Rojnameya Ronahî

Serkeftin tekûz şansê têkoşîna gelan e

Idrîs HENAN

Ji rojên destpêkê ve gelên Sûriyê dibêjin ku; her kesî di bin navê me de mudexele kiriye û civînên cur be cur li dar dixe, lê kesekî jî ji bo me nekiriye. Her kesî ji bo berjewendiya xwe agirê li welêt vêketiye gur kiriye û li gorî xeyalên xwe alafa wê hêgin kiriye.

Ji rojên destpêkê ve vîna bizava gelêrî ya li Sûriyê hate desteserkirin. Bernameyên ecîndeyan lê hatin barkirin û ew bizav vala vala hate derxistin. Êdî ji tevgereke xwedî armancên azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê tûşî çirava koletiyê û beşdarî nava şerê desthilatdariyê kirin. Ewrek reş di ser vî welatî re meşandin û çiqas kîn, nefret, kuştin, talanî, qirkirin û mirinên curbecur hebûn barandin. Ji lew re qetek ji rêveberên vê bizava han bû ezbenî, qetek reviya derve û qetek jî di bin navê çiqarên hundir û derve de bi awayên cur be cur mirin. Qeta mayî jî ya herî girîng e!. Ew jî beşa kurtêlxwaran e. Li ser destê wan dagirkerî xwe mayînde dike. Tevî vê yekî jî, tişta sosret ne ew e..? ecayîbên aloziya Sûriyê gelek in. Tevî vê rewşa aloz, herdu rikberên “ezben” ên hundir û derve ku beşdarî nava girêka kor a desthilatdariyê bûne, di bin ebeya welatparêziyê de xaka Sûriyê radestî faşîzmê dikin û dagirkeriyê rewa dikin. Li dijî projeya demokratîk a gelan şer dikin û bi desthilatdariya rejîma Baas re li hev dikin.

Ger mirov çavekî li nexşeya îro bixe, qey dibêje ku lebata 2011’an a li Deraa’yê ne li Sûriyê bû! Lîskek zarokên Deraa bû û bi hev ket?!. Nexşeya hêzê û encamên îro li ser erdî tekez dikin ku aliyên xwe li ser pişta tevgera gel bar kirine, ti nûnertiya vîna gel nekirine û ne jî dikin. Tenê li ber bayê faşîzmê semaya koletiya çors a bê mînak kirine. Çi ziman û çi gelên dîtir ên Sûriyê bin. Ji her aliyekî beşek têra xwe kurtêlxwarî û ajanatiya mutleq ji ecîndeyên derve re kiriye. Ji lew re ligel vê yekê, pir bi hêsanî û bê sinc şerê netewa xwe kirine û li dijî azadiya gelê xwe têkoşiyane. Li dijî projeyên azadî û demokrasiyê bi dagirkeriyê re êriş pêk anîne û xaka Sûriyê li ser tepsiyên zêrîn radestî faşîzmê kirine. Ji Helebê bigire û heya Bab, Cerablus, Ezaz, Efrîn, Idlib, Humus, Hema û gundewarên Şamê were. Maka bizavê jî Deraa radest kirin!.

Perelelî xeta kurtêlxwar, li aliyê dîtir ê welêt berxwedan û vîna gelan bi xwînê dihatin neqişkirin. Bi serperştiya vîna gelan a Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îradeya kurtêlxwar di şexsê çeteyên DAIŞ de hate şikênandin. Di şiklê rêveberiyên gel ên demokratîk de vîna gelên Sûriyê û bi taybet zarokên Deraa’yê weke xeteke şoreşger a serkeftî hate tesbîtkirin. Bi mîrateya şoreşwarî ya berxwedana li dijî faşîzmê agirê şoreşa gelên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna hemû pêkhateyên welêt, geş û gur bû.

Her hal serketina xeta demokratîk û projeya gelan a azadî, wekhevî, edalet û serxwebûnê li kêrî herdu rikberên desthilatdariyê nehat. Ji lew re yekîtiya xwe ya kestel li beramberî vîna gel ava kirin û bi hev re berê xwe dan îradeya gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê dîrok jî tivî kiriye ku xeta “ezben” ti carî serneketiye û her bi bermahiyên sifreyan fetisiye. Serkeftin tekûz şansê têkoşîna gelan e.