Rojnameya Ronahî

Tehran: Tu hevdîtin di navbera Trump û Rûhanî de tune ne

Reutersê diyar kir ku Tehranê bi bîr xistiye ku piştî Koşka Spî amaje bi hevdîtina di navbera serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û hempîşeyê wî yê Amerîkayê Donald Trump de li NY`yê kir, dê hevdîtin pêk neyê.

Têkildarî hevdîtina Rûhanî û Trump a li Neteweyên Yekbûyî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Abbas Mûsawî bi daxuyaniyekê ji kanala fermî re ragihand: “Ez agahiya hevdîtinê piştrast nakim, ne di rojeva me de ye û ez ne bawer im ku li New Yorkê hevdîtineke wiha bi rê ve biçe. Em hevdîtinan ne tenê wek propaganda dinirxînin, lê divê bi encamên berbiçav bi dawî bibe, ji ber vê yekê texmînên wiha ne di rojeve Îranê de ne.”

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo di 10`ê Îlonê de got dibe ku Trump Rûhanî li dervayî civînên NY’yê bê şert bibîne, lê Trump jî li ser Twitterê got: “Dezgehên ragihandinê yên nerast, dibêjin ez dixwazim bi Îranê re bê şert rûnim, lê ev daxuyanî wekî her carê ne rast in.”