Rojnameya Ronahî

Faşîzma Tirk hîna jî Sûriyê ber bi xeteriyê ve dikşîne

Zekî BEDRAN

 Dewleta Tirk dev ji  planên dagirkeriyê yên li ser Bakur- Rojhelatê Sûriyê bernade. Ragihand ku ewê li gorî lihevhatina ewlehiya sînor ya bi DYE re tevnegere û da xuyakirin ku DYE tenê wan mijûl dike. Faşîst Erdogan dibêje ku ew ê bi Trump re bicive da ku zêde tawîzan ji xwe re bigre.

Cîhan bi giştî dizane ku, Rojava ji van re ti gefan ava nake berewajî ew ji Rojava re gefan ava dike. Efrîn berbiçave. Ma Efrîn, ji bo Tirkiyê gef ava dikir? Bi êrîş û qetlîaman Efrîn dagîr kirin. Ew hîna jî mijûl dibin ku Efrînê ji Kurdan paqij bikin. Wan tevahî sûçên dijî mirovahî pêk anîn.

Dema ku dewleta Tirk planên dagîrkeriyê dikir û ew dixistin çavên cîhanê de çi deng ji rejîma Şam`ê ne dihat. Wiha dixûye ku erdên ne di bin serweriya wan de ji dagîrkirina Tirkan re hiştine.

Pûtîn bi Erdogan re hema hema bi heftane hevdîtinan pêk tîne û li ser Kurdan ji xwe re berjewendiyan digre. Tirkiye vekirî  li Idlib`ê çeteyên El Nusra bi çek dike û wan diparêze.  Deh nokteyên çavdêriyê yên girêdayê Tirkiyê li vê derê bi kêr çi tên? Ji bo kê li vê derê ne? Li vê derê çi dizivre yê herî baş dizanin rêveberiya  Rusya û Şam`ê ye.

Kurdan û rêveberiya bakurê Sûriyê ji bo çareseriyê  nexşeya rê pêşkêşî Şam`ê kir. Ev belge xwedî naverokek gelek bi mutewazî û bi demokratîk bû.

Ger rejîm rêvebiriyên xweser û Sûriyeyek e demokratîk qebûl bike, derveyî erdên di bin dagîrkeriya Tirkan de wê hemû heremên Sûriyê bibin yek û rabin ser piya. Lê rejîm hîn jî di hişmendiya BAAS de israr dike.

Rejîm nêzîkbûnek wisa diyar dike ku qey wisa Sûriyê hatiye ku çi para wê û ne berpirsyarê van tiştane dide xuyakirin. Ew difikire ku wê Sûriye bizivre wekî 2011 û wek berê welat bi rêve bibe. Daxuyaniyên ku rêveberiyên Şam`ê didin û seknê wan veya dide nîşandan. Faşîzma Erdogan, ji siyaseta rejîmê cesaret digre û bi çeteyên DAİŞ, El Nusra û yên girîdayî Îslamê ne li derdora xwe kom kirine û li Suriyê hesp dibezînin.

Ew kesîmên ku Tirkiye bi xwe re girîdaye wekî mûxalefeta Surî ji cîhanê re bazar dike. Ger ew lêstûk neyên xirakirin wê rêveberiya Esad deshilatdariya xwe tune bike.

Ger destûreke nû ya Sûriye were çêkirin û hilbijartin bên kirin, wê ew hêzena li dijî Esed bibin yek û wî ji rêveberiyê derxînin. Van hesaban ne ku rêveberiya Rus û Esad nizanin. Li ser Sûriyê wê ambargo her biçe zêde bibe. Rabûna dolarê nayê rawestandin. Wisa biçe wê hîna jî rabe. Her diçe gel birçî dibe. Celta ya aboriyê kûr dibe.

Nerazîbûnên ku li dijî  Esad wê hîj zêdetir bibe. Li Sûriyê celta ji gelek Milan ve xwe rêxistin dikin. Bi temamê gelên Sûriyê vê bandor dibin. Beriya Herkesê pêwîste rêveberiya Şam`ê bikeve  nava tevgerê û ji bo aşitîyê xebat bike. Lê hewildanek wisa nayê dîtin. Hêzên bakurê Sûriyê destên xwe yên aşitî û yekîtiyê dirêj dikin lê Şam xwe nade ber. Di rewşa heyî de gefên Tirkan yên dagîrkirin û qirkirinê zindîbûna xwe diparêze.

DY li dijî wan tiştan raweste û nayê zanîn ku giraniya xwe bide danûstandinan. Ewlekarî û destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê bi giştî di xeterê de ne.

Ev tê zanîn; Heya ku ABD û Rusya ji Tirkan re erê nekin û alîkarî nedin ew nikarin têkevin xaka Sûriyê. Heya niha Tirkan çi kiriye bi erêkirin û alîkariya dewletên mezin kiriye. Vê tiştî pêwîste bizanin û divê gelên Sûrî li dijî dagirkeriyê bisekinin û ax û azadiya xwe biparêzin. Divê rewşenbîrên Sûrî, welatparêz, hemî hêzên ku doza demokrasîyê dikin rabin li ser piya. Taybet li dijî dagîrkeriya Tirkiyê seferber bibin.

Tirk cihên ku wan dagirkirine bernadin û bi hemî rêbazên qirkirinê pêk tînin. Di vê mijarê de tecrube zêde ne. Dîroka Sedsala wan a dawiyê dîroka komkujî û qirkirinê ye.

Sûriyê xwediyê dîrokek dewlemend e. Di hindirê vê de gelek netew û bawerî jiyan dikin. Tirkiye ji sala 2011 û şûnve Sûriye serû bin kir. Ji Sûriyê tola xwe girt. Wan welatek hilweşandî, belavbûyî hişt. Bi milyonan Sûriyeyî xistin rewşa koçbertiyê. Tirkiye baregeh amade kirin û propaganda wê kir, gel ber bi Tirkiye ve kîşand. Wî di pişta wan de bi mîlyonan dolar ji Ewrûpayê standin. Bi ser de jî gef û şantaj li Ewropayê kir.

Niha jî  “bihêle ez êrîşî bakurê Sûrîyê bikim, paqijkirina etnîkî bikim, bêdeng bimîne, erê bike, li şûna ku wan penaberan bişînim Ewropa,  û ez ê wan penaberên Sûrî li van deveran bi cîh bikim. Hemî gavên ku dewleta Tirk davêje, berhema hişmendiyeke qirêj û tarî ye.

Wî hemû taybetmendiyên dij mirovahî di xwe de kom kirine, bûye belaya serî, ne tenê Sûriyê, bûye ya tevahiya Rojhilata Navîn. Pêwîst e ku hemû gel û rewşenbîrên Rojhilata Navîn ji bo şikenandina vî hişê tarî û paşerojek geş û yekbûnê têkoşînê bilind bikin.