê re jî mijara pêngava duyemîn a şerê li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî li herêmên ku nû hatine rizgarkirin, her wiha çawaniya piştgiriya ewlehiya wan herêman bûn.”
Emel destnîşan kir ku wan bi şandeyan re doza malbatên DAIŞ`ê yên di kampên rêveberiyê de, awayên vegerandina wan ji welatên wan re da ku barê Rêveberiya Xweser sivik bibe nîqaş kirine.
Emel Dada bal kişand ku rêveberiyê ji bo avakirina dadgeha navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên rêveberiyê de girtî ne ku ji zêdetirî 50 dewletan e darizîne desteka lojistîk û qanûnî ji şandeyê xwest.
Di berdewama nirxandinên xwe de Emel got: “Lihevkirinek girêdayî pêwîstiya avakirina dadgehekê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera şandeyan û me de hebû. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê sûcên xwe li vê erdnîgariyê kirine û li cem Rêveberiya Xweser delîl û belgeyên sûcên wan hene.”
Emel wiha domand: “Nîqaşek berfireh girêdayî mekanîzmeya ewlehiya sînor û gefên Tirkiyê yên domdar ruxmî lihevkirinên li ser mekanîzmeya ewlehiyê çêbû. Şandeyan desteka xwe ji bo pêkanîna mekanîzmeya ewlehiyê tekez kirin.”
Emel diyar kir ku şandeyan piştgiriya xwe ji bo beşên perwerdehî û tenduristiyê tekez kirine. Her wiha destnîşan kir ku serokê Fransayê miqdarek pere ji bo piştgiriya warên tenduristî û jinûveavakirina binesaziya herêmên Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye.
Di dawiyê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Emel Dada diyar kir ku serdana van şandeyan gelek girîng e ji ber ku fermî ne û nûnertiya hikumetên welatên xwe dikin û bandorek wê heye ji bo ku zextê li welatên xwe bikin da ku piştgiriya ewlehiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bikin.