Rojnameya Ronahî

Aldar Xelîl: Efrîn çarenûsa tevahî Sûriyê destnîşan dike

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl teqez kir ku Efrîn dozeke mirovî û exlaqî ye. Xelîl diyar kir ku rola Rûsya di dagirkirina Efrînê de ya serke ye û got ku Efrîn çarenûsa tevahî Sûriyê destnîşan dike.

Iqbal BEDRAN/Ronahî Şehba

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl derbarê pêşketinên dawî, sedemên dewama kirîzê, hevsengî, mekanîzmeya ewle, pozisyona Rûsya, û rola Efrînê di çareserkirina aloziya Sûriyê de, bersiv dabû pirsên rojnameya Ronahî. Di hejmara derbasbûyî de me gotibû ku bi awayeke du beşan emê bênin pêşberî we. Niha jî em beşa duyemîn ji vê hevpeyvînê radighînin.

Rejîma Baas hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ajantiyê tawabar dike. Herî dawî muftiyê cumhuriyetê Hessûn fetweya dijberiya Kurd da. Bêdengiya rejîmê û helwesta li dijî projeya demokratîk, mirov çawa bixwîne?.
Gelên Sûriyê hewceyî referandomê ne ku çarenûsa xwe ya xwespartina neteweyî bi awayekî demokratîk diyar bikin. Me birayr da û du referandom li dar xistin. Yek îlona 2017’an a komînan bû. Ya meclîsên xwecihî jî di Berfanbara heman salê de bû. Ji lew re em pir guh nadin fetwe û daxuyaniyên ziyanker ên bê feyde.
Pêwîste desthilatdariyê Sûriyê bawer bike ku çareserî siyasî ne leşkerî ye. Girîngtirîn dergehên çareseriya siyasî jî danûstandina real di navbera wê , MSD û Rêveberiya Xweser de ye. Piraniya hêzên demokratîk ên hundir û derve cihên xwe yê guncaw di nava MSD de digirin.

ÇARESERÎ XWE DISPÊRE PROJEYA DEMOKRATÎK
Tekez rûdanên li ser erdê girêdayî lihevkirinên nepenî yên hêzên qutub in. Encam û tevgera li ser erdê tabloyek çawa jê tê nîgarkirin? Şansê serketina projeya gelan çiqas e?.
Nerîna ku dibêje; Waşînton û Moskoyê li ser xetên stûn li hev kirine, heya astekê rast e. Lê ev nayê wê wateyê ku li ser hemû ziraviyan li hev kirine. Sûriyê di encama bayê tevliheviya li herêm û cîhanê belavbûye, parçe bûye. Ji Keşmîrê bigire û heya Venzewêla, Ukraniya û Rojhilata Navîn were. Li kêleka wan dosyayên deryevanî, itîfaqên bazirganî û gelek ên talûqkirî, giş di heyameke tevlihev de dimeşin. Lê tevî vê yekê jî, firsenda gelên birêxistinkiriî, ramanên Modernîteya Demokratîk û projeyên wê heye. Gotina; çareseriya aloziya Rojhilata Navîn xwe dispêre Rêveberiyên Xweser ên Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ne nepixandî ye. Encamek xwezayî ya rastiya gelan û çandên Rojhilata Navîn e.

Faşîzma Tirk bi têkçûyînên li derve, êriş û qirkirinan li hundir pêk tîne. Avantaja Kurdan ji bo serxistina xeta demokratîk çi ye?.
Kurdên ku ji bin pençê qirkirina çandî xilas bûne û bi nexweşiya netew-dewleta navendî neketine, dikarin bi riya projeya xwe ya demokratîk pêşengtiya guherîn û veguherîna demokratîk li herêmê bikin.
Siyasetên Enqerê û êrişên li ser gelê Kurd qelaşbûna wê diyar dikin. Di hilbijartinên şaredariyan de li Istenbolê, faşîzma Tirk li ser destê projeya demokratîk mezintirîn derbe xwar. Xaleke zivrînok û nîşaneya têkçûna faşîzma Tirkyatî û destpêka serketina projeya demokratîk e.

EFRÎN ÇARENÛSA SÛRIYÊ DIYAR DIKE
Gelo em dikarin bibêjin ku Efrîn “mêtingeheke navnetewî” ye yan tenê Rûsya tawanbar e? Ji bo rizgarkirina Efrînê û xaka Sûriyê, erkên ku lazime her kes û aliyek pêk bîne çi ne?.
Efrîn şarek xwedî sê nîşane û sê dozên çarenûsî ye. Efrîn doza Kurd, doza demokratîk li Sûriyê û projeya demokratîk li hemberî hemû projeyên hilweşîner çi îslamewî û çi jî neteweperest dibin e. Ango Efrîn dozeke mirovî û exlaqî ye. Me îşaret bi rola Rûsya ya serke û hemû aliyên dîtir di dagirkirina Efrînê de kiribû. Lê em tekez dikin ku Efrîn çarenûsa tevahî Sûriyê destnîşan dike. Ka wê ber bi parçebûnê ve biçe yan wê Sûriyeke ku laiqî hemûyan ava bibe.
EM RÊ NADIN ŞERÊ BIRAKUJIYÊ
Rayedarên Rojava her bang li ENKS dikin ku werin xeta netewî. Israra di xeta antî-Kurd de aliyê hişmendî û dîrokî ve hûn çawa dinirxînin? Gelo hûn çiqas di vî warî de geşbîn an reşbîn in?.
Ne tiştekî veşartiye ku hinek endamên ENKS dûrî ruhê doza Kurd in. Li dûrî xeta neteweyî dijîn û li kêleka dijmin cih digirin û serê rima wî ne. Ev rewş piştî ku Reqa ji faşîzma DAIŞ hate rizgarkirin ber bi çav bû. Lê em bawerin ku piraniya endamên ENKS bi wan re li hev nakin. Pêwîste sempatiyên ENKS û rêveberên wê bi ruhekî neteweyî vê beşî berteref bikin û dûrî navenda biryarê bixin. Dema ku em dibêjin bila buroyên ENKS vebin û bi kar û barên xwe yên partiyatî û neteweyî rabin, em destek didin welatparêzan û rê li ber kûrkirina parçebûnê û şerê birakujiyê digirin.
Me gelek car gotiye Rojava dişibe xwe. Dema ku mijar israra di şerê birakujiyê de be, nikare xwe bişibîne aliyên dîtir. Ev terzê fikirînê li pey me maye. Ne em rê didinê û ne jî qebûl dikin li Rojava tiştekî wisa biqewime. Ne berê ne îro û ne di pêşerojê de. Di vê qonaxa hestiyar û nazik de pêwîste her aliyek bi berpirsyartiyên xwe rabe. Rêveberiya Xweser têra hemûyan dike.