Rojnameya Ronahî

Aldar Xelîl: Armanca Erdogan dagirkirina herêmê ye

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê bal kişand li ser neraîzbûna Erdogan a ji mekanîzmeya ewlehiya sînor û got: “ Ev yek rastiya armancên Erdogan eşkere dike. Armancên wî afirandina şer, dagirkirin û derbeya li ewlehî û aramiya herêmê û reva ji aloziya hundirîn e.”

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn li ser astên hundirîn û derve civînek berfireh ji şêniyên bajarokê Til Birakê yê girêdayî kantona Qamişlo li dar xist.
Civîn li qada meclisa navçeyê li dar ket. Bi sedan şênî, rûspiyên êlan û endamên saziyên sivîl tev li civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl bi xêrhatina beşdaran kir û geşedanên siyasî yên dawîn şîrove kir.
Xelîl di destpêka axaftina xwe de îşaret mûdaxeleyên derve yên di aloziya Sûriyê de kir û got: “Aloziya Sûriyê û şerê ji neh salan ve berdewam dike barê gelê Sûriyê giran kir. Alozî hîna berdewam e ji ber ku dewletên cîhanî û herêmî hîna li timayên xwe li herêmê digerin di serî de Tirkiyê. Li beramberî kûrbûna aloziyê û berdewamkirina kuştin û koçberiyê li gelek herêmên Sûriyê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtin û têghiştina xwe teror tune kir û ji rewşa şerê ku li ser hatiye ferzkirin xwe xilas kir.”
Xelîl wiha domand: “Ji ber ku herêmên me karîn bi lez li gorî herêmên din xwe biparêzin û bi rêya rêveberiyên xweser, meclis û saziyên sivîl bi rêxistin kirin. Lew re ev herêm hîna li hemberî wê gef têne xwarin û hewldanên afirandina tevliheviyê û şerê navxweyî bi rêya şerê taybet ji gelek aliyan ve têne kirin. Tevî wê jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên herî ewle û birêxistinkirî li gorî herêmên Sûriyê yên din tê hesibandin.”
Xelîl bal kişand ku ew li dijî parçebûna Sûriyê ne, armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk û azad ji bo hemû pêkhateyan û wiha pê de çû: “Em parçeyek ji Sûriyê ne. Divê hemû bizanibin ku hedefa me ne parçekirina Sûriyê û ne jî qutkirina wê ye ku mîna rejîma û Tirkiyê îdîaya wê dikin. Lê belê armanca me afirandina Sûriyeke azad û demokratî ji bo tevahî pêkhateyên wê re ye. Çareseriya yekane jî diyalog, peyman, rakirina astengî û nakokiyan e. Tu pirsgirêka me ji bo diyaloga bi Şamê re tune ye ku ew bi cidî bixwaze aloziyê bi dawî bike û çareseriyên demokratîk qebûl bike. Tevî wê jî, şande ji Şamê re hat rêkirin. Her wiha me hewl da bi rêya dîplomasî bi Rûsya re da ku diyalogê bi rejîmê re pêk bînin. Lê belê rejîm ta niha bersivên erênî nedan.”
Xelîl bal kişand ku di vê pêvajoya hesas a piştî têkbirina DAIŞ’ê, Erdogan careke din gefan li herêmê dixwe û hewl dide xaka Sûriyê zêde dagir bike û got: “ Erdogan azarên hundirîn ên mezin dikişîne. Ji lew re pêdivî bi lidarxistina şerê herêmê dibîne da ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi derbixe derve. Lê hedefa me parastina herêm û gel ji şer. Em bi hemû rêbazên siyasî û doplomasî bixebitin da ku pêşiya şer û xewênên Eredogan bigirin. Me bi Amerîka û dewletên Koalîsyonê re têkiliyan datînin, da ku destwerdanê bike ku şerekî nû pêk neyê û encamên krêtîk li ser herêm û tevahî cîhanî bi xwe re nîn e.”
Xelîl wiha lê zêde kir: “Erdogan bi gelek hicetan, jê jî parastina ewlehiya sînorê welatê xwe û daxwaz avakirina herêmeke ewle li gor îdîayên wê, daxuyaniyan dide. Li ser vê yekê peymana mekanîzmaya ewlehiyê ya di navber Amerîka û Tirkiyê de û bi hevkariya bi QSD’ê re wekî çareyeke ji bo bidawîkirina hincetên Erdogan a parastina sînor hat. Lê tevî ku QSD’ê li gor bendên peymanê tevdigerî lê em dibînin ku Erdogan dîsa gef dixwe û nerazîbûnên xwe der barê peymanê de nîşan dide. Ev jî nîşaneya mezin e ku hedefa Erdogan afirandina şer, dagirkirin û derbeya li ewlehî û aramiya herêmê û reva ji aloziya hundirîn e ku şer li derve biaferîne.”